Yek e, yek e, Kurdistan yek e
Sîraç Kirici
Do li 35 bajarên Almanyayê, ji bo Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanên mezin û bi hêz hatin lidarxistin.
Ev ne tenê xwepêşandan bûn, di aynî wextê de hawarek ji dil, qîrîna êşê û seferberîyek neteweyî bû.
Li diasporayê gelek caran şahîdî xwepêşandanên kurdistanîyan bûme, lê vê carê Bielefeld bi awayekî cuda di dilê min de cih girt.
Hêvî û hêrs bi hev re bûbûn yek.
Disa do êvarê televîzyonên welatê me îşxal kirine digotin “Kurd êdî ne hevkarên Emerîkayê ne” kêfa xwe danin.
Min bi çavên xwe dîtin ku di wê meşê de refleksa neteweyî ya Kurdan çiqas zindî û xurt e. Wegere ser axa xwe û bervevanîya welat bi dilê herkesî bû.
Heger yekrêzîya me hebe tu qewet nikare me ji azadîya me bi dur xine.
Di nav du saetan de, bi her şiyarên ku dihat avêtin، dengê beşdaran wek bahozekê bilind dibûn.
Dema ku dengê “Bijî berxwedana Rojava”li asmanê Bielefeldê bilind dibû، jin, mêr, zarok, keç û xort bi yek deng û yek dilî bersiv didan.

“Yek e, yek e, Kurdistan yek e”
Ev deng ne tenê deng bû, çûyina hawara birayên me yên welatê me diparastin bû.
Bi şîyara
“Bijî berxwedana Rojava”
kortêja ji Bahnofa Bielefeldê ber bi Altstadtê ve rê ket. di dirêjahiya kolanên bajarê kevn bi sloxan û durişmên,
“Bijî yekîtîya Kurda!”
“Yek e, yek e, Kurdistan yek e”
“Bimre Colanî!”
Hemwelatîyê alman bi dengê xwe
“Internationale Solidarität”
digotin، û girseya Kurd bi dengê dilê xwe bersiv dida:
“Bijî berxwedana Rojava”
“Yek e, yek e, Kurdistan yek e”
û keçên kurd bi awazên xwe şiyara
“Jin, jiyan, azadî!” davêtin.
Beşdarên vê meşê ji her çar perçeyên Kurdistanê bûn.
Ji çar welatan hatibin jî yek netew bûyina wan di her aksiyonêm wan de dihate xuyakirin. Min vê yekê di êşa rûyê wan didît, pir xemgîn bûn، lê li hemberî Sûriyê û Tirkiyeyê û hevalbendên wan ji hêrsa dengê wanî bi biryar xwanê dibû.
Di nav meşê de qibla wan welatê wan bû, dengê “bijî ….” pir lawaz bû.
Bê ku bi hev re bipeyivibin, bi yek dil û yek refleks şîyarê “bijî yekîtiya miletê Kurd “davêtin.
Min gelek alên Kurdistanê li xwepêşandanê dîtin، lê yek al bi taybetî di nav girseyê de ronahî û qîmet didit, Ala Komara Mehabadê, ala li ser parlemetoya Kurdistanê li ba dibû. Ew ala ku Qazî Mihemed emanetî Serok M. Mistefa Barzanî kiribû. Di vê meşê de doraliya wê ala ku dirêjahiya wê zêdeyî 20 mitro bû di destên xortên Kurd li pêşiya kortejê dihat hejandin. Bi her bilindkirina alê re, çepikên girseyê bilind dibûn, dil û canê wan bi evînek kûr tijî dibû.
Di wê demê de min bi çavên xwe dît ku dilê dayikan, dilê keçan, dilê xortan û dilê Kurdistanîyan çiqas bi hêz û bandor bûn. Ev ne tenê meş bû, evîn û hezkirinê bû.
Ji sohbetan jî diyar dibû xemgîniya milet pir mezin bû…
Ji netewa xwe pir hez dikirin, her digotin Ceteyên HTŞê birayên me qetil dikin, welatê me dagir dikin.
Deng rojava dilê me ye, Kurdistan welatê me ye bilind dibû.
Bi hemû êş û xema xwe digotin.
Bijî berxwedana Rojava
Bijî yekîtîya Kurda
Yek e, yek e, Kurdistan yek e
Taxa kesselbrink dihejand
Piştî em vegeriyan malê û ez tenê mam ez ji xwe re fikirim neteweyek bi vî awayî bi hev ve girêdayî bin، qet têk naçe.
Tenê dibê di hedef û vizyona xwe de zelal bin.
21.01.2026

