Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

YEK NETEW LI SER YEK WELATÎ AVA DIBE!.. JI KURDAN RE DEM DEMA RÊZANIYA RASTBÎNIYÊ YE!..

A+A-

 

Gelê Kurd sed sal bû, ku ji azadiya xwe ya xwezayî bi darê zorê hatiye dûrxistin! Dema Îngîlîz û Fransizan di şerê cîhanê yekemin de Kurdistan di nav pir dewletan da bi peymana Sykes-Picot (16 Gulanê 1916) dabeş kirin! Ji wê demê vir de sed sal zêtir borîn!..

Wextek dûr û dirêj di dema Welatê Sovyetê de dema ku hemî hêzên Kurd rengê xwe sor bûn, bi serokatiya Yekitiya Sovyetê bi balafirên şer yên jahra xwe bi salan li çiya û baniyên Barzan û Kurdistan barandin! Heroj Kurdistan dihat pomberan kirin! Wê demê Kurdên şoreşger digotin: „Feodalîzma Kurdistan têye tasfiye kirin!“… Ew dem, dema azad bûna Kurdan bû!.. Çi mixabin ew dem ji dest Kurdan çû!..

Rewşa îro Kurd têda dijîn de pêwiste ku hemî hêzên Kurd bi hevra ji bo Kurdistanek Azad "Siyasetek rasteqîn-Siyasetek realîst“ dema kar kirinê ye! Hewcedariya Kurdan hêdî bi têoriyên destên neyaran û dagirkeran têne meşandin nîn e!.. Bi gotinek dîn, rêvabirina siyasetê ew e, ku ji îdeolojî, an jî ji prensîbên exlaqî yên serbixwe ye! Di dema em tê da, di vê nêzîkatiyê de, tevgerên dewletan bi hesabên xwe yên rasyonel têne diyarkirin da, ku dixwazin berjewendiyên xwe li ser Kurdan zêde bikin, hevalbendî û pevçûnên wan jî li ser vê bingehê têne çêkirin! Pêwiste ku Kurd her rojên borî bêtir,     îro hedarî xwe bin!.. Ji ber ku weku sed sal berê jî fikarên exlaqî bi gelemperî her paşde dimînin!..

Wek mînak: Dewleta Tirkiyê hîn sedsalî şûnda dîsa jî naxwazê qedexe (yasaq) kirina li ser ziman û çanda Kurdî heyî, îro jî ji holê rabe! Kurdên bi wan re bi vê politikay qirêj  dixebitin, ew ne bi navê polîtîkaya Kurdan, bi navê polîtîkaya Tirkan, dixwazin di nav Kurdan de rolê xwe yê dubendiyê her berdewam bikin!.. Lûksa Kurdan di roja îro de hewcedariya xwe ji polîtîkayên wûsa re nîn e!..

Gelî hêz û hemwelatiyên Kurdistan!

Taybetmendiyên Kurdan li ser Polîtîkaya Rêal (rêzaniya zanistî) li ser ew xalên jêrîn pêwiste ku were meşandin:

  1. Oryantasyona Desthilatdariyê: Bingeha biryarên sîyasî armanca xwe zêdekirina hêza dewleta Kurd e!..
  2. Pragmatîzm: Bêyî ku bi îdeolojiyan ve girêdayî be, li gorî rewşê çareseriyên herî bi bandor û encamgir digere…
  3. Li ser bingeha darayî: Berjewendiya neteweyî (ewlehî, aborî û hwd.) di ser her tiştî re ye.
  4. Nirxandina Realîst: Cîhan wekî ku ew dipejêre (qebûl dike, bêyî îdealîzekirinê) û li gorî wê tevdigere…

Bi kurtasî:

"Siyasetmedarê rasteqîn "ew kes e ku, li şûna bibêje "ev rast e" an "ev şaş e!", dipirse "gelo ev dê bixebite an jî di berjewendiya me de ye?" Armanca wê ew e, ku ji bo dewlet an koma xwe ya encamên herî baş bi dest bixe! Ji bo yeketiyek tevayî seranserî hemî welat carinan jî dibe ku pir hêz beranberî hin biryarên dijwar de dev ji îdealan xwe berdin. Yeketiyek rasteqîn anca bi beşdariya hemî hêzên welatparêz pêk tê!.. Roj rojên xîretê ne!..

Dewletek Kurdan navendî di rewşa îro de piçûk be jî, roj yê bêt sînorên xwe yên xwezayî heya cîyên rasteqîn yê fireh bike!..

Hebûn û yekbûna Kurdan yê dawide de li ser yek welatî yeksan de yê ava bibe û bimêşe!..

 25.01.2026

XENÇERA KURD


Gelî dinya-alêm
Hêdî me bibîzin!
Bibîzin hewara me,
Hewara me Kurdan!
Ji her çar aliyan,
Ji her çar aliyan
Dora me girtin
Hemî neyaran!
Kemend lêxistin zendan,
Hîştin di nav qedera zelûl,
Û xiyeneta kemînên qehpe,
Di nav hev du de mil bi mil
Ji neyaran re bûye lihîstin
„Xençera Kurd ya xayîn“
Har e,
Bi zindî, zindî di singê de
Xar e!..
Hey xençera Kurd,
Xençera Kurd!
Ya tu bi xwe dike,
Ji bêtarê bêtartir e...
Kula te ya bi nêm
Ya gemar bi xwîn
Hêdî derman nagire,
Ew qet tucar îfla nabe!
Ew derdekî wek bar e,
Hem bi şan û şeref e,
Belam:
Di pişta xwe de
Ew hatye xar e!..
Bi şerê brakujî,
Bi şerê brakujî...
Ew e, ku ji vî û wî re bûye hacet,
Ji kê re bêjim, kê re pêşanîdim!
Ew derdê te, dîsa derdê min e,
Berjêr tûfkim rîş, berjor simbêl...
Ez dibêjim hêdî bes e!
Ya hero ye, an jî mero!
Ya bi hevra em hene,
An jî bi hevra tune ne!
Em hebin bi hevra ne.
Em carek mil bidin hev
Tev de hemî çiyan bihêjin!
Em hem netew in, hem gel,
Ji wan hezdikin, perwer in,
Refên xwe de em camêr in!
Ha xîret, ha xîret û bi bawer
Di nav de hawar kir Serwer!
Go: Gelî Kurdên tên çawisandin!
Bibin yek, hemî bi hevra azadbin!
Belam
Xiyanet!
Xiyanet di pêsîrê de maye,
Ew geh li pêş û geh li paş e!
Hey gelê Kurd,
Hêdî derkev holê,
Ma tu li ku maye?
Yên bran bi baran didin kuştin,
Ewna ji zewqê harin û dipeqin!
Ey welatê ezîz, derdê te bipirsim,
Tu yê bibe Bîngol, xayîn û Şîn...
Qeder na be Kurd, Kurdan bikujin!
Yên xayîn, ew in berdevkê dijmin!
Di nav van mercan de ma mirov dijît?
Bes tu tenê heye navbeynê neyînê de,
Ji alikî din di navbeynê mirin û jiyînê de,
Tu li ser pişta kêrê, di rewşa zîndî bûnê de
Tu berxwe dide, tu yê hîn berxwe bide!
Roja ronî nêzîk dibe di berbanga sibê de!
Ez çi bêjim jî, ji te re ewqas jî hindik e.
Caşên bêbext û xayîn, ewen xwefiroş!
Li pêş çavên dinê ewna xwe nizm dikin,
Bi wan re çi bêjim, neyarên eslê xwe ne!
Bîhna min teng dibe, hinavên min disotin,
Ey sebra dilan, jiyana giran tere sozdidim.
Heke dijmin bimîne, emê tola te bistînin!..
Bi îznê Xwedê hemî rojên teng ortê radibin,
Belam,
Şerê bran de
Brîn pir kûr e,
Fitîl qet nagire!
Navê ew derdê Kurd,
Derdê giran û bê çare:
Xençera Kurd xençere!..
Ey xençera Kurd,
Ey xençera Kurd!
Ma tu yê bi xayîn
Heya kîngê bimîn
Di pişta brayan de!..
Ji xiyanetê re hezar car lanet be,
Bila bindest mayîn li dinê rabe!
Ji mirov re dad û azadbûn hebet,
Rewa ye bindestî heya qiyamet?!.
A. BALÎ- Tebax/1998

  -Politolog-

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin