Di 61 salîyê PDKT û 60 salîya FAÎK BUCAK de kurteanalîzek li ser xeta neteweyî û niştimanî ya PDKT (2)
*TÊBINIYEK TAYBETÎ: Îro (11-07-1965) 61 salîya salvegera Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyeyê (PDKT) ye. Ez weke şagirtekî vê partîyê, hemû damezrêner û endamên ku niha ne di nav me de ne û koça dawî kirine bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew dê her di dilê me û di xebat û têkoşîna ji bo ”welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk” de bijîn. Ez ji Seydayê Şakir Epozdemir ku yek ji damezrênerên vê Partîyê ye re jî bi rêz û silavên xwe jiyaneke bi tenduristî dixwazim.
Hilbijartinên Tirkîyeyê û Av. Faîk Bûcak
Piştî Faîk Bûcak ji sirgûnê vedigere, bi qasî du hefteyan li Swêregê dimîne û dûre li Ruhayê cîwar dibe. Ew li wê derê xebata xwe ya avûqatîyê berdewam dike. Di vê navbênê de şer û dijminatîyên xwînî di nav Bucakan de dest pê dike û ev şer, berberî û dijminatî bi qasî 5 salan dajo. Di encama van şer, berberî û dijminatîyan de gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Bêgûman ev rewş, bandor û tesîrek mezin li ser jiyana şexsî, xebata siyasî û civakî ya Faîk Bucak dike û qada xebata wî ya siyasî û civakî sînordar dike.

Faîk Bucak ji alîyekî weke avûqatekî serbest dixebite, ji alîyê din jî siyaseta Tirkîyeyê ji nîzêk ve taqîb dike. Di wê demê de, di qada siyasî li Ruhayê sê partî hene: “Demokrat Partî (DP), Cumhûrîyet Halk Partîsî (CHP) û Cumhurîyetçî Köylu Milet Partîsî (CKMP)”. Teşkîlat û nûnertîya CHP û DPyê ji alîyên malbat û kesayetên bi bandor yên herîmî de dihatin birêvebirin. Kês û firsenda Faîk Bûcak tuneye ku ew bi awakî bi bandor di nav van her du partîyên xurt yên Tirkîyeyê de cih bigre. Loma, ew dikeve nav CKMP û dibe serokê teşkîlata Ruhayê.
Ew dixwaze vê qada siyasî ji bo armancên xwe yên siyasî û civakî bi kar bîne. Pêwendîyên xwe bi xelkê re xurt û berfireh bike. Di hilbijartina perlametoyê ya 15ê cotmeha 1961ê de, Faîk Bûcak ji alîyê ”Cumhûrîyetçî Köylu Milet Partîsî (CKMP)” ve li Erziromê weke namzetê rêza duyem tê nîşandan. Lê ji ber pirsên Kampa Sêwasê, bûyera 55an û nerînên wî yên siyasî ji alîyê ”Desteya Bilind ya Hilbijartinan” ve tê vetokirin. Di vê hilbijartinê de CKMP du parlementeran derdixîne.
Di hilbijartinên parlamentoyê yên 1961ê de, rewşa ”Yenî Turkîye Partîsî (YTP)” gelekî balkêş e. Teva ku YTP di 13ê sibata 1961ê de tê avakirin, di van hilbijartinan de serketinek mezin bi dest dixe; li tevayê Tirkîyeyê % 13,73 dengan digre û 65 parlementeran derdixîne. Weha diyar dibe ku yek ji sedemên esasî yê vê serketinê Dr. Yusuf Azîzoglu ye. Ew ji Farqînê ye û kurdekî welatparêz e. Di nav kurdan de hezkirinek wî ya zêde heye. Ew yek ji mîmar, damezrêner û birevebirê YTPyê ye. Tiştê herî balkêş, YTP herî zêde dengan ji bajarên kurdan digre. Weke nimûne: li Bingolê: % 54,61, li Sêrtê: % 50,9, li Adiyamanê: % 48,87, li Bidlîsê: % 46,87, li Erziromê: % 45,27, li Muşê: % 43,91, li Diyarbakirê: % 42,75ê dengên dengdêran digre.
Dr. Yusuf Azîzoglu di van hilbijartinan de li Diyarbekirê weke parlemanter tê hilbijartin. Di hikûmeta kolisyona CHP Û YTP ya serokwezîr Îsmet înönu de, dibe Wezîrê tenduristîye. Di avakirina bi sedan “navêndên tendurustiyê” yên bajar, qeza û gundên Kurdistanê de roleke sereke dilîze.
Di 7ê hezîran 1964an de, dê hilbijartinên qismî yê Senatoyê li Tirkîyeyê çêbiba. Bajarekî ku wê hilbijartin lê çebiba jî Agirî ye. Faîk Bûcak li Agirîyê ji CKMPyê xwe weke namzetê Senatoyê nîşan dide. Teva ku gelek nas û dostên wî yên dema sirgûna Kampa Sêwasê li wê herême hebûn jî ji dervî hinek melayên welatparêz, heval û hogirên wî yên nezîk, ew piştgirîyek xurt nagire.
Di 10 cotmeha sala 1965an de, hilbijartinên giştî yên parlementoyê heye. Faîk Bûcak vê carê dixwaze li Ruhayê beşdarî hilbijartinan bibe û dest bi hazirên xwe yên hilbijarinê dike. Lê di vê navbînê de, di 11ê tîrmeha 1965an de Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyeyê (PDKT) hatiye damezrandin û damezrênerên PDKTyê ji bo Av. Faîk Bûcak îqna bikin da ku beşdarî nav partîyê bibe, du caran katibê berê yên Şex Seîd, Fehmîyê Bîlal dişînin cem Faîk Bûcak. Di serlêdana dudan de Faîk Bucak vê tekîfê qebûl dike.
Piştî Av. Faîk Bucak beşdarî nav PDKT dibe û weke Serokê Partîyê tê hilbijartin, mijara hazirîya xwe ya ji bo hilbijartê ji endamên damezrêner yên Partîyê re vedike. Li gorî aghadarîyên Şakir Epozdemir dide, “di wê demê de armancek PDKT ya beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin tunebû. Lê ji bo Faîk Bûcak berî ku beşdarî nav PDKTyê bibe haziriyên xwe yên vê hilbijartinê kiribû, Seîd Elçî ji wî re dibêje ku “nabe endamê Partîya me bibe endamê partîyek din; lê Ji bo te ji berê de haziriya xwe kirîye, tu dikarî weke namzetê serbixwe beşdarî vê hilbijartinê bibe”. Saîd Elçî ji berê de dixwest ku Faîk Bucak ji Swêregê û berberîyên eşîrîyê dûr bikeve. Loma jî wî digot “eger Faîk Bûcak bê hilbijartin, wê gavê ew dikare ji Swêregê derkeve û vê gerîneka berberîya eşîrîyê xelas bibe û dibe ku rolekê baş jî di parlametoyê de bilîze”.
Teva pêşniyara “Partîya Karkerên Tirkîye (TIP)ê ku ew li Ruhayê bibe namzetê wan jî Faîk Bûcak weke namzetê serbixwe beşdarî hilbijartinên 1965an dibe. Di vê hilbijartinê de ew 13 154 dengan werdigre. 1 800 dengên wî jî nayên qebûlkirin. Ji ber sistema hilbijartinê, ew bi hejmarek gelekî kêm nayê hilbijartin. (10)
Helwesta Faîk Bucak ya di nav partîyên Tirkîyeyê de bibe parlamenter ji alîyê hinek rewşenbîr û welatparêzên kurdan de jî dihate gotûbêjkirin. Yek ji wan jî Feqe Husên bû ku ew di vî warî de weha dinivîse:
“Helwesta Faîk Bucak ya di partîyên burjuvazî yên Tirkîye de bibe namzet û têkeve parlementoyê ez şaş kiribûm. Rojake min ev pirs ji wî kir. Wî di bersîva xwe de got ku `Em nikarin pirsa xwe tenê bi avakirina rêxistinên xwe çareser bikin. Divê em bi sifatê xwe yê parlemenî û kursîya parlementoyê jî bi karbînin û dengê xwe bighînin dinyê û di vî warî de meşrûtiyetekî bi dest bixin. Dinya ji kesên hatine destnişankirin bêtir, rûmetê didin kesen hatine hilbijartin û li gotinên wan têne guhdarîkirin û pêşniyarên wan giring têne dîtin. Ji bo wê yekê divê em bibin parlamen. Ez dizanim ew partîyên ku ez dibim namzetên wan, dijminên kurdan in û partîyên kolonyalîst in. Lê ji bo ez bêm hilbijartin divê ez vê kanalê bi kar bînim. Ev taktîk e. Eger em vê taktîkê baş bi kar bînin, em dê ji bo çareserkirina pirsa xwe ya neteweyî xizmetê bikin”.(11)
Di 1965an de de “Partiya Karkerên Tirk (TIP)“ cara pêşîn beşdarî hilbijartinên giştî yên parlementoyê dibe. Li tevayê Tirkîyeyê %3 dengan digre û 15 perlemanteran derdixîne. Di van hilbijartinan de TIP herî zêde li bajarên kurdan dengan digre. Weke nimûne: Li Mêrdînê %11,8, li Sêrtê %10,6 li Dêrsimê %9,8, li Diyarbekirê %7,6 li Wanê %7,4, li Agrîyê %7,3, li Bedlîsê %6,9, li Hekarîyê %6,8 û li Batmanê ku di wê demê girêdayî Sêrtê bû %7ê dengan digre. Av. M. Ali Aslan ji Mêrdînê, Tarik Ziya Ekincî ji Diyarbekirê, Kemal Bilbaşar ji Sêrtê weke parlementer têne hilbijartin.

Damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkîyeyê (PDKT)
Piştî sala 1964an Seîd Elçî ji zînadanê derdikeve, li Diyarbekirê bi cih dibe. Ji alîyekî bi karê mihasebetîyê aborî û debara xwe dike; ji alîyê din jî xebat û pêwendiyên xwe yên ji bo damezrandina partîyek serbixwe ya bi nasnameya kurdî, bi welatparêz û rewşenbîrên kurdan re xurt dike.
Di destpêkê de, Seîd Elçî ji bo avakirina partîyek kurdî, li serokekî xwenda, rewşenbîr, welatparêz û civatnas digere. Lê di wê demê de, kesên weha bi tilîkan dihatin hijmartin. Ew li derîye çend kesên ku hêvîyê jê dike dixîne, lê dest vala vedigere. Kesek ji wan xwe nade ber rîskek weha mezin. Şarefedîn Elçi di serpêhatiyeke xwe de, li ser wê demê û hewldanek Seîd Elçi weha dibîje:
“Di dema damezrandina Partîyê de, Seîd Elçî li Diyarbekirê pêşneyara avakirina Partîyê ji avûqatekî welatparêz û navdar (Av. Edîb Altûnakar) re dibe. Avûqat vediceniqe û li dijî vê peşniyare derdikeve û bi ser Seîd Elçî reradibe û dibêje:
Seîd ma tu dîn bûyî, te hişê xwe wenda kiriye? Tu çawa behsa partîyek weha îlegal û kurdî dike` Seîd Elçi bi awakî gelekî rehet û jixwebawer lê vedigerîne:
Ez dîn nebûme, hişê min jî li serê min e. Ez sûnd dixwim ku kesê mîna te nêzîkî vê pirsê nebin jî ez ê li kûçeyên Diyarbekirê du hemalan bibînim û Partîyê ava bikim”. (12)
Di biryargirtina damezrandina PDKTyê de, roleke taybetî ya Fehmî Bilal (Firat) çêbûye. Fehmîyê Bilal katibê Şêx Seîd bû. Mîmarê fikrî yê avakirina partiyek serbixwe ya kurdî Fehmî Bîlal e; lê têkoşer û hostayê avakirina Partîyê Seîd Elçî ye.
Di dema amadekarîya damezrandina PDKT de, Seîd Elçî û hevalên xwe pêwendîyan bi gelek siyasetmedarên ”Binya Xetê” ango Rojavayê Kurdistanê re, yên weke Nureddîn Zaza, Cegerxwîn, Hemîdê Hecî Derwêş, Mecîdê Haco û kesayetên din re datîne. Di warê avakiriana partîyek weha de nerîn û pêşniyarên wan digrin.
Piştî Seîd Elçî û çar hevalên xwe biryar didin ku partiyeke serbixwe, siyasî ya îlegal û kurdî ava bikin, ew di ser rêya Rojavayê Kurdistanê re, destûr û programên “PDK Iraqê” û “PDK Surîyeyê” didin anîn. Derwêşê Sado erebî baş dizanîbû û wan destûr û programan ji erebî werdigerîne kurdî. Şerafeddîn Elçî wergera wan bi destnivîsa xwe dinivîse. Ew ji wan destûr û programan jî istifade dikin û li gor mercên wê demê ya Tirkîyeyê destûr û programa PDKTyê bi kurdî amade dikin. Di amadekarina destûr û programa PDKT de, nerîn û pêşniyarên Av. Faîk Bûcak û Av. Kemal Badillî jî digrin.
Piştî ew bername û destûra Partîyê amade dikin, Seîd Elçî (Pêşmergê Welat), Şerafedîn Elçî (Dûrnas), Derwêşê Sado (Jîrek), Şakir Epozdemir (Evîndarê Welat) û Emer Turhan (Bendeyê Welat) di 11ê tîrmeha 1965an de, li Diyarbekirê li bexçeyê “Koşka Gazî” sond dixwin û Partîya Demokrat ya Kurdistana Tirkîyeyê (PDKT) ava dikin.
Seîd Elçi dibe serok, Şerafedîn Elçî dibe sekreter, Şakir Epozdemir dibe muhasib, Derweşê Sado û Emer Turan jî dibin endamên demezrîner.
Beşdarîya Av. Faîq Bûcak ya nav PDKT û serokatîya wî
Weke me li jor jî behs kir; haya Av. Faîk Bucak û Av. Kemal Badillî ji damezrandina Partîyê hebûn. Di dema amadekirina destûr û programê de bi nerîn û pêşniyarên xwe alîkariya amadekirina vê destûr û programê kirine. Av. Kemal Badillî xebatên xwe yên li ser ziman û nehezkirina xwe ya ji siyasetê nîşan dide û endametîya damezrîner ya Partîyê qebûl nake. Faîq Bucak, bi karekter û nerînên xwe û bi rûmeta xwe ya di nav civatê de, ji bo seroktîya Partîyê kesekî îdeal bû. Lê ew jî di destpêkê de hinek sedemên xwe yên taybetî nîşan dide û dibêje “ew vê gavê ji bo vê xebatê ne amade ye”. Loma, ew jî daxwaza endametîya damezrîner ya Partîîyê qebûl nake.
Piştî damezrandina PDKT, endamên damezrîner yên Partîyê du caran Fehmî Bilal dişînin Ruhayê cem Faîk Bucak ku wî ji bona endametîya Partîyê razî bike. Faîq Bucak di serlêdana dawî ya Fehmîyê Bîlal de vê daxwazê qebûl dike. Piştî Av. Faîq Bucak endametiya Partîyê qebûl dike, sekreterê Partîyê Şerafettîn Elçî dihere Ruhayê û li mala Av. Faîq Bucak û li ser program û destûra heye dixebitin. Li gor daxwaz û pêşniyarên Faîq Bucak guherandinên dawî têne kirin. “Pêşgotin” li wê derê dikeve pêşîya programê û bi vî awayî li ser program û destûrê li hevûdu dikin.
Faîq Bucak di 21ê tebaxa 1965an de tê Diyarbekirê. Pênc damezrînerên PDKT û Faiq Bucak li Otêla Turîstîkê dicivin. Faîk Bucak li wê derê sond dixwe û beşdarî nav Partîyê dibe. Di wê civînê de, Seîd Elçî ji seroktîya Partîyê îstifa dike û Faîk Bucak weke Serokê Partîyê hildibijêrin. Şerafedîn Elçî jî ji sekreteriyê îstifa dike û Seîd Elçî dibe Sekreterê Partîyê. Şakir Epozdemir weka muhasibê, Şerafedîn Elçî, Emer Turhan û Derwêşê Sado jî weke endamên damezrîner dimînin. Bi vî awayî damezrandina “Partiya Demoqrata Tirkiyê” awayê xwe yê dawî digre: Av. Faîk Bûcak (Zinar) Serok, Seîd Elçî (Pêşmergê Welat) sekreter, Şakir Epozdemir (Evîndarê Welat) muhasib, Şerafedîn Elçî (Dûrnas) endamê damezrîner, Derwêşê Sado (Jîrek) endamê damezrîner, û Emer Turhan (Bendeyê Welat) endamê damezrîner.

Gava Av. Faîk Bucak li Otela Turistikê sond dixwe, beşdarî nav PDKT dibe û weke serokê Partîyê tê hilbijartin; seroka TIPê Behice Boran, Dr. Tarik Ziya Ekincî û Canîp Yildirim li eynî otelê ji bo hevdîtinê li benda Av. Faîk Bucak in. Di vê hevdîtinê de, Behice Boran Av. Faîk Bucak dawetî nav TIPê dike û weha dibêje: ”Faîk beg, cihê te divê li cem me be”. Faîk Bucak jî bersiva wê weha dide: ”Bê guman, lê bi şertekî. Eger hûn pêşneyarên çareserkirina pirsa kurdî têxin programa xwe; hebûna kurdan qebûl bikin û di programa xwe de bi cih bikin; wê gavê cihê me hemûyan wê TIP be”. Li ser vê bersîvê, rûyê Behîce Boran dihê guherandin û weha dibêje: ”Faîq beg, em dikarin pirsa kurdî têxin programa xwe, lê dewletê roja din vê Partîyê bigre…”(13)
PDKT li navendeke girîng ya siyasî li Diyarbekirê hatibû damezrandin. Program û destûra wê bi kurdî hatibû amadekirin. Ev cara pêşîn bû ku kurdên Bakurê Kurdistanê, li ”paytextê Bakurê Kurdistanê” partîyeke kurdî ava dikirin. Kesên Partî damezrandibûn ji navçeyên cihê yên Kurdistanê dihatin. Yek ji Çewlîgê, yek ji Sêwregê, yek ji Kurtalanê, yek ji Eruhê, yek ji Cizîrê û yek jî ji Baykanê bû. Du kes ji wan Avuqat, du kes mihasib û du kes jî memûr bûn.
Kuştina serokê PDKTyê Av. Faîq Bucak
Piştî damezrandina PDKTyê, komek însan bi evîndariyek mezin dest bi xebata siyasî û rêxistinî dikin. Bîr û bawerîya pêwîstiya xebata siyasî û rêxistinî di nav miletê Kurd de roj bi roj xuttir û berfirehtir dibe. PDKT hedî hedî di nav xelkê de, reh û rêçikên xwe berdide. Li gelek gund û bajarên Kurdistanê û li çend bajarên metrepolê jî kom û komikên Partîyê têne avakirin.
Partî bi taybetî di nav gundî, esnaf û beşekî memûran de piştgirî û sempatiyeke berbiçav digire. Rewşenbîrên ku di medreseyên olî de xwendibûn ku gelek ji wan di mizgeftên gund û bajaran de meletî dikirin, di xebat, peşketin, berfirehbûn û hûnandina Partîyê de roleke taybetî dilîzin.
Karbidestên dewleta Tirkîyeyê, ji vê pêşketin û berfirehbûna Partîyê nerehet dibin. Ji bona pêşiya vê pêşketinê bigrin, dest bi hazirî û planên taybetî dikin. Hedafa pêşî, serokê Partîyê Av. Faîq Bucak e. Îstîqbarata dewletê ji nakokî, berberî û dijîtiyên herêmî û eşîrî jî îstifade dike û li hemberî serokê PDKTyê Faîk Bucak, komployekê amade dike. Di 4ê tîrmeha 1966an de, li benzînxaneyek nêzîkî “Pira Reş”ê kemînekê li pêşiya serokê PDKTyê Av. Faîq Bucak datîne. Di vê erîşî de, Faîq Bucak ji lingê xwe birîndar dibe û wî radikin nexweşxaneya Ruhayê. Rewşa Faîq Bucak ne ya mirênê ye, lê karbidestên dewletê, di nexweşxanê de jî dev ji wî bernedan û di 5ê tîrmeha 1966an de ew jiyan xwe ji dest dide.
Gava berpirsiyarên PDKT dibihîzîn Faîk Bucak birîndar bûye, Saîd Elçî dihere Ruhayê nexweşxanê wî ziyaret dike. Rewşa Faîk Bucak baş e û ew ji Seîd Elçî re dibêje ”meraq neke, rewşa min başe, birîna min ji lingê min e û ne giran e”, Saîd Elçî jî vê rewşê kêfxweş dibe û bi henekî jê re dibê je; “Ji xwe ji me re, lingê te zêde ne lazim e, serê te lazim e”. Seîd Elçî vedigere Diyarbekirê û mizgînê dide hevalên xwe ku rewşa Faîk Bucak baş e û birîna wî ne giran e. Lê piştî serlêdana Seîd Elçî bi çend demjimêran, bi mudaxeleyek bijîjkî ya kardidestên dewletê, ew di 5ê tîrmehê, seet 07.10 de canê xwe ji dest dide. (14)
Piştî xebera wefata wî, hevalên wî Saîd Elşî, Şakir Epozdemir, Omer Turan; terzî Şemsî Ûsta û destbirakê wî Dr. Enver Atmanoglu bi pîkabekê tên Ruhayê, cenazeyê wî tînin Swêregê û bi merasimek girseyî wî dispêrin axê. Li gorî agahdarîyê Şakir Epozdemir didê; “konvek mezin bi dû cenazeyê wî de çedibe. Gava cenaze û konvoy di nav Hîlwanê re derbas dibe, qelebalixet gelek zêde li herdu alîyên cadê rêzdibin û destên wan li ser sîngên wan bi rêzdarî ew cenazeya Faîk Bucak pêşewazî dikin. Destbirakê Faîk Bûcak, Dr. Enwer Atmanoglu di rêwîtiya ji Diyarbekirê heta Ruhayê her digirî û dibêje `Faîkê min kuştni. Birîna wî ne ya mirê bû. Ma çima kesekî xeber neda min`…” (15)
Av. Faîk Bucak li Swêregê Goristana Girêsor spartin axê. Li ser gora wî, Av. Edîp Altunakar û Seîd Elçî diaxivîn. Seîd Elçî li ser gora wî sond dixwe û dibêje: “Ez li ser gora te sûnd dixim ku heta ez sax bim ez ê bi armanc û bîrûbawerîyên te re girêdayî bibîne; ez ê navê Partîya te bidim jiyandin, ez ê xebata partîyê te bidomînim û pêşve bib´ime”.
Kuştina Av. Faîq Bucak derbeyeke gelek mezin li Partîyê dixe. Ji bo partiyek weha ciwan, wendakirina serokekî weke Av. Faîq Bucak bêşansîyeke gelekî mezin bû. Di ser damezrandina Partîyê de, hîn salek derbas nebûbû. Partî hê gelekî taze û di qonaxa xwehûnandin û berfirehîyê de bû. Pêwîstîya Partîyê bi beşdarêya rewşenbîr û kadirên din yên ku ji derveyî Partîyê mabûn hebû. Di vî warî de, yek ji wan kesên ku herî hêvî jê dihat kirin ku dikarîbû wan bikşîne nav Partîyê, Av. Faîq Bucak bû. Di wê demê û di wan şert û mercan de dagirtina dewsa serokekî weke Av. Faîq Bucak ne hêsan bû.
Piştî kuştina serokê Partîyê Av. Faîq Bucak, endamên Komîteya Navendî ya PDKTyê bi awakî awarte dicivin û biryar digrin ku postê serokê Partîyê Faîq Bucak vala bihêlin û Seîd Elçî weke sekreterê Partîyê, serokatîya Partîyê bimeşîne. Piştî wefata Faîk Bucak bi çend rojan, bi navê Sekreterê PDKTyê û bi qasidekî taybetî Seîd Elçî mesajek sersaxîyê ji xanima Faîk Bûcak, Ayşê xanimê re dişîne:
”Dayika me ya Ezîz Sitî Ayşe Bucak,
Hevalê te û Serokê yê ezîz Faîq Bucak 4ê Tîrmeha 1966an da li Riha herêma Qerekoprî da kemîna komara kolonyalîstan da bi destê kolonyalîstan û hevkarên wan hate birîndarkirin. 5ê Tîrmehê li nexweşxaneya Riha da bi destên ewlekariya komara kolonyalîst hat şehîdkirin.
Em tu car hizmeta wî ji bona milletê xwe kiriye jibîr nakin. Emê xwîna Seokê xwe ji erdê rakin û armanca wî bînin cî.
Sekreterê PDKT (16)

Faîq Bucak helbestvanîya wî
Faîq Bûcak ne tenê siyasermedar û rewşenbîr bû, herweha ew helbestvanekî hêja bû. Wî bi zimanekî zelal û şêrîn gelek helbestên kurdî li ser zilm, zordarî û êşa kurdan nivîsandîye. Li gorî aghdarîyê kurê wî Serhat Bucak dide, xanima Faîq Bucak Ayşe Bucak hemû helbestên wî ezber kirûbû lê mixabin gelek ji wan helbestên wî nehatin tomar kirin.
Di kitêba ’Kürt Hakim Faik Bucak` in Yaşami’ ya Sehat Bucak de 12 helbestên wî yên ku hatine peydakirin, hatine weşandin. Helbestên wî yên bi navê ”Sonda Mirinê” û ”Gazin ji Xwedê” di nav kurdan de gelekî naskirî ne.
Di salvegera şehadeta 60 salîya Av. Faîk Bucak de, ez dixwazim wî û hemû pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî û bi çend beytên helbestên wî bi bîr bînim.
SONDA MIRINÊ
Sonda me mirin e, di rêya te dawelat
Kefen kirasên me ne, ferman û xeml û xelat
Xencî mirinê li dinê ji bo me nema xebat
Xwuna me hat firotin pê bikirin Kurdistan
Em dîltîyê naxwazin, rumet e goristan
………..
GAZIN JI XWEDÊ
Ne nan e, ne dan e, ne şîv û taştê
Ho Rebîyo! Ewqas derd û bela ji kû tê
Dewlemendî li me girt, êdin em bûne xezan
Hiş di serê me da nema, belê mane gêj û nezan
……….
BIJÎ DAYIKAN MIN BIJÎ
Bijî dayika min Kurdistan
Dilê me birîn e derd û xûn tijî
Singa te ji kurdan re goristan
Ma tu mêrxwur î dayika Kurdistan
…………………………………….
XEBER HAT LI IRAQ
Xeber hat li Iraq,
Hindik mayr rojhilat
Davêjin top û tifing,
Barzanî bo me piling
Serekê miletê me ye,
Lewra rûmeta me ye
………………………………….
EDÎ BES E
Nan û av ji dest me girtin
Em li çol û Kerbela hiştin
Romî zaro û jinên me kuştin
Xortino rabin êdî bes e
(dûmahîk heye)
-------------------------------------------------------------------------
TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ:
(10) Ji bo vê behse binere: Yusuf Serhat Bucak, Kürt Hakim Faik Baucak`ın Yaşamı, weşanên Avesta, Stenbol 2020, r.191
(11) Yên ku ji Feqe Husên neqil dike: Yusuf Serhat Bucak, Kürt Hakim Faik Baucak`ın Yaşamı, weşanên Avesta, Stenbol 2020, r.135.
(12) Ji aghadarîyên taybetî yê damezrênerê PDTyê Şerafedîn Elçî.
(13) Ji aghadarîyên taybetî yê damezrênerê PDKTyê Şakir Epozdemir.
(14) Ji bo vê behse binere: Yusuf Serhat Bucak, Kürt Hakim Faik Baucak`ın Yaşamı, weşanên Avesta, Stenbol 2020, r.165, r.192
(15) Ji aghadarîyên taybetî yê damezrênerê PDKTyê Şakir Epozdemir.
(16) Binere: Yusuf Serhat Bucak, Kürt Hakim Faik Baucak`ın Yaşamı, weşanên Avesta, Stenbol 2020, r.164

