Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî

Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî

.

A+A-

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo her kesê ku agahiyan li ser pênc fermandarên bilind ên Pasdarên Îranê eşkere bike, 10 milyon dolar xelat danî.

Washington wan fermandaran bi êrişên bi çekan û sîber ên li ser berjewendiyên Amerîkayê tawanbar dike.

Li gorî daxuyaniya bernameya "Xelat ji bo Dadweriyê" (Rewards for Justice) ya wezaretê ku doh hate belavkirin, ev kesayet serokatiya wan yekeyên Pasdarên Îranê dikin ku bi awayekî rasterast karmendên Amerîkayê bi êrişên çekdarî kirine armanc.

Her wiha wan êrişên sîber ên metirsîdar birine ser jêrxanên hesas ên Amerîkayê.

Navên pênc fermandarên ku ketine lîsteyê

Nav û wêneyên wan pênc fermandarên ku Amerîkayê belav kirine ev in:

Ehmed Wehîdî: Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran a Îranê

Elî Ebdulahî: Sererkanê Biryargeha Navendî ya Xetemul Enbiyayê

Seîd Aqacanî: Fermandarê Yekeya Dronan a Hêzên Esmanî yê Supaya Pasdaran

Hemîdreza Leşkerîyan: Serokê Fermandariya Elektronîk û Sîberî ya Pasdaran

Mecîd Xademî: Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Supaya Pasdaran

"Sermijara planên terorîstî ne"

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku ev kes serpereştiya plankirin û bicihanîna karên xeraker û terorîstî yên Pasdaran li seranserê cîhanê dikin.

Bernameya "Xelat ji bo Dadweriyê" bangî xelkê dike ku her agahiyeke wan li ser van serkirdeyan an jî şaxên di bin kontrola wan de hebe, ji wan re bişînin.

Amerîkayê soz daye ku ji xeynî xelata darayî ya ku digihîje 10 milyon dolaran, amade ye "parastin û veguhastina ji bo cihekî ewle" ji bo wan kesan û malbatên wan ên ku agahiyan didin, dabîn bike.

Ev gava Washingtonê di çarçoveya hewldanên tund ên îdareya Amerîkayê de ye ji bo astengkirina destwerdana Supaya Pasdaran a Îranê ya li herêmê û sînordarkirina şiyanên vê rêxistinê yên di warê êrişên bi dronan û êrişên sîber de.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin