
PWK: Em êrîşa nijadperest a li Zonguldakê li karkerên kurdhatîye kirin şermezar dikin
.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Em êrîşa nijadperest a li Zonguldakê li karkerên kurd hatîye kirin şermezar dikin
Zêdetirî 70 karkerên demsalî û malbatên wan ku ji navçeyên Cizîr û Silopîya yên Şirnexê ji bo di berhevkirina findiqan de kar bikin çûbûn gundê Bektaşlı yê ser bi navçeya Alaplı ya bajarê Zonguldakê rastî êrîşê hatin. Di dema êrîşê de dîmenên zarokên di kasa kamyonetê de ku di nav panîkê de digirîyan, di raya giştî de cîh girtin.
Ev êrîş, êrîşeke nijadperest e, li dijî mirovahiyê ye û encama sîyaseta ku li dijî kurdan tê meşandin e; encama perwerde, manîpulasyon û zexta civakî ya şovenîst ya piralî ye ku bi dehan salan e ku di hişmendîya civaka tirk de tê hûnandin.
Divê ev êrîş neyê paşguhkirin.
Divê baroyên li Kurdistanê di vê mijarê de însiyatîfên hiqûqîyên pêwîst bidin destpêkirin, dezgehên ewlekaryê divê faîlên van êrîşan tespit bikin û li dijî wan lêpirsîna qanûnî bê vekirin û bi cezayê herî giran ku heq dikin werin cezakirin.
Divê li Kurdistanê hemû partîyên siyasî û sazîyên civakî yên kurd û rûsipîyên ku di nav civakê de xwedî bandor in, li dijî vê êrîşa nîjadperest helwesteke hevpar nîşan bidin.
Li Tirkiyeyê divê derdorên herî berfireh ku alîgirên mafên mirovan, demokrasiyê û azadiyê ne, li dijî vê êrîşa li dijî mirovahîyê, nijadperest û şovenîst dengê xwe bilind bikin.
Em vê êrîşa nijadperest ya li Zonguldakê li karkerên kurd hatîye kirin şermezar dikin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin