
PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne
.
A+A-
Li gorî medyaya nêzîkî PYDê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), amadekariyê dike ku di meha Cotmehê de kongreya xwe ya pêşwext li dar bixe û di kongreyê de hem navê xwe hem jî kadroyên xwe yên sereke biguherîne.
Li gorî çavkaniyan tê çaverêkirin ku di vê kongreyê de di nava kadro, rêveberî û siyaseta partiyê de guherînên bingehîn pêk werin.
Tê gotin ku ev biryar li ser pêvajoya li Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan re tê meşandin û Peymana Entegrasyonê ya 29ê Çileyê ya bi Şamê re hatiye dayîn.
Heman çavkaniyan diyar kiriye ku ji ber geşedanên dawî yên herêmî û pêvajoya nû, amadekariyên kongreyê bi lez berdewam dikin û heta îdîayek heye ku dibe navê partiyê jî di ê kongreyê de bê guherandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin