GÛNEHKARÎYA ALÛÇEYÊN (ERÛGÊN) TIRK Û KALÊ DESTPÊK
Di vê pirtukê da min qehramanê kurte çîrokan Kalikê min e. Helbet qarektar û jîyana wî ya rengînî, weku qehreman, sebebê helbijarina Kalê ye. Min serpêhatîyên Kalê bi tiştên xeyalî hûnand û davîyê da va pirtûka derket. Motîvasyona nîvîsandinê , bi tenê ji hez û hurmeta Kalê nay; ji tiştekî kurtir tê. Jîyana Kalê û ya min parçeyên yêk çem in. Bê tahamûlûya li hember îdentîya (hûvîyeta) cuda; ne bi tenê Kalê, lê generasyona min û yê piştê min jî kiri qurbanê heman mentalîteyê. Xortanîya me, bû qurbanê hûkûmdarîya kesên xadî menfaat û îhtîras. General bi rêya darbeyê hatin ser hukim. Herçixas ew şuva kişîyan jî, sîvîl nebûn sîvîl. Îdara kêyfî û bê adalet bû normekî normal.
Min dikanîya li hember zordarîyê, weku piranîyan, ferzên zordaran qebul bikirina; yan jî bi dengikî bilind rê bidana hîsên xwe. Min ya duduyan helbijart.
Zimanê min ê qiççiktîyê, zimanê dayik û bav û kalikê min, di bin zordarîya nijadperestîyê da tê bîr kirin. Ez dixwazim bi zimanê zaroktîyê, bi dengê bilind û bê tirs xwe îfade bikim. Her roj, kesên ku bi zimanê min ê kurmancîya Qoçkirîyê xeber didin, kêmtir dibin. Merî (merov) û aqrabayên min yên li metropolan dijîn , bi qarekterikî din derdikevin pêşîya min. Hindik ji wan, zêde zorê didin xwe ku weku Îstanbolîyan kîbar qezî bikin. Xebera wan tune ku wextikî îstenboluyan jî taqlîta fransî dikirin û hîn jî dikin.
Di tarîxê da bo zimanê bi prestîj, înterese her dem zêdetir bîye. Prestîj ji zimanê devlet bûyînê tê. Loma tirkîya Istenbolê; ji ya Qeyserî, yan jî, ji ya Konyayê prestîjtir e. Bo kar i bar û bo pêşketinê, gel mecbure zimanê bi prestîj hîn bibî. Lê dil dixast ku zimanê daykê nebûna qurbanê zimanê devletê. Wer xuya ye ku devlet; ne bixwe ne jî ji zimanê xwe bawere, loma bi cure cure tedbîran pêşîya zimanê kurdî girtîye; bîr kirina zimanê daykê bo serketinê ferz kirîye. Ez li hember vê tiştê diskinim. Xadî multî ziman bûyîn, ji bo nasîna civat û komînîkasyonê tiştekî rind e û merovan pêşva dexinî.
Di vî nîvîsê da, du armancên min yên sereke hene: 1) Ez dixwazim zimanê Qoçkirîyê bidim nasîn ku kurdî jî, ji vê xazîneyê bikanîbî feyde bibînî û devlementir bibî. Kêmasîyên zimanê kurdî bi rêya komkirina gotinan mintiqeyî kêmtir dibî. Di zimanikî da hebûna sînonîman îşareta devlemendîya ziman e. Loma gerek kes nebejî; ‘’Em waha dibêjin’’. Min bi zanetî pêşî daye bêjeyên Qoçkirîyê, lê li pir cîyan jî, kelîmeyên ku îro weku zimanê fermî tên nasîn, hatîye kar anîn. Ziman tiştekî zîndî ye. Di wexta nîvîsînê da min gelek numuneyên gotinên kurmancî, yên ku bi hinek guhertinên piçuk/qiççik daxîli tirkî hatine kirin, dît. Min ji bo hesantir famî, li her sayfeyê, weku ferheng , bi herfên qiççik cîh daye xarnotan .
2) ziman, kultur û baverî tiştên bi hev girêdayî ne. Evanan hevudu temam dikin. Bi zimanê bîyanî norm i standartên bîyanî tên girtin. Guhertina bê pîvan û bê qontrol dibî sebebê dejenerasyonê.
Min xast ku ez kultura rojên zaroktîya xwe bidim nasîn. Gelek kes bi tesîra zîhnîyeta kolonyalîst, her tiştên kemn bi navê ‘’kultura feodal’’ bi nav dikin. Di kultura kemn da asîltî û xulamtî jî heye. Xulamtîya îroyîn baştir e? İro, di hinek cîyan da, helbet pêşketin çêbîye, lê bîna kulturê ser hîmên xwe ava dibin, dar li ser kok i kocegên heyî zîl didin.
Ez nizanim di van armancan da ez çixas bi ser ketim? Lê helbet va gavek e. Meş bi gavan destpê dike. Meşina çend kesan têr nake, gerek civat bi hevra bimeşi...
Not: Ez destpêkê da dixwazim vê kitabê; bê ku bi yêkî bidim edît kirin, çap bikim. Armanca min ew ê ku kurmancîya Qoçkirîyê bi orîjînalîya xwe bê nas kirin. Ez, malzemaya ‘’xam’’ pêşkeşi zimanzanan dikim, ku ew li ser kar bikin û ziman jê feyde bibînî. Di ser da, ez nizanim kurmancîya min çixas xam e?



YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin