Zinar Soran

Zinar Soran

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Di 61 salîyê PDKT û 60 salîya Av. Faîk Bucak de Kurteanalîzek li ser xeta neteweyî û niştimanî ya PDKT (1)

A+A-

Berî niha bi 61 salî (11.07.2026) li paytextê Bakurê Kurtistanê Diyarbekirê ”Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyeyê” (PDKT) hate avakirin. Piştî damezrandina Partîyê bi salekê (05.07.2026) serokê duyem yê PDKT Av. Faîk Bûcak di encamê komployek dewletê de di 05.07.2026an de hate şehîd kirin. Di vê kurteanalîza xwe de, ez dê bixwazim li ser van herdu mijarên girîng, ango li ser 60 salîya salvegera şehadeta Av. Faîk Bucak û 60 salîya salvegera PDKTyê rawestim.

Di vê çarçeweyê de, ez dê bi awakî kurt û kronolojîk li ser jiyana Av. Faîk Bûcak, damezrandina PDKT, weke xeta neteweyî û niştimanî bername û armancên PDKT rawestim. Herweha ez dê bixazim weke xeta neteweyî û niştimanî, daxwaz û armancên siyasî, demokratîk, aborî û kulturî PDKT yên 61 sal berê bi xeta engterasyona bi dewletê ya niha re beramberî hevdû bikim.

KRONOLOJÎYA KURTEJIYANA AV. FAÎK BÛCAK

Zarokîya Faîk Bucak
Faîq Bûcak di sala 1919an de li gundê Hadroyê ya qeza Swêregê hatiye dinyê. Ew ji eşîra Bucakan, beşê Abîkan e. Bucak ji eşîra Zirikan in. Zirikan konfederasyonek eşîran e ku ji çend eşîr û bavikan pêk tê. Bavê wî Hasan Abîk e, diya wî jî Qudret xanimê ye.  Zarokîya Faîk Bûcak li gundê Hadro û Kazoyê derbas dibe.

faik-bucak-gunde-kazo-1937-2.jpg

Faîq Bucak dibistana seretayî li Hadro û Swêregê dixwîne. Ji bo dibistana navîn li Swêregê tuneye, ew dibistana navîn li Ruhaye dixwîne û lîseyê jî li Diyarbekirê û Meletê dixwîne.

Di dema zaroktî û xwendina Faîk Bucak de li Kurdistanê sê serhildanên mezin pêk tên. Di sala 1925an de Serhildana Şêx Saîd, di 1927-30yî de Serhildana Agirî û di 1937-38an jî Serhildana Dersimê. Qetlîam û jenosîdên di van serhildanan de, zilm û zordarîya hovane, sirgûn û koçberîyên bi darê zorê yên dewleta dagirker, tesîrek mezin li ser miletê Kurd û civakê dike. Tevna civakê serûbinî hevdû dike; gelek birînên cûrbecûr yên nayên dermakirin di laşên civakê de çê dike.

Malxalanê Faîk Bûcak yên ji alîyê diya wî Qudret xanimê jî ji vê zilm, zordarî û xezeba dewletê bêpar namînin. Diya Faîq Bûcak, Qudret xamimê xwarzîya eşîra Mîrdesan e. Kalkê wê Hecî Abûzer axa li nehîya Narincê ya qeza Kahtayê (Kolîkê) niştecîh bûn. Şukrî, Sebrî, Emin û Nûrî çar kurên Abûzer Axa ne. Siyasetmedar, helbestvan û rewşenbîrên kurd Osaman Sebrî, lawê Osmanê kurê Abuzêr Axa ye. Xalanê Qudert xanimê Şukrî û Nûrî axa piştî serhildana Şêx Seîd ji alîyê dewletê ve têne îdamkirin. Di wê demê de, leşkerên dewletê li ber çavên Faîk Bûcak diya wî dixin felaqê û îşkence dikin. Di malê de, diya Faîk Bucak hergav behsa van bûyer û serpêhatîyan diltevzînî dike. Ev zilm û zordarîya dewletê ya li ser kurdan û îdamkirina malxalanên dîya wî, îşkenceya feleqê ya diya wî tesîrek mezin li ser Faîk Bûcak dike û di nasnanamî wî ya kurdayetî, niştimanî û keseyatîya wî ya siyasî de bandorek mezin çê dike.

Mesaja ”Wezîrê Dadê yê Tirkîyeyê” yê wê demê, M. Esad Bozkurd ku di 19ê îlona 1930 de, di rojnameya Milliyetê de hatiye weşandin, siyaset û helwesta dewleta Tirkîye ya dagirkerî û nîjadperestî bi awakî zelal radixîne ber çavan:

”Divê dost û dijmin bizanibin ku efendîyên vî welatî tirk in. Kesên li Tirkîyeyê dijîn û di damarên wan de xwîna tirkan tune bin, tenê mafekî wan heye; ew jî koletî û bindestî ye”!

Faîk Bucak, di 1939an de bi qîza metka xwe Aîşe (Eyşe) xanimê re dizevice. Gava ew dizewice, ew hê xwendekar e. Eyşe li cem diya wî Qudert xanimê dimîne.

Rewşa wan ya aborî zêde ne baş e. Piştî zewacê, Faîk Bûcak salekê weke memurê daristanê dixebite.  Lê ew dixwaze xwendina xwe ya bilind bidomîne. Ji bo ew zewicî ye, bavê wî li dij derdikeve ku wî bişîne zanîngehê. Teva hemû astengî û zahmetîyan, Qudret xanimê wî dişîne Stenbolê ku xwendina xwe ya bilind bidomîne.

Dîcle Talebe Yurdu (Wargeha Dîcleyê ya Xwendekaran)
Armanca sereke ya Faîk Bucak bibe hiqûqnasekî baş. Ew xwe li Zanîngeha Hiqûqê ya Stenbolê qeyd dike. Di destpêka xwendina xwe ya 1940-41ê de, li cem hinek hevalên xwe dimîne. Piştî salekê, layê xalê xwe Mistefa Remzî Bucak, Dr. Yusuf Ezîzoglu, Musa Anter û Ziya Şerefxanoglu ”Dicle Talebe Yurdu” (Wargeha Dîcleyê ya Xendekaran) ava dikin. Di heman demê de, ew her pênç heval di nav xwe de ”Civaka Parastina Kurd” ava dikin.

Musa Antar li ser vê ”rêxistinê” weha dinivîse: ”Rêxistina me avakiribû, di maneya îro de ne partî, ne jî komele bû. Ew bêtir komîteyek sivîl ya îlegal bû”. (1)

Li gorî aghadarîyên Musa Anter dide; midûrê “Wargeha Dîcleyê”, M. Remzî Bûcak bû û ew di her hilbijartinê de weke midûrê Wargehê dihate hilbijartin. Ew û Faîk Bucak jî berpirsiyarên rêvebirîyê bûn. Li ser hinek taybetmendîyên Faîk Bucak jî Musa Antar weha dibêje:

“Bi awayê jiyana xwe, bi helwest û awayên li hemberî bûyeran û herweha bi şikl û şemalê xwe ew dişîbîya Gandî. Loma jî ew weke Gandî dihate bibîranîn. Gava xwarin li Wargehê nedidît, rojî digirt; gava kitêbên pêwîst peyda nedikir, not digirt; gava cilêtê kurkirinê  peyda nekir, riha xwe berdida; lê tu carî ji wan rewşan gilî û gazin nedikir. Teva temenê wî yê ciwan, ew kesayetîyekî stewyayî bû…” (2)

wargeha-dice-gruba-folklore-2.jpg

Wargeha Dîcleyê, di heman demê de weke ”hêlîn û dibistanek” siyasî û welatparêzîya kurdî bû. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên kurdan di vê ”dibistanê” de derbas bûne. Bê gûman, mijara dîroka “Wargeha Dicleyê ya Xwendekaran” bi sere xwe babetekî girîng e ku divê mirov bi taybetî li ser raweste.

Zaroka wî ya pêşî “Yayla” (Zozan)
Zaroka Faîk Bucak ya pêşî, Yayla (Zozan) di 7ê tîrmeha 1942an de tê dinyê. Ew dixwaze li nifûsê nave wê weke Zozan qeyd bike. Lê midûrê daîreya nifûsê nivîsandina vî navî qebûl nake; ew jî di heman naneyê de navê wê “Yayla” qeyd dike. Lê Faîk Bucak bi misogerî dixwaze navên zarokên xwe, meriv û derdora xwe bi kurdî qeyd bike. Li Swêregê cara pêşîn ew navên kurdî li hinek zarokên xwe û zarokên merivên xwe dike. Weke navên Roza, Zelal, Zêrîn, Ziving, Yekbûn, Beybûn, Ferzende, Hêvî, Guhdar, Hişyar, Jehat, Sehad, Sertaç û hwd…

Çîroka xwendina Zozanê jî balkêş e. Ew li Antakyayê dest bi dibistana seretayî dike. Gava tayina bavê wê derdikeve qeza Gurunê ya Sêwasê, ew xwendina xwe li wir didomîne.  Li Gurumê mamosteyê wê yê dibistanê bavê Denîz Gezmiş, Cemîl Gezmiş e.

Zozan dûre xwendina xwe li Swêregê didomîne. Dibistana navîn li Ruhayê dixwîne û li dibistana Kandîlê dest bi xwendina lîseyê dike. Lê ji bo bavê wê Faîq Bûcak Sirgûn dibe, ew dev ji dibistanê berdide û vedigere Ruhayê.

Li Ruheya ji derve dikeve îmtehanan û dîplomaya lîseyê werdigre. Ew jî weke bavê xwe dixwaze di zanîngeha hiqûqê de bixwîne. Lê ji bo ku ew nikare têkeve zanîngeha hiqûqê, ferqa dersên ji bo mamosteyê dide û dibe mamoste. Piştî ku salakê mamosteyîyê dike, Faîk Bûcak ji bo xwendina bilind, di gulana 1964an de wê dişîne Parîsê. Merivên Faîq Bucak ji bo şandina Zozanê rexne, gilî û gazînan li wî dikin ku çawa ew dikare qîza xwe bi tenê bişîne welatekî derve. Lê ew bersîva wan bi vê peyva pêşîya dide: “Şer şer e, çi jin e, çi mêr e”.

zehra-zozan-faik-bucak.png

Gava Faîq Bûcak tê şehîd kirin Zozanê li Parîsê ye. Lê ew vê xebera reş dereng dibihîze. Piştî şehadeta bavê xwe bi çend mehan, gava rojekê dihere mala Kamûran Bedirxan  îlana wefata bavê xwe ya di  rojnameya ”Yenî Akiş”ê de, li ser masa wî dibîne.

Ji bo wesyeta bavê wê ya ku ”çi dibe bila bibe, divê tu xwendina xwe temam bike”, Zozan venagere welêt û xwendina xwe li Parîsê didomîne.

Zozanê piştî demekê,  li Almanyayê bi rektorekî zanîngeha Bremenê re dizewice û qîzek wan çê dibe. Ew nave wê dikin “ZOZAN”. Bi vî awayî “Yayla”yê helwesta bavê xwe ya ku divê navên zarokên me bi kurdî bin, weke wesyetekê pêk tine.

Min xwişka Zozanê cara pêşîn di sala 1973an li Berlîna Rojhilat ya Almanyayê dît. Ez li ser navê PDKT di sala 1973an de bi du hevalên xwe re çûbûm Berlînê. Gava xwişka Zozanê bihîst ku çend xortên ji Bakurê Kurdistanê hetine, bi taybetî hate Berlînê em ziyaret kir û xwest bizanibe bê tu pêwîstîya me bi tişkî heye ya na.

Jiyana Faîk Bucak ya Hakimtî û Avûqatîyê
Faîk Bûcak di payiza 1945an de xwendina xwe ya li Zanîngeha Hiqûqê temam dike. Di 17ê Cotmeha 1945an de jî kurê wî Serhat tê dinyê û navê wî Yusuf Serhat datîne.

Av. Faîk Bûcak piştî xwendina xwe ya zanîngehê temam dike, vedigere Swêregê. Piştî peryoda eskerîya xwe temam dike jî ew serî li “stajîya hakîmtîyê” dide. Daxwaza staja wî ji alîyê ”Wezareta Dadê” ve tê qebûl kirin û weke Hakimê cîgir tayina wî derdikeve Antakyayê. Ew bi malbata xwe li wê derê bi cih dibe.

qeza-kozane-1954-2.jpg

Piştî Antakyayê tayina wî derdikeve qeza Gurunê ya Sêwasê. Sertac di 10ê çileya 1951ê de li qeza Gurunê tê dinyê. Navê wî Şevket Sertac datîne. Navên Yusuf û Şevket, navên du heval û hogirên Faîk Bûcak in. Ew herdu heval û hogirên wî di temenekî gelekî zû de wefat dikin. Ew jî weke hezkirîn û rêzgirtina wan herdu hevalên xwe, wan navan li pêşîya navê Serhat û Sertac datine.

Li ser pirsa Musa Anter ya di derheqê navên zarokên wî de, Av.Faîk Bûcak weha dibêje:

”Serhat zîrveya çiyayên biling yên Kurdistanê îfade dike; Sertac navê taca rizgarîya miletê Kurd yê bindest e; Zozan jî navên zozanên Kurdistanê ye…”

Di cotmeha 1951ê de jî zaroka wî ya çaran tê dinyê. Ew dixwaze navê wê DELAL dîne; lê layê xalê wî Mistefa Remzî Bucak dixwaze navê metka xwe, ango diya Faîk Bûcak Qudretê lê bike û ew bi xwe dihere li nifûse navê wê weke ”Kudret” qeyd dike.

Di sala 1952an de, bi alîkarîya M. Remzî Bûcak tayina Faîk Bucak derdikeve qeza Kozanê ya Edenê. Piştî demekê, Faîk Bucak dixwaze ji hakimtîyê îstifa bike û dest bi avûkatîya serbest bike.

Di wê navbênê de, di Hezîrana 1955an de li girtîgeha Kozanê mahkûm dest bi îsyanê dikin. Di dema îsyanê de ew bi rapor li Swêregê ye. Ji bo navbênçîtîyê gazî wî dikin û bi navbênçîtiya wî ew îsyan bi dawî dibe. Lê hikûmeta Partîya Demokrat Faîk Bucak bi alîkarîya vê îsyanê tewanbar dike û wî sirgûnî qeza Hadimê ya Konyayê dike. Li ser vê biryarê, Faîk Bûcak ji hakimtîyê îstifa dike û li Edenê dest bi avûqatîyê dike. Di dawîya sala 1955an de jî Faîk Bûcak vedigere Swêregê û li wê derê weke avûqatê serbest dixebite.

Di DÎROKA NÊZÎK YA BAKURÊ KURDISTANÊ DE ÇEND BÛYERÊN GIRÎNG
Ji bo pêwendîya navbêna hinek bûyeran û bandora wan ya li ser tevgera neteweyî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê, ez dixwazim bi kurtayî li ser çend bûyaran rawestim:

Bûyer û Doza 49an
Di sala 1958an de li Iraqê, di pêşengîya general Ebdulkerîm Qasim de, bi darbeyek leşkerî desthilatdarîya Melik Faysal hate rûxandin. Di Qanûna Esasî ya Iraqê de, hate diyarkirin ku “dewleta Iraqê ji du pêkhateyên bingehîn ereb û kurdan pêk hatîye”. Partîya Demokrat ya Kurdistana Iraqê bi awakî eşkere dest bi xebata xwe ya siyasî kir. Mele Mustefa Barzanî û bi 500 hevalên xwe piştî penaberîya 12salan ya li Sovyetê, di 6ê cotmeha 1958an de vedigerîya Iraqê. Ew bi awakî girseyî hate pêşewazî kirin. Rojname û kovarên kurdî dest bi waşên xwe yên eşekere kirin. Vegera Mele Mustefa Barzanî û ew pêşketinen li Iraqê, ji bo miletê Kurd yê Başûrê Kurdistanê dibe destpêka pêvajoyek nû. Lê herweha ev bûyer û guherandin, hêvî û moralên siyasetmedar, rewşenbîr, welatparêz û xwendekarên kurdên Bakûrê Kurdistanê jî bilind dike.

Di nîsana 1959an de, hinek parlementerên nîjadperest yên dewleta Tirkîyeyê, dest bi propagandayek reş dikin ku “kurdên Iraqê zilm û zordarîyê li tirkên Kerkûkê dikin. Tirkên li Kerkûkê gilîyên xwe bi dewleta Tirkîyeyê dikin û alîkarîyê ji wan dixwazin….” Li ser vê propogandayê, parlamenterê C.H.P (Cumhuriyet Halk Partisi) yê Nigdeyê Asim Eren pirsnamekê pêşkêşî serokê Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyeyê dike:

“Gelo di derheqê zordarîya ku kurdên Iraqê yên li ser tirkan dikin ûdi vî warî de tedbîrên pêwîst hatine girtin ya na?  Gelo gava pêwîst bê dîtin, wê li hemberî vê bûyerê heyf û tol bê hilanîn, ya na?”

Li ser vê helwesta nîjadperest ya Asim Eren, 102 xwendekarên kurd hem ji Asim Eren re û hem jî ji C.H.P re telgerafan dişîne û vê helwesta nîjadperest protesto dikin. Teva ku Seîd Elçî ne xwendekar e, ew jî  ji li ser navê xwe ji Asim Eren re telegerafekê dişînê û vê helwestê protesto dike:

 “Di vê dema ku mafên mirovî ewqas pêşketî û desthildar e, kesek nikare kurdan qir bike û ji holê rake. Vê yekê di wî serê xwe yê kufikî de bi cih bike!”.

Karbidestên dewleta Tirkîyeyê ji van guherandin û pêşveçûnên li Iraqê û Tirkîyeyê çêdibûn nerehet dibûn. Ew dixwazin bi hinek tedbîr û operasyonên li ser rewşenbîr, welatparêz û xwendekarên kurdan, pêşîya vê tesîra ku dikare li Bakurê Kurdistanê bibin, bigrin.

Bi vê armancê, karbidestên dewletê dest bi amadekarî û planan dikin. Celal Bayar, Serkanê duyem yê leşkerî Cevdet Sunay, wezîrê dewletê Tevfîk Îlerî ku û nîjadperestekî naskirî bû, serokwezîr Adnan Menders û wezîrê karûbarên derve Fatin Ruştu Zorlu dicivin. Ew rapora şefê masaya pirsa kurdî Ergun Gokdenîz ku dûre demeke weke walîyê Mêrdînî xebitîye, ya li ser pirsgirika kurdan dixwînin û li ser vê raporê û pêşniyarên vê raporê de radiwestin.

Li gorî vê raporê, ew dixwazin hezar rewşenbîr, xwendekar û kesayetên civakî bigrin û wan daliqînîn ku “pirsa kurdî bi kîmanî 30 salên paşde bixin”. Lê di encamê van gotûbêjan de, karbidestên dewletê biryarê didin ku weke destpêk ew 50 rewşenbîr, xwendekar, rojnamevan, nivîskar û bîrewerên siyasî û civakî yên kurdan hilbijêrin û bigrin.  Li gor vê biryarê, karbidestên dewletê di 17 çileya pêşîn ya 1959an de dest bi operasyonê dikin û 50 xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan desteser dikin û wan dixin zîndana Herbîyeyê.

Ji nav wan girtîyan 28 kes xwendekar, 3 kes serbazê eslî, 3 kes efsarê cîgir, 3 kes avûqat, 2 kes doktor, 2 kes karker, 2 kes muhasîb, 1 kes xwedî fabrîqe, 1 kes muhendisê çandinîyê, 2 kes bazirgan, 2 kes nivîskar û rojnamevan û 1 kes jî şofêr bû.

mahkemeya-49an-2.jpg

Xwendekarê bi navê Mehmed Emîn Batu ji ber rewşa zindanê ya xirab nexweş dikeve û di zîndanê de jiyana xwe ji dest dide. Kesên di vê operasyone dehatine girtin 49 kes dimînin. Loma jî ev bûyer, weke ”Bûyera 49an” tê pênase kirin.

Yek ji wan kesên ji doza 49an hatiye girtin û darizandin jî Seîd Elçî ye ku dûre wê weke damezrêner û serokê PDKT derkeve pêşiya me.

Di wê demê ku doza 49an berdewam dike, di nav girtîyên kurdan de di ware îdeoliik û siyasî de dubendîtiyek berbiçav derdikeve holê. Beşek ji wan xwe weke “Kurdên çep û sosyalîst”, beşekî jî xwe weke “Kurdên neteweperwer”, ango bi termonolojîya wê demê ”miliyetçî” pênase dikin.

Canîp Yildirim vê dubendîtîye “weke du beş, Kurdperwerên rast û Kurdperwerên çep” bi nav dike. (3)

Musa Anter jî di pirtûka xwe ya bi navê ”Bîranînên Min” de, li ser vê rewşê û dubendîyê weha dinivîse:

“Di Herbîyeyê de, di nav me de dubendîyek ku koka wê ji kevn dihat, dest pê kir. Bêguman ev dubendî ne milî bû, politîk û îdolojîk bû. Beşek ji me rast û beşek jî çep bûn. Serkêşiya baskê rastan Ziya Şerefhanoglu dikşand û bi hejmar ji çepan hindiktir bûn. Kesên ku di hişê min de mane ev in; Şehabedîn Septîoglu, Mehmed Elî Dînler, Ebdurahman Efe, Elî Karahan, Seîd Elçî, Selim Kiliçoglu, Haydar Aksu, A. Efem Dalak bûn. Yên çep jî Cezmî Balkaş, Halis Yokuş, Nazmî Balkaş, Îsmet Balkaş, Mehmed Aydemir, Okeş Karadag, Fevzî Avşar, Canîb Yildirim, Seîd Kirmizitoprak, Nacî Kutlay, Medet Serhat, Yaşar Kaya, Esat Cemîloglu, Necatî Siyahkan, Orfî Akkoyunlu, Nuredîn Yilmaz, Hesen Akkuş, Faîq Savaş, H. Oguz Uçok, Xelîl Demirel, Muhsîn Şavata, Şewket Turan, Yavuz Çamlibel, Yusuf Kaçar, Ziya Acar, Fadil Budak û ez”. (4)

Di tevgera nêzîk ya Bakurê Kurdistanê de, “Bûyera 49an” di warên ramanên siyasî û awayê xebata siyasî ya nav siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan jî de pêvajoyek gelek girîng û taybetî ye. Di pêvajoya bûyera 49an de, di warê nasnameya neteweyî, awayê xebata siyasî û rêxistinî de, di nav girtîyên siyasî yên kurdan de gotûbêjek berfireh dest pê dike. Beşê meyla rast û neteweperwer Seîd Elçî, Zîya Şerfhanoglu û derdora wan avakirina rêxistinek serbixwe ya kurdan diparêzin; lê beşê çepgir û sosyalîst yên kurdan jî xebata di nav çep û sosyalîstên tirkan de diparêzin.

Di 27ê gulana 1960î de, li Tirkiyeyê cûntayek leşkerî çêbû û “Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî” desthilat xiste destê xwe. Piştî vê mudaxeleyê efûyek giştî hate îlan kirin. Ji derveyî 49 girtiyên siysî yên kurdan, hemû girtî hatin berdan. Girtiyên siyasî yên kurdan bi taybetî û bi zanebûn ji derveyî vê efûya giştî hatin hiştin. Li hemberî vê helwesta nîjadperest ya dewletê, rojnameyên tirkan û ew kesên ku xwe weke sosyalîst, demokrat, pêşverû û çepgir nîşan didan, bêdeng man. Girtiyên siyasî yên kurdan bi tenê hatin hiştin. “Zindan li ser hesabê girtîyên siyasî yên kurdan ma”!

Kampa Sêwasê û Sirgûna 55 kurdên navdar
“Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî” qîma xwe bi ”girtiyên siyasî yên Doza 49an ji dervî efûya giştî hiştibûn” neanî û piştî mudaxeleya leşkerî ya 27ê gulana 1960î bi çend rojan, di 1ê hezîrana 1960î de ji gelek navçeyên Kurdistanê 485 axa, şêx, serokeşîr û kesayetên kurd ku di nava civakî de xwedî bador bûn kom kirin û weke esîr li xistin Kampa Sêwasê.

Ev bûyer helwestek vekirî ya li dijî miletê Kurd bû; nîşanek eşkere ya berdewamîya siyaseta resmî ya dewleta Tirkiyeyê bû ku bi salan li dijî miletê Kurd dihate meşandin. Bi vê bûyerê carak din diyar dibû ku dê di siyaseta resmî ya dewletê ya li hemberî kurdan de tu guherandin çênebe; berevajiyê vê, dê li hemberî şiyarbûna neteweyî û niştimanî hinek tedbîrên taybetî û hişktir bêne girtin.

kampa-siwase-heziran1960.png

Di ”Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî” de, Alpaslan Türkeş û 13 hevalên wî li hemberî pirsa kurdî, bi awakî vekirî xwedîye helwestek nîjadperest, hişkt û dijwar bûn. Gotinên endamên ”Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî” yên digotin ku “eger me Tevgera 27ê Gulanê pêk neanîya, wê welatê me perçe bibûya. Ji ber vê yekê 27ê Gulanê pêwîst bû”, armanc û planên karbidestên cûntayê diyar dikir. (5)

Di vî warî de noqteyek balkêş jî di awayê girtina wan 485 kurdan û derxistina ”Qanûna Sirgûnê ya hejmara 105an” de hate dîtin. Beriya ku “qanûna sirgûnê” bê derxistin, di 1ê hezîrana 1960î de 485 kurd ji gelek navçeyên Kurdistanê hatibûn girtin û xistibûn Kampa Sêwasê. Ew kes şeş mehan li wê kampê weke esîr hatin girtin. Piştî şeş mehan, ji nav wan 55 kes hatin neqandin û dawiya mayî hatin berdan. Lê di 18ê çiriya pêşîn ya 1960î de jî ”Qanûna Sirgûnê ya hejmara 105an” ji aliyê ”Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî” hate drxistin. Bi gotinek di nav xelkê de, “pêşî minarê hate dizîn û dû re kirasek li gor wê hate dirûtin”.

Ew 55 kes hemû ne şêx û axa bûn. Kesayetên rewşenbîr û zane yên di nav civakê de xwedî bandor û qebûlbar jî hebûn. Ev jî bi awakî eşkere diyar dikir ku armanca cuntaya leşkerî ya esasî ew bû ku ”çavê miletê Kurd bitirsîne”; pêşî li ber pêşketindin dikare li Bakurê Kurdistanê rû bidin bibin bigre; ew kesên ku dikarin bi awayên cûr be cûr li ser civata Kurd tesîr bikin û di pêşerojê de ”probleman” ji dewletê re derxînin, bê tesîr bikin û bi hinek tedbîrên cûrbecûr tevgera kurdî demeke din jî bêdeng bihêlin. Tirsa karbidestên dewleta Tirkiyeyê ne hew ji bo wê rojê bû, wan ji bo pêşerojê jî tedbîrên xwe distendin. Jixwe di hinek rojnameyên tirkan de, ev armanc bi awakî eşkere hatibû nivîsandin. Di rojnameya Öncü ya 23ê çirya pêşîna 1960î de, li ser pêwîstiya ”Qanûna sirgûnê” weha hatiye nivîsabdin:

“Di pêwîstîya derxistina qanûna cîwarkirina mecbûrî de, bi taybetî li ser berfirehbûna axatî û şêxîtiya ku li wîlayetên me yên Rojhilatê û zilma wan ya li ser xelkê tê rawestandin. Li gor agahdariyên ku têne dayin, li wîlayetên Rojhilatê di van salên dawî de, ji bo damezrandina komareke kurdî hinek kesan hewl didan. Herweha, di nav pêwîstîyan de bi awakî eşkere dihate gotin, ku rêxistinîya kurdîtiyê ya ku serê benê wê dighêje Îran û Iraqê, armanca li Tirkiyeyê lîder û serokan têbighîne dabû pêşiya xwe”. (6)

aksam-gazetesi-sivas-kampi.jpg

Ew 55 kes di çeleya pêşîn ya 1960î de li gorî ”qanûna sirgûnê ya 105an”, li wîlalayetên Antalya, Burdur, Îzmîr, Muğla, Afyon, Isparta, Manisa, Çorum, Denizlyê de hatin bicihkirin. Ew bi qasî du sal û nîvan ji welatên xwe dûr, derbeder û mehacir man. Li ser vê rewşê, bi navê Av. Faîk Bucak û Kinyaz Kartal broşurek hate belav kirin. Di vê broşurê de li ser neheqiya ku li wan hatiye, derbederî û perîşaniya ku wan û malbatên wan kişandine hatiye rawestandin. Ji agahdarîyên di vê broşurê de diyar dibe ku ew di dadgehê de ”bêguneh” hatine dîtin û berat bûne. Lê biryarên dadgeha dewletê jî karbidestên cûntayê tatmîn nekirîye. Di broşurê de, li ser derbederî, zahmetî û perîşanîya wan 55 kesan û malabtên wan ditine; sedem û helwesta hukûmetê ya li dijî wan, weha hatiye nivîsîn:

“Em ew kesên ku li seranserî welêt bi navdarîya 55an gihaştine şohretek ku em ne bi dû debûn, îro tam dibe du sal û çar meh in ku ji cîwarên xwe veqetiyane.

Derbaskirina  du sal û çar mehan ne bi zimên, ne bi dil û ne jî bi hiş hêsan e... Hinek ji me zarokên wan mirin, nikaribûn biçin bibînin. Hinek ji me birayên wan mirin, nikaribûn li ber serê wan rûnin. Malbatên me derbeder û perîşan bûn. Mirovên me yên birîndar, bi birînên xwe yên xwûn jê diherikîn gazî zarokên xwe yên nû hatibûn dinyê dikirin: `Sirgûn`, `cîwarkirin`, `mehacirî`...

Di destpêkê de dikare bê texmîn kirin ku em bi awakî hîsî dipeyivin. Em sedemên vê pirsgirêkê rêz bikin:

Gelo sedemên bêşansî û felaketa 55 kesan, ji bo eslê wan kurd bûn?

Gelo ji bo em hemû ji Partiya Demokrat (DP) bûn? Em 55 kes hemû ji DPyî ne. Lê li Tirkiyeyê bi milyonan Dpyî hene. Ji bo çi ew jî weke me nehatin sirgûn kirin?

Em rastiyek din jî bînin zimên. Em 55 kes hemû ne axayên xwedî erdan in. Piraniya me ji bo ku xwe li mehaciriyê xwedî bikin, emeletiyê dikin. Piraniya me nîvtêr, nîvbirçî digerin. Ma axatiya erdan ev e?

Di nav me de tenê erdê 6 kesan hene. Ev erd jî ne bi qasî ku tê xeyalkirin û texmînkirin mezin in....

Em alîgirên reforma erdê ne. Me ev çen caran dabû diyar kirin. Divê ev, li tevayê welêt, bê cihêtiyekê di nava kes û derdoran xîne, li gor qanûna bingehîn û şertên welêt bê kirin... Reformeke ku ne ji bo tevayê welêt, li gor hukmê hejmara 105an ya qanûna bêhukum ji me dest pê bike û erdê me ji dest me bê girtin, em ê vê yekê weke zulmekê îlan bikin; ne wekhevî diyar bikin, erîşek li dijî mafên mirov îlan bikin... Ronakbîrên tirkan, em we hakimên doza xwe tayin dikin.”

Navên van 55 kesên hatibûn sirgûn kirin ev bûn:

1- Îbrahim Abikoğlu, 2-Heci Topo Aktoprak, 3- Zeki Bayar, 4- Faik Bucak 5- Îsmail Hakki Bucak 6- Hecî Alî Bucak 7- Mehmed Cemal Bucak 8- Mithat Bucak 9- Hasan Abik Bucak 10- Ali Abik Bucak 12- Reşit Çeçan 13- Mehmet Dal 14- Abdulkadir Ekinci 15- Ebubekir Ertaş 16- Mahmut Ertaş 17- Bahattin Erdem 18- Abdurrezak Ensarioğlu 19-Said Ensarioğlu 20- Şêx Ali Firat 21-Şêx Selahattin Firat 22- Şêx Hiyasettin Firat 23- Şêx Ahmed Firat 24-Mehmet Fuat Firat 25- Faruk Fuat Firat 26- Mehmed Emin Firat 27- Helil Firat 28- Ömer Firat 29- Hiyasettin Firat 30-Huseyn Îleri 31-Zeynel Abidin Inan 32- Mistefa Işik 33- Kinyas Kartal 34- Abdulbaki Karat 35- Hemid Kartal 36- Bala Kartal 37- Şêx Mehemed Emin Karadeniz 38- Cemil Küfrevi 39- Zeki Cemil Küfrevioğlu 40- Abdulbaki Karakuş 41- Feyzullah Keskin 42- Mehmet Kayalar 43- Abdullah Öztürk 44- Ferzende Öztürk 45- Osman Öztürk 46- Köroglu Öztürk 47- Şamil Peker 48- Sait Ramanli 49- Kutbettîn Septioğlu 50- Zeynel Turanli 51- Cafer Yağızer 52- Mecid Yalçin 53- Derveş Yakut 54- Kazim Yildirim 55- Suleyman Yildirim. (7)

Di nav van 55 kurdan de, teva gelek kesên rewşenbîr û welatparêzên ku di nav civata kurdan de xwedî rol û qebûlbar bûn; hejmarek zêde ji wan ji malbata Şêx Seîd û Bucakan bûn. Yek ji wan 55 kesên hatibûn sirgûnkirin Faîk Bucak bû ku ew dê dûre weke damezrîner û serokê Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) derkeve pêşiya me.

Lêgerîna xetek siyasî û rêxistinî ya kurdî û bûyera 23an
Piştî “efûya giştî” bi çend mehan, Seîd Elçî û girtiyên din yên kurdan jî hatin berdan. Di referandûma 9ê tîrmeha 1961an de jî ”Qanûna Esasî” ya nû hate qebûl kirin. Lê Qanûna Esasî” ya 1961ê jî li ser bingehê neteweyî û nîjadperestîya ”miletê Tirk” hate amade kirin. Hebûna miletê Kurd carek din hate înkar kirin. Mafên azadiyê tenê ji bo ”miletê Tirk” hebûn. Ji bo mirov li Tirkiyeyê bikariba ji “maf û azadiya qanûna bingehîn” îstifade bikira, divyabû mirov Tirk bûya. Ji bo diyarkirina vê rewşê, ez dixwazim çend xalên vê ”Qanûna Esasî” li jêr dinivîsim:

“Hakîmyet bê qeyd û şert ya miletê Tirk e” (xal: 4).

Desthilatdarîya hikimdayinê, li ser navê miletê Tirk ji aliyên mahkemeyên azad vê tê xebitandin” (xal: 7).

Her kesê ku bi hevwelatiyê bi dewleta Tirk ve girêdayî be, tirk e” (xal: 54).

Her tirk mafê wî heye ku di karûbarên gelemperî de bixebite” (xal: 58).

Beşdarîya parastina welêt maf û wezîfeya her tirkî ye”  (xal: 60).

Her tirkê ku sî  salên xwe dagirtibe, dikare weke parlamenter bê hilbijartin” (xal: 68).

Di hilbijartinên Meclîsa Neteweyê û Senatoya Komarê de, her tirkê ku xwedî deng e, deng dide... Her tirk dikare bibe endamê Senatoya Komarê” (xal: 72).

Di Qanûna Esasî ya 1961ê de ji bilî naskirina nasname û mafên miletê Kurd yên neteweyî, demokratîk, kulturî û zimanê kurdî; ji bo “miletê Tirk” bi awakî giştî hinek guherandin, maf û azadîyên siyasî, civakî û kulturî jî cih girtibûn:

Taybetmendîya dewletê weke dewletek millî, demokratîk, sekuler, dadwerîya civakî hatibû pênasekirin; serwerî û cudahî hêza qanûnçêkirin, birevebirin û darêzgerîyê hatibû dest nîşankirin; sîstema Meclîsa Millet û Senatoyê hatibû qebûl kirin; Mahkemeya Qanûna Esasî hatibû qebûlkirin; otonomîya Zanîngehan û TRTyê di qanûnê de cih girbû. Herweha; mafên bi devkî, nivîskî û rêyên din û beyankirina fikr û ramanan; mafên civakî yên weke sendîka, grev û pêymanên girseyî; mafê bê biryargirtina destûra pêşwext ya civîn, meş û xwepêşandanan; mafê bê biryargirtina destûra pêşwext, avakirina komeleyan; weke mafekî bingehî diyarkirina mafê avakirina partîyên siyasî” jî di vê “Qanûna Esasî” de cih girtibûn.

Bûgûman bi awakî giştî, Qanûna Esasî ya 1961ê rê li ber gelek xebat, çalkî û avakirina komele, sendîqa û partiyên nû, weşandina kovar û rojnameyên cihêreng xweş dikir. Piştî cûntaya 27ê Gulana 1960î hêdê hedî rewşek nû hate holê. ”Partîya Karkerên Tirkîyeyê (TIP” ji vê rewşê îstifade kir û di 13 sibata 1961ê de hate avakirin û gelek siyasetmedar û rewşenbîrên çepgir yên kurdan jî beşdarî nav vê partîyê bûn. Hinek rewşenbîr û nivîskarên kurdan jî piştî qebûlkirina Qanûna Esasî ya 1961ê xwestin ji vê rewşa nû îstifade bikin û dest bi amadekarî û derxistina hinek kovar û rojnameyan kirin.

Di sala 1963an de, Av. Ziya Şerefhanoglu, Seîd Elçî û hinek hevalên xwe dest bi hewldan û amadekarêya derxistina kovara Rêya Rast” ê kirin. Li gor agahdarîyên Wezîrê karê hundir Hifzi Oguz Bekata dide; wan pêşî xwestine ku vê kovarê bi navê “Kurdistan”ê derxîne, lê bi dû re navê wê kirine ”Rêya Rast”. Ew kesên ku xwestine vê kovarê derxîne broşurekê belav dikin û vê broşurê ji mebûsên Meclîsa Tirkîyeyê re jî dişînin.

Feqe Husên gava behsa kurtejiyana Seîd Elçî û Ziya Şerefhanoglu dike, behsa rêxistinek bi dizî ya kurdî dike. Li gor Feqe Husên dinivîse; Ziya Şerefhanoglu û Seîd Elçî bi hev re xwestine partiyek radîkal, îlegal û xwedîyê xetek welatparêz ya bi navê `Birayê Agir` ava dikin (8). Lê di vê derheqê de tu agahdarîyek misoger di destê me de tuneye û weha xuyaye ku hewldanek weha hebe jî ev neketîyê jiyanê.

Rojnameya ”Roja Newe” li ser helwesta dijminatîya karbidestên dewletê ya li hemberî weşanên kurdî radiweste û diyar dike ku parlemanekî Konyayê di Meclîsa Tirkîyeyê de dibêje ku ”weşanên kurdî li dijî Qanûna Bingehîn e û divê hukûmet tedbîrên vê yekê bigre”. Wezîrê karê hundur yê Tirkîyeyê Hifzi Oguz Bekata jî diyar dike ku “pêwendî û tilîya Mele Mistafa Barzanî di vê mesêleyê de heye”. Bi vî awayî hukûmeta Tirkîyeyê, weke helwesta li dijî kovarên din yên bi destên rojnemavan û rewşenbîrên kurdan dihatin weşandin, kês û fersendê nade rojnameya ”Rêya Rast” jî ku jiyana xwe ya weşanî bidomîne. (9)

Ev zilm û zordestîya li ser kovar û rojnameyên ji alîyên rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurdan de dihate weşandin, bahoza firtoneyek nû bû. Di wê demê de, hinek xwendekarên kurd yên ji perçeyên Başurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ku Stenbolê dixwazndin, hewl didin ku li Stenbolê liqekî “Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê” bi awakî veşartî ava bikin. Di 4ê hezîrana 1963an de, bi fermana wezîrê karê hundur Hifzi Oguz Bekata operasyonek mezin li ser rojnamevan, xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan dest pê dike. Polîsên siyasî li Stenbolê, di eynî wextî de digrin ser malên Av. Ziya Şerefhanoglu, Musa Anter, Dogan Kiliç Şihhasenanlî, Seîd Elçî, Medet Serhat, Edîb Karahan, Enwer Aytekîn, Elî Anagur û wan digrin. Di vê operasyonê de, pêşî 13 kesan digrin. Lê bi dûre, hinek xwendekar û kurdên ji Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Mamxidir, Gazî Dizeyî, Necat Remzî, Fuad Derwêş, Talat Şerîf Muhtar, Cemal Alemdar, Adulsettar Hamavendî û ji Rojhilatê Kurdistanê Fîrûz Felahathatin jî digrin û hejmara girtîyan dibe 23 kes. Loma jî ev bûyer, di dîroka nêzîk ya Kurdistanê de, weke ”Bûyera 23an” tê pênase kirin.

gazete-doza-23an.jpg

Wezîrê parastinê, di 19ê hezîrana 1963an de li Meclisê li ser van girtinan daxuyanîyekê belav dike. Di 28ê hezîrana 1963an de, Wezîrê karê hundir Hifzi Oguz Bekata jî vê daxuyanîyê bi civîneke çapemenî pêşkêşî rojnamevanan dike û li dîjî wan girtîyên kurdan propagandeyek berfireh dest pê dike.

Gava rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan dîtin ku karbidestên dewleta Tirkîyeyê tu maf, kês û firsendê nadin kurdan ku di warê weşanî û çandî de dahî xebatên xwe bi awakî eşkere û demokratîk bidomîne; nerîna pêwîstîya damezirandina rêxistineke siyasî ya îlegal bêtir derket pêş. Ji bo vê armancê danûstendin di nav hinek rewşenbîr û welatparêzên kurdan de, dest pêkir.

Di warê awaya xebata siyasî û rêxistinî de, rêya rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan ji hevûdu vediqetîya. Hinek welatparêzên kurdên çep û sosyalîst di nava TIPê (Türkiye Işçi Partisi) û hinek komeleyên çep yên tirkan yên weke ”Fikir Klupleri Federasyoni” û ”Devrimci Gençlik Federasyonu” de cih girtibûn û dixebitîn. Lê Seîd Elçî û hinek hevalên xwe ji bo damezrandina partiyek siyasî, serbixwe û îlegal ya kurdî dest bi hewldan û xebateke taybetî kiribûn.
(Dûmahîk heye)
-----------------------------------

ÇAVKANÎ Û TÊBINÎ
(1) Ji bo behsa ”Dicle Talebe Yurdu”binere: Musa Antar, Hatiralarim, weşanên Doz, Stenbol, cotmeh 1990, r.58-64
(2) Ji bo vê behsa binere: Yusuf Serhat Bucak, Kürt Hakim Faik Baucak`ın Yaşamı, weşanên Avesta, Stenbol 2020, r.39-40
(3) Orhan Miroglu, Mayis 2010, Havsel Bahçesinde Bir Dut Agaci, Canip Yildirim`la Söyleyisi, Istanbul: Everest Yayınları.
(4) Musa Anter, çirêya pêşîn 1990, Hatiratim, Stenbol: weşanên Doz, r.167.
(5) Yê ku ji Hikmet Kıvılcımlı, “27 Mayıs ve Yön Hareketinin Sınıfsal Eleştirisi”, Weşanên Ant, Stenbol- 1970, s. 271 û hwd. digre: İsmail Beşikçi, Doğu Anadolu`nun Düzeni, Sosyo- Ekonomik ve Etnik Temeller, cild 2, Weşanên Yurt- Kitap, Sibat 1992- Ankara, r. 453
(6) Yê ku ji rojnameya Öncü neqil dike: Îsmail Beşikçi, b.n.d, r. 460.
(7) Ev broşura ku li ser navê Av. Faîk Bucak û Kinyaz Kartal hatiye weşandin di pirtûka Îsmail Beşikçi de hatiye weşandin. Binere: b.n.d, Îsmail Beşikçi, Doğu Anadolu`nun Düzeni, Sosyo- Ekonomik ve Etnik Temeller, cild 2, Weşanên Yurt- Kitap, Sibat 1992- Ankara,  r. 463- 468.
Ji bo dirêjaya behsa Kampa Swîasê û sirgûna 55 kurdan, binere:
Yeni ve Yakın Çagda Kürt Hareketlerî, Weşanên Jîna Nû, Îlona 1991- Swêd, r. 307- 308.
Îsmail Beşikçi, Doğu Mitingleri`nin Analizi (1967), Weşanên Yurt- Kitap, adara 1992- Ankara, r. 65
Nevzat Çiçek, 27 Mayıs Öteki Yüzü Sivas Kapıö Weüanşn Lagin, 2020 – Stenbol.

(8) Feqî Huseyin Sağniç, Portreler, Istanbul: Istanbul Kurt Enstitusu Yayınları, r. 75, 126.
(9) Ji bo dirêjaya bahsa van rojname û kovaran binêre:
Malmisanij û Mahmûd Lewendî, adar 1989, Li Kurdistana Bakur û li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî (1908-1981), Uppsala: Weşanên Jîna Nû,  r. 129- 163.

Sosyalîzm ve Toplumsal Mücadeleler Ansiklopedisi,  İletişim Yayınları, cild 7, r.2120.
Vedat Şadili,  1980, Türkiye`de Kürtçülük Hareketleri ve İsyanlar, Ankara: Kon Yayınları, r.180-185.

Dr. Ibrahim Ethem Gürsel, 1977, Kürtçülük Gerçeği, Ankara, r. 70- 71.

Ethem Gürsel, 1977, Kürtçülük Gerçeği, Ankara, r. 70- 71.

Önceki ve Sonraki Yazılar