Hêza Diasporayê
Silav û rêzên min ji bo we. Rêber Hebûn
Di çarçoveya amadekirina pirtûkeke lêkolînê de li ser dezgehên diasporayê û rola wan di afirandina hêza nerm (Soft Power) de, min komek pirs ji bo pisporan, akademîsyenan, berpirsên dezgehên civaka sivîl û çalakvanên vî warî amade kiriye.
Armanca van pirsan ew e ku têgihiştin, bîr û ezmûnên kesên ku ji nêz ve li ser xebatên dezgehên diasporayê, çalakiyên çandî û mirovahî, hilberandina zanînê, ragihandinê, parêzvaniyê (advocacy) û têkiliyên navneteweyî agahdar in, bêne komkirin.
Beşdarbûna we di vê lêpirsînê de, dê alîkariyeke gelek girîng be, da ku ev pirtûk tenê li ser bingeha teorî û çavkaniyên nivîskî neyê avakirin, lê her weha ezmûn, têbînî û nirxandinên kesên çalak di vî warî de jî tê de cih bigirin.
Ji kerema xwe, bersivên xwe li gorî zanîn û ezmûna xwe binivîsin. Li cihên ku pêwîst be, hûn dikarin mînak, ezmûna kesane an jî têbînî û rexneyên xwe zêde bikin.
Hemû agahî û bersiv tenê ji bo armanca lêkolînê û nivîsandina vê pirtûkê dê bêne bikaranîn. Navê beşdar tenê bi razîbûna wî/wê di pirtûkê de dê bê qeyd kirin. Heke hûn bixwazin, bersivên we dê bêyî nav û bi awayekî nehênî bêne bikaranîn.
Spas ji bo dem, alîkarî û baweriya we. Beşdarbûna we dê beşek girîng be di dewlemendkirina naverok û encamên vê lêkolînê de.
Bi rêz û hurmet,
Hewraman Elî Tewfîq
Nav û paşnav: Hewraman Elî Tewfîq – Nivîskar û Lêkolîner
Navê pirtûkê: Hêza Diasporayê
E-name: [email protected]
Hejmara têkiliyê: 01773812262
Pêşekî
Ev pirs beşek ji lêkolînekê ye ku li ser dezgehên diasporayê û rola wan di parastina nasnameyê, hilberandina zanînê, çalakiyên çandî û mirovahî, avakirina têkiliyên civakî û bihêzkirina hêza nerm (Soft Power) de ye.
Armanca şandina van pirsan komkirina têgihiştin, ezmûn û nirxandinên akademîsyenan, berpirsên dezgeh û rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên diasporayê ye. Bersivên we dê alîkar bin ku xalên bihêz û lawaz ên xebata sazûmanî bên nasîn û pêşniyarên guncaw ji bo pêşxistina rol û bandora dezgehên diasporayê bên amade kirin.
Ji kerema xwe, bersivên xwe li gorî zanîn, ezmûn û têgihiştina xwe binivîsin. Girîng nîne ku bersiv dirêj an kurt be; ya girîng ew e ku peyam bi awayekî rast û zelal bê veguhestin. Armanca sereke ew e ku cihêwazîya nêrîn û ezmûnan bê naskirin. Hemû agahî bi awayekî akademîk û berpirsiyarane dê bêne bikaranîn.
Pirs
- Ji kerema xwe, nav û paşnavê xwe û kar û erkê xwe di rêxistina xwe de nas bikin.
Navê min Rêber Hebûn e, ji rojavayê Kurdistanê me, helbestvan, çîrok û romannivîs, rexnegir û nivîskar im, 19 berhemên min hatine çapkirin, di warê wêje û ramanê de ligel du pirtûkên derketî yek li ser nivîsên min û a din dan û standine ligel min ji aliyê hinek nivîkar û rojemevanan ve, rêvebirê kombûna zanyarên azad im ji bo komcivînên ronakbîran û geşkirina tevgera ronakbîr li Diyaspora, bi rêya lidarxistina şevbuhêrkên hunerî, wêjeyî û semînerên ramanî ve, ev destpêşxerî ji mebest û armancên pirtûka min e ramanî ye ê bi navê : Evîn hebûn e û hebûn zanîn e, ez bi komkara hişmendî bawer im, û di baweriya min de zanyar sînoran qet nasnakin, serboriyên wan li hemî deverên ku têde mabûn bi derbasbûna dîrokê ve vê yekê piştrast dike, lewre min xwest xebata ronakbîr bê çalakirin, taku afrêneran karîbin sûdê ji hevdû di hemî waran de wergrin, û ev yeka bi dawîencam ve sûda xwe ki ser civakan heye, û ji ber ku ta roja îro şoreşên hişmendî li rojhilata navîn û Kurdistanê çênebûn, civakên me her şinda mayîn e, û tevgerên siyasî yên bîrdozî û baweriyên olî bandorekî nebaş li ser civakê kirin e û hinir û lebatên zanyarên Kurdistanî sînordar kirin e, min dît heta li diyaspora jî, xebatên ronakbîr ji dil nehatin e kirin ji ber van sedeman, û ji bo vê yekê kombûna zanyarên azad hewildanek jidil e ji parastina xebat û kedên ronakbîrên kurd ve ye, û dabînkirina hewyeke saxlem ji afirandin û pevguhertina zanyarî li ser hemî waran de di navbera zanyaran de.
- Hûn çawa û ji bo çi bûn endam an damezrînerê vê rêxistinê? Çîroka kesane ya pişt vê biryarê çi bû?
Kombûna zanyarên azad rêyeke ji bo çaresereriya pirsa zanyar , mirovê ê ku rastî zehmetî û astengî ji aliyên desthiladariyê bi derbasbûna dîrokê ve hatî, û îro derfet baştir e ji bo hêza xwe pêkbîne bi rêya civînên berdewam ji bo çêkirina girêdaneke hemdemî ji xebatê û sûddayînê re, çîroka vê xebatê bi destpêkirin buhara gellan li rojhilata navîn di sala 2012 ve destpê bû , bera min pirtûka xwe bi sernavê : Evîn hebûn e û hebûn zanîn e ve dinivîsand, vê tewriyê hêdî hêdî ji min re zelal bû, ez rastî gelek tevger , kesayet, kom û partiyan hatibûm , ez nêzikî raman û bernameyên wana bûm, û ev dan û standin û nêzikbûn bandorek li min kiribû, di wê çaxê de min di xwe de hinirek her geş dîtibû, min xwest berûvajî bîrdoziya totelîter an gelemper bersivekê deynim, ramana Evîn hebûn e û hebûn zanîn e , mîna bersivek ramanî bû li hember sosiyalîzmê, ramanê çepgir, pîrozkirina serwer ango serok û her wiha têgeha Islama siyasî û hin ramanên bi van mijaran ve girêdayî, min li ser internêt komcivîn çêdikr , herwiha min gotarên vê ramanê li ser hinek malperan diweşand, û li ser vê ramanê min bi hinek kesayetên ramanî gengeş dikir, ev yeka nedisekinî, min demekî rojnameyek elkitronî weşand, ta 10 hijmar ji vê rojnameyê bi navê Evîn hebûn e û hebûn zanîn e , navê pirtûka min bi xwe, gelek ji kesayetên bi bandor bi vê ramanê seyr bûn û ji min re bibûn piştevan ku ez wêna berdewam bikim , pêşî hevjîna min Hebûn û hin kesayetên wêjeyî û siyasî vê yekê erînî nirxandin, ji ber ku dîtin ew xebat ji bo berzkirin zanyaran e li ser hemî astan de, ji bo newin çewsandin û bibin tîrêjekî di tariyê rojhilatekî birîndar dagirtî ceng, nezanî û wêranî, bêgûman mirov nikare di vê derbarê de li ser hemî hûrgiliyan raweste lê tiştê ku di van xulekan de tê hizrê min , min ji were anîziman.
- Di destpêkê de armanca sereke ya rêxistinê çi bû? Ma ev armanc bi derbasbûna demê re guherîn?
Armanc ji bo zanyaran e, ji derveyî netew û zimanê wan , lê ji ber ez kurd im û têkiliyên min bêhtir bi kurdan re ye, tiştekî xwezayî ye ku ê bi min re alîkar û piştgir bin kurd in, ji ber min bêhtir demê xwe ji mijarên ku bi kurdistanê ve girêdayî veqetand, lewre ev xebat ji bo geşkirina tevgerek ronakbîr bîrdozî û baweriyên demkî derbas dike ji bo pêkanîna civakek zanyar û bi hêz ji diyaspora destpê dike ta bi welat ve.
- Rêvebirina navxweyî ya rêxistinê rojane çawa ye? Kê biryaran dide û çawa darayî tê peydakirin?
Kombûna zanyarên azad weke dema niha ez li ser diaxivim tenê mîna destpêşxerî xwe dide naskirin, ne komel e an rêxistin û wisa li ser asta zagonî tê naskirin, bêhtir ez rasterast li ser disekinim, û piştevaniyê didim pêşî hevalên xwe yên afrêner ê ku nêzî bajarê Dûsseldorf a elmanî dimînin, û pişt re ên dûr jê , dikarî bibêjî ku xebata me erdnîgarî ye di çarçoveyê Dûsseldorfê ye, û herwiha ji bo weşandinê malpera kombûnê heye ji bo weşandinê, ligel çapkirina pirtûkan bi şêwazê Pdf , nêzî 100 pirtûk di hemî waran de ji aliyê kombûna zanyarên azad ve hatibûn e weşandin bi zimanên kurdî û Erebî ve.
- Mezintirîn pirsgirêka rêveberî an qanûnî ya ku di dema tomarkirinê an domandina çalakiyên rêxistinê de li vê welatê hûn rûbirû bûne, çi bû?
Sebaret min pirsgirêkên yaseyî derneketin, ji ber ku destpêşxerî qatekî ji civakê armanc dike û ewa qata bi afirandinê ve mijol e , ji ber ku karê min ne civakî ye bêhtir li ser cûdahiyê disekine û li ser hijmarek sînordar ji kesan ve , bêgûman rastî zehmetiyên din hatin girêdayî bi belavkirina vê ramanê û şêwaza derxistina vê destpêşxeriyê ta gelek kes ji hevdû nêzik bike û ev yeka di warê kurdî de zehmet e , ji ber ku hişmendiya kurdî bi giştî fêrî karê bi vî rengî nebûye, her dizane ku dezgeh û saziyên bi partiyekî siyasî nêzî baweriyê wî ew tenê wî xebatî dimeşîne, lê xebatek wisa bê alî tiştekî di warê kurdî de nû ye.
- Hûn çawa darayî dabîn dikin? Ma hûn piştgirîya endaman, alîkariya hukûmetê ya welatê ku lê dijîn, an jî çavkaniyên din bikar tînin?
Çavkanî di vî warî de gelek in, niha bêhtir ez bi saya piştevaniya saziyên mîn Avoyê li Elmaniyê vê xebatê bi rêve dibim , û her hêdî hêdî dixwazim ev destpêşxerî ne tenê di çarçoveya kurdan de tenê be , ji bo jînî û zindî be , divê şaxên xwe berfereh bike û çi kesê ronakbîr li ku derê be li xwe bigre, ji ber armanc ku xebata ronakbîrî berdewam be .
- Endamên diasporayê çiqas bawerî bi rêxistina we û rêxistinên weke wê hene?
Ne her endam dikare vê xebatê têbige , ez dikarim bibêjim ku pêşbirkek ne saxlem di navbera komeleyan de heye, eger dewsa wê ji hevdû re bibin piştevan wê karîbana dengê xwe bêhtir bigîhandana hemî qatên civakê , lê berjewendiyên kesayetî û destwerdana siyasî a partîtî, bûye rêgir li pêş xebatên civaka sivîl, lewre di vê despêşxeriya min ez hewil didim bi gavên berketî xwe nêzî ên bawer in bi tevgera ronakbîrî bikim , ev kes hêdî hêdî zêde dibin.
- Ma di nav diasporayê de cihêbûna siyasî, herêmî an olî heye ku bandorê li ser xebata rêxistinê bike? Hûn çawa bi van pirsgirêkan re mijûl dibin?
Astengî bi dû aliyan ve berz dibin, li ser aliyên hin kesayetên ên dixwazin çi xebatî bi ser wan ve be yan divê betal bibe û a din rêxistinên siyasî ên nivîskaran dabeş dikin di nav xwe de gorî bîrdoziyên xwe, sebaret min ez hewil didim dûrî van herdû cûreyan bibim, bi xwe ez dûriyekê di navbera xwe û wana de dibînim ,ji ber ezmûnek min di hin saziyên rewşenbîr ên girêdayî bi wan ve hebû , û min jê encam girt lewre despêşxeriya kombûna zanyarên azad hewil dide etmosfêrekî an hewayekî saxlem amade bike, gelek afrêner li benda vê yekê ne ta ji nû ve cihê xwe di vê kombûnê de bibînin.
- Têkiliya we bi civaka firehtir a derveyî diasporayê çawa ye? Ma hûn di çalakiyên hevbeş de beşdar dibin?
Min demekê di nav Hrrk de cih girt , û demeke din di nav YNRKS de û pişt re di nav pirojeya amadekirina navenda revenda Kurdistanî li Dûsseldorf, serboriya min heta radeyekê tevî hin zehmetiyan başbû, lê niha ez bêhtir pabend im bi xurtkirina destpêşxeriya xwe û pêşdebirina wê ta bibe dengê hemî zanyarên azad li Kurdistanê.
Û têkiliyên min bi van saziyan re bi giştî baş in , li vir ez behsa endamên wan saziyan dikim û ji wana re serkeftinê dixwazim.
- Ma hûn dikarin çîroka bûyereke taybet an demekê bibêjin ku bûye xaleke girîng di dîroka rêxistinê de?
Belê di nav xebatên xwe yê li diyaspora min gelek hewildan pêkanîn ji bo xurtkirina tevna yekbûna civaka kurdî û herwiha di warê bangewaziya ji bo yekrêziya mala Kurdî li rojavayê kurdistanê, ev yeka ji bo min xalek girîng e , baweriyê dide min ku xebata ronakbîr dikare bandorek baş bike li derdorê eger rewş û derefet jêre bête peydakirin.
- Zêdetir bi kîjan destkeftiyê serbilind in? Herwiha, girantirîn qeyrana rêxistinê çi bû?
Mirov dema xwedayê pirojeyekê be û ji bona wê bi hemî kelejana xwe li ser bixebite ev dibe cihê serbilindiya mirov, dijawrtirîn qeyran li gorî me wekî kurd dema am civakek ne amade ji guhertinê re bibînin, an dema jêderên piştgiriyê kêm bin û mirov bi tenê xwe be, ev jî zehmet e, piranî li benda liv û tevgera çend kesan dimînin, û ev yeka li cem me wek nimûne gelek e.
- Ma nifşa ciwan, wek nifşa duyem an sêyem, di çalakiyên rêxistinê de beşdar e? Hûn dahatûya vê beşdariyê çawa dibînin?
Nifşê ciwan îro dûrî çalakiyên rewşenbîrî ne, sedem jê fişara dem û jiyanê ye li diyaspora , bêhtir di dema valahiyê de berî xwe didin konsêrtan, ne ewqasî vekirî ne ji merseleyên rewşenbîrî re, ev nifş dixwaze xwe di warê aborî û xwendinê de û bidestxustina karê û pereyê baş pêşde bide, bi taybetî Kurd, ji ber vê yekê pêdivî ye mirov an sazî an destpêşxerî li rê û ekranên nû bigerin ta karîbin xwestekên nifşê niha hembêz bike.
- Ger derfet hebe, hûn dixwazin di şêwaza xebata rêxistina xwe an rêxistinên diasporayê bi giştî de çi biguherînin?
Sebaret min divê mirov bi qasî li xweşkirina jiyana xwe yê diravî digere li a giyanî û rewşenbîrî jî binêre, xebata rêxistinî di her rewşê de girîng e , divê nifş rewşenbîr be herwiha dewlemend be di warê kar û çespandina pereyê de, û li ser xwedî sazî û rêveberiyan ku tim li gorî rewşê alavên xwe biguhêrînin û hewil bidin bixebitin li ser şêwaza xebatê û geşepêdana jiyanê mirovî di hemî waran de.
- Hûn çi şîret an amojgarî didin diasporayeke din ku dixwaze ji sifirê dest pê bike û rêxistineke sazûmanî ya weke ya we ava bike?
Pêşî bawerî bi xwe bi hinir û pişt re bi afirandina şêwazekî hilgir dikare nêzî hemî bijardeyên civakê bibe dûrî dûrxistin û komçetîtiyê, herwiha saziyê ne di nav xwe de xweser û bê alî be ew sazî dimre û nikare çi pêşveçûnê biafirîne, divê rê bête vekirin ji xwedî pirojeyan re, ji kesên ên li saziyekê digerin ku bin siha wê de pêşve biçin, divê rêxistin li gorî hêvî û daxwaziyê be yan wê di cihê xwe de bitemire.

