Çend numûne jibo giringîya zimên
Siddik BOZARSLAN
Jenosida zimên, li gora Neteweyên Yekbûyî (NY), paragraf III weha hatîye nasandin: ”Pêşîlêgirtina bikaranîna zimanê grubekê di jîyana rojane û dibistanan da, yan qedexekirina çapkirin û belavkirina berhemên bi zimanê grubê.”
Rêxistina Parastina Zimanan (Terralingua): ”Eger bawerîya me bi demokrasiyê tê, eger bawerîya me bi azadîya derbirinê, mafê civîn û jîyanê tê; divê em mafê jîyanê bidin zimanên tehdîtkirî jî. Peyivîn, xwendin û hîndekarîya bi zimanê xwe divê mafekî însanî be.”
Zimannas Tove Skutnabb – Kangas :”Ji bona ku dinya me pirrengîya biyolojik ya xwe biparêze û bijî; divê pirrengîya zimên û kulturê bê parastin û bijî.”
Zimannasê Katalonî Carme Junyent, di derbarê mirina zimanan da tiştên balkêş dibêje: ”Mirina zimanan, qasî mirina lawir (heywan) û nebatan tesîrê li mirovan nake. Ev, paradoksek e. Ji ber ku eger em bidin ber hev, hejmara zimanên ku dimirin, ji hejmara heywan û nebatên ku dimirin, pir pir zêdetir e.” (26)
Xortekî cihû bi navê Elyezer Bin Yehuda, di nav Yahudiyan da giringîya zimên dide zanîn û weha dibêje: ”Gelê me li seranserê cîhanê belav bûne. Divê em wan bînin ser axa xwe. Divê em zimanê Îbranî jî hîn bibin.” Cihû vedigerin ser erdê bapîrên xwe, yanî vedigerin welatê xwe û zimanê xwe îbranî yê ´kevnar û mirî´ ji nû ve ava dikin, yanî vedijînin. Gorbihiştê Celadet Alî Bedirxan jî, vê mijarê di Kovara Hawarê da di sala 1942an da digire dest û di nivîsarek da dide zanîn û dibêje ku ”Divê Elyezer Bin Yehuda ji Kurdan ra bibe numûne.”
”Welatê însanek, zimanê wî / wê ye…”(Barbara Cassin)
Nivîskara fransiz Barbara Cassin, di kitêba xwe ”Nostalji”yê da ”Însên kengê li mala xwe ye”? Pirsek dike ku ew sernivîsarek e jî û welê bersiv dide: ”Ew cîyê ku zimanê însên, kultûra însên, ekrebayên (xismên) însên tên qebûlkirin, ev ziman û kultûr ku lê dijîn û biçûk nayê dîtin, ew welatê wî / wê ye.” (27)
Li vir gelek vekirî ye ku xanim Barbara bala raya giştî dikişîne ser zimanên ku di bin teda û zulmê da ne, divê ew gel û netewe jibo jîyana zimanê xwe piralî bixebitin û têkoşîna wê bêrawestandin bidomînin ku ev di radeya jîyanî (heyatî) da pir giring e.
Bi navê Berberî civatek ku li Cezayir, Fas û Tunusê dijîn; têkoşîna wan jibo zimanêdayîkê despêkir û bi ser ket. Ji ber ku ew li cîyên cuda dijîn û nufûsa wan belawela ye, wan qîma xwe bi desxistina zimanê dayîkê bo perwerdeyê bi sînor kirin, bi ser ketin û ji helandinê rizgar bûn. Gelek zelal e ku eger berberîyan, hedefeke weha nedana pêşîya xwe û li gora mercên jîyana xwe neketana nav têkoşînê, ew nikaribûn bi serkevin.
Li Fransayê bi navê Brethon civateka xwedî 350.000 nufûs heye ku bi awayê fermî tê naskirin. Brethonîyan têkoşîna xwe di çarçoveya perwerde jibo zimanê xwe parastin û bi serketin. Mirov dişê bêje ku eger wan mafê zimanê xwe bi dest nexistina, ji mêj ve dê hebûna wan winda bibûna.
Giringîya zimanê dayîkê jibo Gelê Bengalê jî bûye numûneyeka balkêş û jibo hemî cîhanê. Vekirî û zelal e ku di têkoşîna bengalîyan da cîyê zimanê wan, bûye stûna rizgarîya wan bi xwe. Dema rêvebirên Pakistanê di 1952yan da Zimanê Urduyî jibo Gelê Bengalê jî îlan kirin; hewildanên Bizavên Zimanê Bengalî wek nerazîbûn (protesto) di 21ê sibatê 1952yan da li serbajarê Bangladeşê li Dakkayê rûdan û gelek xwendekarên zaningehan hatin kuştin ku ew endamên Bizava Zimanê Bengalî bûn. Divê were xuyakirin ku wan cuwanan dixwestin ku Zimanê Bengalî bi alfabeya bengalî wek resmî were qebûlkirin. Loma UNESCO, di 17.11.1999an da jibo 21ê sibatê ´Roja Bizava (hereketa) Zimanêdayîkê´ îlan kirîye û di 2000an da biryar sitandîye ku ev roj di çarçoveya cîhanê da were pîrozkirin ku di nav rûpelên dîrokê da ´21ê sibatê, Bizava Zimanê Bengalî jibo Zimanêdayîkê yê Navberneteweyî´ cîyê xwe yê birûmet girtîye. Pîrozkirina vê rojê, di çarçoveya giringîya teşwîqkirin û parastina pirzimanî û çandên cuda da jî balkêş e.
Min di nivîsareka dî da dabû zanîn ku M. Kemal dema behsa serxwebûna Gelên Balkanê dike; ew dibêje ku Gelên Balkanê qîmetê nedane zimanê osmanî û wan ewil zimanê xwe hîn bûne û paşê serxwebûna xwe îlan kirine. Wek tê zanîn, di despêka salên 1900î da Şêx Abdusselam Barzanî, li ser navê gelek eşîran ji Hukmê Osmanî xwestibûn ku li herêma wan zimanê kurdî bibe zimanê resmî û yê perwerdeyê. Lê Hukmê Îttîhatîyên nejadperest, di 1914an da Şêx Abdusselam Barzanî li Musulê bi darda kirine. Kurdên ku ji zimanê xwe hez dikin û lê xwedîtîyê dikin, divê xwe wek şagirtên Ehmedê Xanî, Şêx Abdusselam Barzanî û mamostayên kurdî yên herî dawî Bedirxanîyan (Celadet û Kamuran) qebûl bikin û bixebitin; bê guman di vê xebatê da divê ji pratika M. Gandhi û Î. Beşikçi jî sudê werbigrin.
Di derbarê felsefeya zimên da filozofê navdar Ludwig Wittgenstein (1889-1951) weha dibêje: ”Felsefeya bêziman, bêîtîbar / bêqewet / bêhêz e!”

