Cehd, Ûjdan û Berxwedêrê Heqîqetê Îsmail Beşîkçî: ÎSMAÎLÊ ME
Cano Amedî
Vegotin û nivîsandina jiyana siyasî û akademîk, a mîrata entelektuel û cihê Îsmaîl Beşîkçî di dîroka Kurdan de ne hêsan e. Serpêhatiya guhertina rêya Îsmaîl Beşîkçî ku ji "Mamosteyê Îskîlîpî yê Çorumî" ber bi "Îsmailê Me" ve, gelekî bi zehmetî, bi trajedî û bi serpêhatiyan tije ye. Êdî her kes dizane ku "Xocayê Zer" di encama maratona têkoşîna navbera heqîqet û zindanê de, di dilê miletê Kurd de text vegirtiye û navê xwe li ser rûpela dilsozî û rûmetê nivîsandiye. Di heman demê de em dizanin ku pergala li dijî mirovahiyê ya ku lê zilm dikir, xwest bi îşkence û cezayên giran Îsmail Beşikçi di zindanan de teslîm bigire û serê wî bitewîne; lê belê yê ku bi ser ket, li ber xwe da û di dîroka mirovahiyê de wekî abîdeyek rûmetê cih girt, Îsmail Beşîkçî bixwe bû. Ev hêza têkoşîn û vîna berxwedanê, tevî hemû astengîyên nijadperest ên vê pergala heyî, heta îro dom dike.
Em dizanin ku di dîroka mirovahiyê de gelek mînak û rastî hene ku carcara kesek bi tenê li dijî derewên pergaleke mezin disekine û wê dihejîne. Îsmail Beşîkçî, neferekî têkoşînê yê ku di seranserê jiyana xwe de di şerekî rûbirû de heqîqet parastiye û rastî gotiye, li dijî pêvajoyê bi awayê herî tûj, herî zelal û bê tawîz li ber xwe daye û bi ser ketiye. Çîroka jiyana wî ku wekî sosyologekî Tirk li Çorumê dest pê kir, berê wî nedaye meqamekî bi konfor li qada “îdeolojiya fermî” bi destbixe, lê ber bi fedakirina temenekî di rêya heqîqetê ya zahmetkêşî û xîretê de biriye.
Beşîkçî ne tenê wek "dostekî Kurd"; ew şervanê heqîqetê ye ku meseleya Kurd û Kurdistanê wekî meseleya "namûsa zanistîyê" dîtiye û di vê rêyê de 17 salên temenê xwe di zindanan de derbas kiriye. Ew kedkarekî zanistê ye ku ji ciwaniya xwe heta îro de rêya pêşdexistina zanistê têkoşin daye, prangayên li rastiya zanistê xistine şikandîye, ji rastiyan qet tawîz nedaye û di her şert û mercî de qîriyaye û gotiye: "qiral tazî ye".
Jiyana Îsmail Beşîkçî, mîna kurtedîroka siyasî ya dewleta Tirk û astengiyên li ser azadiya raman û mafên bingehîn ên mirovan e. Pêvajoya girtîgehê ya ku bi Derbaya 1971’an dest pê kir, bi darbeya 1980’yî û di salên 90’î de heta salên 2000’î dewam kir. Wî girtîgeh ne wekî "cihê mexdûriyetê", lê wekî "odeyeke xebatê" dîtiye. Tevî cezayên girtîgehê yên ku bi giştî ji 100 salî zêdetir bûn û tevî zêdetirî 17 salên di zindanê de, wî bi dehan berhemên ku li hundir û derve nivîsandine prangayên pergalê bêbandor kirin û têkoşîna azadkirina mêjiyan bi biryardarî domandiye.
Dema Îsmail Beşîkçî li Bidlîsê leşkeriya xwe dikir, bi şandina yekîneya wî ya leşkerî ji bo wezîfeyeke demkî ber bi Colemêrgê ve, ew di rêya jiyana xwe de bi rêveçûneke girîng re rû bi rû dimîne. Hevparîya wî "zimanê nenas" ku li her du aliyên sînorên çêkirî dihat axaftin, sosyolojiya têkiliyên xizmatiyê ya li "aliyê din", hebûna hestên aîdiyeta hevpar, tevlî sînorên mîlîtarîst û têkiliyên asayî yên jiyana civakî, dibe sedem ku di mêjiyê Îsmail Xoca de pirs zêde bibin. Lêgerîna bersiva van pirsan, li zanîngeha Erziromê, bi xebata "Doğu Anadolu'nun Düzeni" (Nîzama Rojhilatê Anatolîyê) dest pê dike.
Teza "her kes Tirk e" ya ku Beşîkçî heta wê rojê di dibistanên dewletê de hîn bibû, dema ku bi rastiya sosyolojiya herêmê re li hev dikeve, Beşîkçî ne li gel dewletê, lê li gel rastiyê cih digire. Berhema wî ya bi navê "Doğu Anadolu'nun Düzeni" (1969) ku di salên asîstantiya xwe ya li Zanîngeha Ataturk a Erziromê de nivîsandiye, geşedaneke girîng e ku bi daneyên sosyolojîk hebûna miletê ku heta wê rojê wekî "tabû" dihat dîtin îspat dike. Ew yek ji yekemîn berhemên zanistî ye ku avahiya sosyo-ekonomîk a civaka Kurd analîz dike. Xebata wî ya li ser rijdbûna rêbaza zanistî, wî rûbirûyî mekanîzma zulmê dike û têkoşîna wî bi leztir dike.
Teza wî ya metodolojîk a ku diparêze, divê zanist ji îdeolojiya fermî serbixwe be, di asta manîfestoyekê de ye. Wî gelek caran aniye ziman û bi biryardarî dubare kiriye ku li dijî "hiqûqa" dagirker û mêtinkar, li gorî normên hiqûqa gerdûnî ya mirovahiyê, berxwedan û têkoşîn rewa û pêwîst e. Ev xebat, bûye dawiya kariyera (hokara) wî ya akademîk, lê bûye destpêka wesfê wî yê "ronakbîriya gel". Ji zanîngehê hat avêtin, ji ber ramanên xwe gelek caran hat girtin, lê di her derketina xwe de pênûsa xwe hîn tûjtir kir.
Îdeolojiya fermî ya dewletê bi refleksa dijî Kurd, jibo cezakirinek bê serûber ya Îsmail Beşîkçî, hemû saziyên xwe bi kar anî, jibo ku rê li ber xebata wî bigire, dijî wî pêvajoyek cezakirin, îzolekirin û bê îtibarkirinê dan destpêkirin. Mamoste Beşîkçî jî li ser bingeha rastiyên zanistî, dadwerî û sosyolojî teza xwe ya bi navê "Kolonîya Navdewletî Kurdistan" pêşve da û bi tespîtên siyasî bersiva wan zextan da. Ev tespît, di nav demê de çarçoveyeke teorîk a bingehîn xêz kir ku bi zelalî destnîşan dike ku Kurdistan ji kolonyalîzma klasîk cuda ye û di statuya "tunebûnê" de hatiye hiştin. Îsmail Beşîkçî, dema ku bi van tespîtan û biryardariya xwe ya têkoşînê dest avêt meseleya Kurd û Kurdistanê ku "tabûya" herî mezin a civaka Tirk e, rastî bertekên hevpar ên aliyên rastgir, çepgir, lîberal, muhafezekar û hwd. hat. Em dizanin ku van hemû aliyan mîna "koroya dengên ji welat" (yurttan sesler korosu) bertek û hêrsa xwe ya li dijî Mamoste Îsmail bi her awayî heta îro domandine.
Bêguman, dîrok wê cih û girîngiya mamoste Îsmail Beşîkçî di nav rûpelên têkoşîna zanistî û civakî de tomar bike. Di sedsala ku Kurd "tune" hatine hesibandin, wek ronakbîrekî mafên miletê Kurd ên ku ji miletbûnê tên, hebûn û mafê statuyê bi rêbazeke zanistî îfade kiriye û bi tespît û pirtûkên xwe, di salonên dadgehan de wek "belgeyên hebûna" miletê Kurd parastiye. Ango girîngiya vê xebata wî, meseleya Kurd û Kurdistanê ne bi hestên "alîkarî" an "dilşewatî", lê li ser bingehê hiqûqa gerdûnî, demokrasî û exlaqê zanistî parastiye. Wî bi xwebawerîya entelektuel ya tevgera siyasî ya Kurd xurt kiriye; bi têkoşîna xwe piştgirî daye ku polîtîkayên asîmîlasyonê di wijdanê raya giştî de bên mehkûmkirin. Wî di pergala perwerdehiya Tirk û îdeolojiya fermî de rê li ber derizandina xetên nû yên şikestinê vekiriye.
Beşîkçî, wekî demokratek, humanîsteke û dostekî Kurdan, ne tenê rastiya Kurdan, lê rûmeta ronakbiriya Tirk jî parastiye. Li dij pergaleke ku digot: "Kurd tunene", wî bi dana berdêlek giran îdeolojiya fermî mehkûm û kir got: "Kurd hene û di daxwazên xwe de mafdar in". Bi vê vîna têkoşînê, wî careke din nîşan da ku nîşaneya herî berbiçav a êşa demokratîkbûnê li Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye.
Hişkbûna Beşîkçî ya li ser xweseriya zanistî, wêrekiya wî ya entelektuel, helwesta wî ya biryardar û sekna wî ya li dijî demê, her yek peyamek e. Îsmail Beşîkçî bi nasnavê "Sarı Hoca" (Xocayê Zer) ne tenê di dilê Kurdan de, di cîhana zanistê de jî xwedî cih û girîngiyeke taybet û di rûpela rûmetê ya mirovahiyê de cihê xwe girtiye. Ji bo nifşên pêşerojê, ew sembola wêrekiya entelektuel û abîdeya zindî ya wêrekiya gotina rastiyê ya li dijî desthilatdariya nijadperest e! Wî bi nasnameya xwe ya parêzvanê xweseriya zanistî, bi têkoşîn û helwesta xwe ya bi biryar, îspat kiriye ku zanist, di bin fermana dewletê de nabe pergalekî îdeolojîk. Di heman demê de ew "pira dilovanîyê" ye ku pêkhate dikarin jibo wekhevî û azadiyê bitêkoşîn û bi hev re bimeşin.
Têkiliya Îsmail Beşîkçî bi têkoşîna siyasî ya Kurd re hema hema bi temenê nifşê me re hevseng e. Ji pêvajoya DDKO, weşanxana Komal, ji şopa 1980’yî û şûn ve heta îro, wî her tim li dijî hişmendiya mêtinkar, nijadperest û yekperest li gel miletê Kurd cih girtiye û têkoşîna xwe domandîye. Ji ber vê yekê, dilsoziya gelê Kurd ji bo Îsmail Beşîkçî bi hezkirinê tenê bi sînor nabe. Ev dilsozî, tevlî ku di demna de bi şêweyên cuda tê rêdan, carna jî dikeve ber tîrên rexne û bêntengiyan. Lê mîna dilsozîya ya herî berbiçav, damezrandin û mayindekirina Weqfa Îsmail Beşîkçî (ÎBV) ye. Wek tê zanîn Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, bi armanca ku navê Îsmaîl Beşîkçî, rêbaza wî ya zanyarî, xebat û tekoşîna wê zindî bête hîştin, di sala 2011an de li Sitenbolê hat damezrandin. Ev heyeta xwedî desthilata avakirina vê weqfa giranbuha ku li ser navê Kurdan hat damezrandin ji alî Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz, Talat Înanç, Îshak Tepe û Abdullah Baran pêktê. Ji bilê vê Îsmaîl Beşîkçî, serokê lijneyê yê rûmetê ye. Lewre rêyek ji bersîvdana vê dilsozîyê jî divê ev saziya girîng bête parastin û jiyandin, berhemên wî yên hêja bigehînin nifşên nuh û rêbaza wî ya zanyarîyê berfirehtir bikin. Rê û rêbaza vê jî, bi xurtkirin û dewlemendkirina têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê ve girêdayîye. Paşeroja miletê Kurd, ku hebûna wî ji alî nîzama dijî Kurd nayê qebûlkirin, bi têkoşîna milî diyar dibe. Rêya vê jî, bi alîkarîya derfetên teknolojiyê, bi têkoşîn û hişmendîya rizgariya niştimanî, ji aliyê akademîsyenên Kurd yên ciwan, billindkirina alaya Îsmail Beşîkçî, ji nifşekî derbasî nifşekî din bikin, wê gavê serkeftin jî pêkan e.
Îsmail Beşîkçî bi vîna têkoşînê rê li ber pêşketina "metod" û pratîka hişmendiyek neteweyî vekiriye. Hişmendiyek lêpirsîna şikdar, radestî gotinên fermî nabe û li heqîqeta xwe xwedî derdikeve. Berpirsiyarîya derdorên siyasî û ciwanên Kurd, xurtkirina zemîna fikra serxwebûnê ye ku Beşîkçî bi salan e di girtîgehan de li ser bingehê hebûna neteweyî, rûmeta neteweyî û rastiya zanistî parastiye. Wî li ser bingeha hişmendiya neteweyî, statuyek bi erdnîgarî û dewletbûna netewî ve girêdayî, azadî û pêşerojeke demokratîk destnîşan kiriye.
Divê em qebûl bikin ku Îsmail Beşîkçî bi nîqaşkirina felsefa damezrandina dewleta Tirk û bi mehkûmkirina cewherê nijadperest ê pergala tarî û yekpareperest, wekî sosyologê heqîqetê di ûjdana hevpar a mirovahiyê de cîh girtiye. Îsmail Beşîkçî di meşa azadiyê ya gelê Kurd de ne tenê hevalekî vê rêwîtîyê ye, ew ronakbîrekî ku kevirên wê rêyê bi zanist û wêrekî raxistiye. Rastî, ji her cure qeyd/lele û propagandaya reş bi hêztir e. Nasma miletekî ya netewî, daxwaza wî ya azadî û serxwebûnê û têkoşîna diyarkirina çarenûsa xwe, bi zîndan û cezayan nayê tunekirin! Ji ber vê yekê, tu hêz, derdor û kes li ser bingehê "nêtxwendinê" ne xwedî maf e ku li ser navê Îsmail Beşîkçî di derbarê pêvajoyê de dîtinekê dîyar bike. Îsmail Beşîkçî, heta îro ramanên xwe yên li ser Kurd û Kurdistanê bi awayekî pir zelal pêşkêş kiriye. Şirove û nêzîkatiyên ji bo berjewendiyên kesane û weritandinê, zirarê dide xwediyê xwe. Îsmail Beşîkçî êdî wekî "Îsmailê Me" nasnameyek Kurdistanî raber dike. Ev nasname berdêla têkoşîn û azmûnek zêdetirî 60 salan e. Ji ber vê yekê, em hemû li hemberî "Îsmailê Me" berpirsiyar û deyndar in. Divê em dema wezîfeyên xwe bi cih tînin, rêzê li ked, vîn û têkoşîna wî bigirin.
Bi gotinên dawî, Îsmail Beşîkçî di dîroka entelektuel a Tirkiyeyê de ne tenê akademîsyenek, lê wekî "parêzvanê heqîqetê" û sembola "namûsa zanistê" jî cîh digire. Biyografiya Beşîkçî ku jiyana xwe diyarî sosyolojiya Kurd û rexneya îdeolojiya fermî kiriye, bi awakî din kurteya têkoşîna azadiya ramanê ya li Tirkiyeyê ye jî.
Em dizanin ku berhemên Beşîkçî li ser îspatkirina hebûna sosyolojîk a "miletekî ku tune tê hesibandin" bi rêbazên zanistî radiweste. Piraniya berhemên wî, yên zêdetirî 50 pirtûkên ku wî nivîsandine, di demên ku hatine weşandin de hatine qedexekirin û komkirin. Ev hişmendiya qedexe û nijadperest hîn jî bi awayekî aktîf dom dike. Îsmail Beşîkçî wekî "ronakbîrekî Tirk" bi helwesta xwe ya di meseleya Kurd de, helwesteke exlaqî ya gerdûnî nîşan daye.
"Mirovê zanyar, ne mayindebûna (bekaya) dewletê; lê pêwîst e ku mayîndebûna rastiyê/heqîqetê bihizire."
Beşîkçî ku bi vê prensîbê tevgeriyaye, di dilê gelê Kurd de wekî " Mamosteyê Zer” (Sarı Hoca) xwedî cihekî taybet û girîng e. Ji ber vê yekê, em li wan çavên wî yên şîn dinêrin û bi dilgermî dibêjin ku Îsmaîlê Me Bîrdarîyek rûmet û xîretê yê zindî ye. Bi hêvîya tenduristîyek baş, temenek dirêj û bi sihetek xweş ez mamoste îsmaîl Beşikçî bi rêz silav dikim û vê nivîsa xwe weke dîyarîya sala nû peşkeş dikim. Bi germaya hestên kurdewarî silav û rêz mamosteyê qedir bilind…
01.01.2026 – Cano Amedî


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin