Bîranîna serok û qehremanên neteweyî, zindîkirina dîrokê, dilsoziya doza wan û berpirsiyariya pêşerojê
Ji doh hetanî îro dagîrkerên Kurdistanê serhildan û serokên Kurdan bi tohmetan tawanbar kirine. Ji aîyekî din jî, kes û tevgerên bi navê kurdan tevgeran, serhildan, serok û qehremanên kurdan bi heman tohmetan tawanbar dikin. Lê ew ji neyaran bêtir bîra Kurdî bêrûmet dikin, Herdû alî jî bi heman sedemên lihevkirî, tunekirina hafizeya neteweyî ji xwe re kirine armanc. Berevajî vê, cîyê şanazîyê ye ku îro tevgera Kurdistanî xwedî li paşeroja xwe ya neteweyî derdikeve û rûmeta serhildan û qehremanên xwe diparêze. Armanca vê nivîsê şîroveya şêweyên bîranînê ye.
Civakek ku dîroka xwe bi zindî diparêze, tenê bîranîna bûyeran yan jî kesayetên dîrokî naparêzin. Ya bingehîn ku ew di doza wan, nirxên wan, armanca wan de têbighêjin û mîrasa wan radestî nivşê nu bikin. Ji ber vê yekê bîranîna kolektîf ne tenê bîranîna qahreman û serokên neteweyî wek takekesan ne. Lewra bi bîranîna parastina mîrasa wan ya ramanî, nirx û armanca wan, zindîkirina temsîlî ya şînşopên wan, divê wek têghiştin û geşkirina hafizeya neteweyî bê şîrovekirin.
Di tevgerên neteweyî de, gelek serok û kesayetên dîrokî ne tenê ji ber serkeftinên wan yên siyasî yan leşkerî têne bîranîn, lê herî zêde ji ber dilsoziya wan ya bi doza ku pê bawer bûn jî bibîr tînin. Wek di gelek mînakên dîrokî de tê dîtin, hin serok dizanibûn ku şansa serkeftinê pir kêm e, lê dîsa jî ji têkoşînê paşde venegeriyane. Cihê wan di dîrokê de ne tenê bi encamê, lê bi dilsoziya wan ya li hember nirx û armancên ku diparastin tê diyarkirin.
Piranîya tevger û serhildanên Kurdistanî yên dîrokî, divê bi rewşa wan ya sîyasî, dîplomasî û leşkerî, lê herweha bi şert û mercên demên wan bi derfet û metirsîyên pêvajoya wê serdemê bên şirovekirin. Di heman demê de mînaka wergirtina berpirsiyariya wan ku ji bo armancekê û helwestgirtininek li hember dîrokê bê şîrovekirin. Bi heman awayî, gelek serok û kesayetên neteweyî yên demên cuda, ji serkeftin an neserkeftina xwe serbixwe, ji ber dilsoziya wan ya li hember dozê di bîra civakî de cih girtine.
Ji ber vê yekê bîranîna qehremanan ne tenê rûmetdan û rêzgirtine, lê zindîkirina hişmendiya berpirsiyariya dîrokî ye jî. Çanda bîranînê pirek e ku paşerojê bi îroyînê û îroyîn bi pêşerojê ve girêdide. Bi vî awayî civak tenê nasnameya xwe naparêze, lê nirxên ku dixwaze biparêze, divê bi mesûlîyeta ku wan nirxan jî nifşekî radestî nivşekî bike, tevbigere..
Bîra dîrokî bi ramana rexneyî û sûd wergirtinê şîrovekirin dê bêtir watedar be. Parastina dîrokê, bûyer û kesayetên dîrokî û neteweyî ji perspektifa rexnegirî bidûrketî bibîranîn dê encamên domdarîya neteweyî neafirîne. Divê her bûyer bi mercên serdema wan, serkeftin, kêmasî û mîrasa ku hiştine bi çavdêriyek dîrokî werin nirxandin. Ev helwest û şêweya bîranînan bîra kolektîf, ji vegotinek dogmatîk derdixe û wê dike beşek ji hînkirin û pêşketina civakî.
Di encamê de, wateya herî kûr ya bîranîna serok û qehremanên neteweyî ne tenê zindîgirtina navên wan e, lê têghiştina nirx û armancên wan di têkoşînê de wek nirxên berdewamîya neteweyî şîrovekirin, dê bîranînên dîrokî bikin qada sûd wergirtinê. Lewra pêşeroja ewleyîya civakek neteweyî ne tenê bi hêza aborî an saziyên siyasî wek partî û tevgeran tê misoger kirin. Ew her weha bi girêdaneke parastina bîra dîrokî, zindîkirina nirxên hevpar û veguhestin û radestkirina vê berpirsiyariyê, ji nifşên îroyîn bo nifşên siberojê ye . Bi vî awayî, paşeroj tenê ne wek demek ku derbas bûye dimîne, lê dibe mîrasek zindî ku pêvajoya heyî rave dike û rê nîşanî pêşerojê dide.
Bi kurtî; Bîranîna qehreman û serokên neteweyî ne tenê nav û kesayetî ye, ew her weha hişmendîyek dîrokî û zindîkirina bîra neteweyî diafirîne; Lewra ev şêwe nirxên têkoşina wan di hişmendiya civakî de zindî dihêle. Ji ber vê yekê bîranîna wan ne tenê bîranîna kesan e, lê bîranîna doza neteweyî ku di nav deman de bi bawerîyên xwe ve derfeta berdewam û domdarîya neteweyî wek mîrasa dîrokî û wek pêvajoyek dînamîk radestî me dike.
Ger bîra netewyî tune be, domdarîya neteweyî tune ye; ger domdarî û berdewamî tune be, ewleyîya pêşerojê jî bê bingeh dimîne. Ji ber vê yekê, parastina bîra dîrokî ne tenê berpirsiyariyek li hember paşerojê ye, lê her weha ew berpirsiyariyek li hember nifşên civaka neteweyî ya ku hîn nehatiye dinyayê ye jî.
Bîranîn bi pirs û rexneyê watedar e.
Bîranîna serok û qehremanên neteweyî tenê bi vegotina nav û serpêhatîyên wan temam nabe. Ger bîranîn tenê bibin merasîm, ew bi demê re dikare ji wateya xwe dûr bikeve. Ji ber vê yekê, divê bîranîn bi pirskirin, lêkolîn û rexneyekî zanistî ve biencam bibin.
Pirs, pirsê diafirîne; her bersîv jî deriyê pirsekî din vedike. Ev prensîp ji bo dîrokê jî bi wateye. Dema em jiyan û têkoşîna serokên neteweyî dinirxînin, divê em bipirsin: şert û mercên serdema wan çi bûn? Armancên wan çi bûn? Li kû derê serkeftin bi dest xistin û li kuderê kêmasî an çewtî kirin?
Pirs û bersîvdayina pirsan ne qada kêmxistina nirxê giranbihayên neteweyî, lê ji bo têgihîştina perîodên dîrokê û vekirina paceyek ji bo siberêojê ne. Serok û qehremanên Kurdistanî jî mirov bûn; bi dîyarkirina şert û mercên serdema wan ve biryarên wan şîrovekirin, nirxandina kêmasî û çewtiyên wan divê ne be sedema bêhurmetiyê, lê divê bibe rêya fêrbûna dîrokê ya nifşên nu ku heman çewtiyan dubare nekin û perspektifa wan ya berbang û asoya felatê berfirehtir bikin.
Bi vî awayî, bîra dîrokî ne tenê bîra paşerojê ye. Divê ew wek dibistaneke ramanî ya civakî ku ji serkeftin û kêmasiyan sûd werdigre bê şîrovekirin. Ev jî şertên berdewamî û domdarîya hişmendiya neteweyî û perspektifa nirxên avakirina pêşerojeke bi nirx radestî me dike.
Dîrok tenê mîrasa paşerojê nîne; ew berpirsiyariya me ya li himber pêşerojê ye. Kesên ku bi pirsan ve dîrokê dixwînin, tenê wek paşerojê tênagihêjin. Lewra neteweyek ku tenê qehremanên xwe bibîr tîne, bîra xwe diparêze. Lê neteweyek ku ji jiyana wan, ji doza wan, ji serkeftin û kêmasiyên wan sûd werdigre, ne tenê bîra xwe diparêze, lê pêşeroja xwe jî bi hişmendî ava dike. Ji ber vê yekê, qehremanên neteweyî ne tenê mîrasek ji paşerojê ne.


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin