Heyeta PSKyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir

Heyeta PSKyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir

.

A+A-

Heyeta Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ku ji Serokê Giştî yê PSKyê Rêzdar Bayram Bozyel û rêvebirên PSKyê pêk hatî roja 04.09.2026ê, seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Rêzdar Mustafa Ozçelîk û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta PSKyê kirin.

Serokê Giştî yê PSKyê Rêzdar Bayram Bozyel ji ber li dar xistina kongreyên Amed û Enqereyê yên PWKyê, pîrozbahîya xwe pêşkêş kirin.Serkeftin ji rêvebirîya nû ya PWKyê re xwest.

Serokê Giştî yê PWKyê Rêzdar Mustafa Ozçelîk jî li ser navê hemû rêvebir û endamên PWKyê bi xêrhatina heyeta PSKyê kir û ji bo vê seredanê, ji bo beşdarîya Rêzdar Bayram Bozyel û heyeta PSKyê spasîya xwe anî zimên.

Herdu heyetan li ser rewşa li her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.

Herweha herdu heyetan girîngîya zûtirîn wext pêkanîna tifaqeke neteweyî li Bakurê Kurdistanê û girîngîya pêşdexistina peywendîyên herdu partîyan de hemfikir bûn.

Hevdîtina heyetên PSK û PWKyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

04.09.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin