
Encamnameya Duyemîn Kongreya PWKyê: Îro Li Bakurê Kurdistanê Ava Kirina Tifaqeke Neteweyî Wazîfe û Pêwîstîyeke Dîrokî Ye
.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Kongerya xwe ya duyemîn ya asayî li dar xist.
PWK, kongreya xwe ya esasî-fiîlî, di roja 30.08.2026ê, li Amedê li dar xist. Di vê kongreyê de serokê Giştî, Meclîsa Partîyê û Lijneya Disîplînê hatin hilbijartin û ji bo bernameya xebatê biryarên pêwîst hatin girtin
Roja 03.09.2026ê jî li Enqereyê di bin çavdêrîya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Çankayayê de, kongreya xwe ya yasayî li dar xist û hemû biryarên kongreya Amedê, bi awayê yasayî pesind kir.
Kongreya duyemîn ya PWKyê bi beşdarîya hêjmareke baş ya delegeyên ku îradeya hemû PWKyîyên ji Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê temsil dikir û di atmosfereke demokratik de pêk hat.
Cîhê şanazîyê ye ku ji her çar perçeyên Kurdistanê, gelek partî û rêxistinên sîyasî, dezgehên sivîl, siyasetmedar û rewşenbîr Kurdistanê bi beşdarîya fiîlî û bi peyamên xwe piştgirîya kongreya PWKyê kirin. Em spasîya hemû alîyên sîyasî, dezgehên sivîl û sîyasetmedar, rewşenbîrên kurd dikin ku beşdarî kongreya me bûne û peyam ji me re şandine.
Roja kongreya PWKyê li Amedê li dar ket hemû delege û mêvanên kongreyê bi awayekî girseyî û bi Alayên Kurdistanê, beşdarî merasîma cenazeyê welatperwerê kurd kek Mehdî Zana ya li ber Şaredarîya Amedê de bûn. Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay di vê merasîmê de weke hevalekî kek Mehdî Zana yê hefsa 5 Nolûya Dîyarbekirê, axaftinek girîng û hestyar kir.
Kongreya duyemîn ya PWKyê bi yekdengî Rêzdar Mustafa Ozçelîk careke din weke Serokê Giştî yê PWKyê û Meclîsa Partîyê û Lijneya Disîplînê ya nû hilbijart. Meclîsa Partîya PWKyê ya nû, bi beşdarîya ciwanên kurdistanî reng û dînamîzmeke nû wergirt.
Piştî xwendin û nirxandinan raporan û herweha gotûbêj û nirxandina rewşa giştî ya PWKyê û ya Kurdistanê, gelek biryêran pêwîst hatin girtin:
* PWK dê li ser rêbaza xwe ya neteweyî, demokratîk û kurdistanî berdewam be: Ew dê ji bo mafê çarenûsîya miletê Kurd, ji bo mafên neteweyî, demokratî û kulturî yên miletê Kurd, ji bo mafên pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê û ji bo mafên kurdên li metrepolê bixebite. Ew dê ne li ser bingehê îdeolojî, nîjadî û sinifan; wê li ser bingehê hevwelatîya Kurdistanê û weke partîyeke legal, eşkere, neteweyî û demokratîk rêxistina xwe bihûne. Ew dê bixwaze bi awayekî berfireh civata kurd û kurdistanîyên welatparêz û demokrat yên oldar, sekuler, sosyalîst, lîberal û muhafezekar di nav refên xwe de bicivîne û wan bi rêxistin bike.
* PWK, rêbaza neteweyi û kurdistanî, weke destpêka serkeftina Miletê Kurd û kurdistanîyan dibîne. Bi vê perspektîfê, PWK dê siyaseta xwe ya ji bo yektiyên siyasî û rêxistinî, hevkarî û tifaqên hevbeş bi vî awayî bidomîne: partî, grûp û kesayetên ku wek hev, nêzî hev difikirin, bila di nav yek partîyê de bibin yek. Yên ku fikir, siyaset û rêbazên wan ji hev cuda ne û nikarin di nav yek partîyê de bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin. Yên nikarin di navbera xwe de hevkarî û tifaqan pêk bînin bila di nav dîyalogê de bin. Yên nikarin dîyalogê jî di navbera xwe de pêk bînin bila dijminatîya hev nekin.
* PWK, bangî hemû kadroyên kurdistanî yên wek PWKyê, nêzî PWKyê difikirn dike; PWK partîya we ye, li partîya xwe xwedî derkevin, em bi hev re PWKyê xurtir û berfirehtir bikin. Xurtkirina PWKyê, wê bingeha hevkarî û tifaqa neteweyî ya kurdistanî jî xurtir bike.
* Li Bakurê Kurdistanê, avakirina hevkarî û tifaqeke neteweyî û kurdistanî, ji her demê zêdetir weke wazîfe û pêwîstiyeke neteweyî û dîrokî li ser milên hemû partî û kesayetên welatparêz û dezgehên kurdî ne. Kongreya PWKyê, xebata ku bi vê armancê di navbêna PÊLKURD, VEJÎN, PSK, PWK, KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ, ÎNSÎYATÎVA NETEWEYÎ KURDISTANÎ de tê meşandin pîroz û girîng dinirxîne. Herweha Kongreya PWKyê careke din bangî HAK-PAR, PDK-BAKUR, PLATFORMA NETEWEYÎ YA KURD û hemû alî û kesayetên kurdistanî dike ku em bi hev re, konferansa hevbeş ya neteweyî li dar bixin û mizgînîya tifaqa neteweyî bidin miletê Kurd û kurdistanîyan.
* Kongreya PWKyê carek din dîyar dike ku Dewleta Tirk ev zêdeyî sedsalî ye ku sîyaseta xwe ya li ser esasê red, înkar û îmhaya miletê Kurd dimeşîne. Bi ava kirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistnê derzeke mezin li Peymana Lozanê ketîye. Dewleta Tirkîyeyê ji bo ku ev derz bi ber Rojavayê Kurdisatnê, Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê berfireh nebe, kûrtir nebe, ev proje destpê kirîye, dixwaze Peymana Lozanê berdewam bike. Dewleta Tirkîyeyê bi navê ‘’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’, bi hişmendî û sîyaseta ‘’Bila Kurd li tu derê nikaribin statuyeke sîyasî, mafên xwe yên neteweyî, demokratik bidest bixin’’, dixwaze rê li ber berfirehtirbûn û kûrbîna vê derze bigre.
Ji destpêka vê projeyê heta îro ya du salan, diyar dibe ku siyaseta ‘’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’ ji aliyê Dewleta Tirk ve tê birêvebirin, ne tenê ji bo rêlibergirtina maf û azadîyên neteweyî, demokratîk û statuya kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye; herweha ev ji bo rêlibergirtina bidestxistina statuyeke siyasî li Rojhilatê Kurdistanê ye; bi hevkariya Hikûmeta Iraq, Sûriye û Îranê dorpêçkirin û lawazkirina destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê ye û pêşîlêgirtina destkeftîyên nû yên li Başûrê Kurdistanê ye.
Ev proje, projeya Dewleta Tirk e û li gorî plansazîya dewletê bi alîkarîya Abdullah Ocalan tê meşandin. Bûyer û geşedanên nû yên li Rojhilata Navîn dikare li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo kurdan zemîna bidestxistina mafên neteweyî û demokratik xurt bike. Loma jî lingekî din yê vê ‘’projeyê’’ jî pêşîlêgirtin, astengkirin û xerabkirina zemîna bidestxistina van mafan e. Me weke PWK, berê jî gotîye û em îro jî dibêjin çekdanîna PKKyê di berjwendîyê kurdên her çar perçeyên Kurdistanê de ye. Lê dibê bi awakî pir eşkere bê zanîn ku çekdanîna PKKyê naye wê wateyê ku pirsa kurd û Kurdistanê tê çareser kirin.
Rapora ‘’Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê’’ ya Parlamentoya Tirkîyeyê di roja 18.02.206ê de pejirand û ‘’Çerçewe Yasa’’ ya ku di 10ê tebaxa 2026ê ede di Parlamentoya Tirkîyeyê de hate pejirandin, bi tu awayî behsa, nasnameya miletê Kurd, perwerdeya zimanê kurdî û mafên esasî yên milî, kollektîf ên kurdan nake; behsa azadîya bê qeyd û şerd a girtîyên sîyasî, mafê azadîya ramanî û rêxistinî dahî nake. Çerçewe Yasa di eslê xwe de ‘’Şûrê Demoklesê’’ ye ku dê li ser sarê mirovan bê hejandin.
*Ocalan, di banga xwe ya di roja 27ê Sibata 2025an de hate belav kirin de, di nirxandinên xwe yên bi navê ‘’Perspektîf’’ ku ji Kongreya 12an ya PKKyê re şandibû û di daxuyanîyên xwe yên vê dawîyê de; her cûre mafê statuya siyasî, neteweyî, erdnîgarî, maf û azadiyên neteweyî û demokratîk yên kolektîf û heta daxwazên kulturalîst yên miletê Kurd tune dihesibîne. Ocalan, ‘’cumhuriyeta demokratîk, neteweya demokratîk, entegrasyona demokratîk, sîstema komunal, hemwelatîya wekhev û bi dewlet û civaka tirk re entegrebûna kurdan ya bi dilê xwe’’ wekî rêya çareserîya pirsê pêşkêş dike.
Kongreya PWKyê dîyar dike ku, daxuyanî û gotarên Ocalan, PKK, DEM Partîyê, dubarekirina siyaseta Dewleta Tirk e ku ev zêdetirî 100 sal e li ser bingeha ‘’Yek dewlet, yek netewe, yek welat, yek ala, yek ziman’’ hatîye birêvebirin.
Aşkereye ku ev ‘’pêvajo’’ ne pêvajoya aşti, çreerî û demokrasîyê ye; pêvajoya mijûl kirin û paşguhxistinê ye.
*Kongreya PWKyê bangî Dewleta Tirkîyeyê dike da ku dev ji vê sîyaseta înkar, asîmîlasyon û tune hesibandina mafên miletê Kurd berdin. Dev ji hevdîtinên li pişt derîya berdin. Werin wek nûnerên miletê Kurd, bi partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar ên kurdan re rûnin. Bi rêyên aştîyane û sîyasî em rêya çareserîya rasteqîn vekin.
*Kongreya PWKyê dîyar dike ku wek her miletekî cîhanê, mafê çarenûsîya miletê kurd,, mafê li ser axa welatê xwe, bi statuyeke milî, coğrafik, sîyasî xwe îdare kirina gelê Kurdistanê, mafekî rewa ye. Mafê kulturî, neteweyi, demokratik ên kurdên li metropolên Tirkîyeyê dijîn mafên rewa ne. Kongreya PWKyê dîyar dike ku tekoşîna ji bo îro bidestxistina mafên acîl ên miletê Kurd ên kollektîf, beşeke ji têkoşîna azadîya Kurdistanê ye.
* Kongreya PWKyê, destkeftina herêma federe ya li Başûrê Kurdistanê wek destkeftina hemû kurdên cîhanê dibîne û xwedîlêderketina vê destkeftinê weke wezîfeyeke neteweyî û kurdistanî pênase dike. Lê herweha, PWK balê dikşîne ser xeter û metirsîyên herêmî û navneteweyî, helwest û pêwîstîyên di vî warî de. Loma jî divê partîyên Başûrê Kurdistanê bê ku zêdetir zeman wenda bikin hikûmeteke hevbeş ava bikin û hêzên peşmerge, diplomasî, îdare, ewlekarî û aborîya xwe bikin yek. Divê partîyên Başûrê Kurdistane li Bexdayê bi yekdengî tevbigerin û destkeftiyên Herêma Kurdistanê bi hev re biparêzên.
*Kongreya PWKyê dîyar dike ku li Rojavayê Kurdistanê klîda serkeftinê, di yekrêzîya nav mala kurd de ye. Divê li ser prensîbên neteweyî tifaqa hêzên kurd li Rojavayê Kurdistanê bê ava kirin.
* Kongreya PWKyê dîyar dike ku li Rojhilatê Kurdistanê jî rêya azadiyî û bidestxistina mafên neteweyî û demokratîkyên miletê Kurd, di hevkarî û tifaqa navxweyî ya partîyên li Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibe.
* Kongreya PWKyê dîyar dike di xebat û têkoşîna doza azadîya neteweyî û demokratîk ya miletê Kurd û Kurdistanê de, xebatên li dîasporayê gelekî hêja û girîng in. Divê em di qada navnetewî de dijminên xwe kêm, dostên xwe zede bikin. Ji bo wê jî berîya her tiştî divê hêzên sîyasî, sivîl, civakî, demokratik, dînî, mezhebî û kesayetên qebûlbar dest bidin hev, li ser prensîbên neteweyî û demokratîk dîasporayeke yekgirtî, hevbeş û xurt ava bikin. Di vî warî de, weke PWK çi bikeve ser milên me em dê pêk bînin.
*Di dîroka Kurdistanê de cara yekem e ku qedera her çar perçeyên Kurdistanê di vê astê de bi xweşî û nexweşîyên xwe ve tesîrê li hevdu dikin. Ji ber wê jî Kongreya PWKyê dîyar dike ku îro girîngîya koordînasyoneke neteweyî, niştimanî ya di navbera çar perçeyen Kurdistanê û kurdên dîasporayê de hîna bêtir derdikeve pêş.
Duyemîn Kongreya PWKyê li gelê me pîroz be.
06.09.2026
Meclîsa Partîyê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin