
Mustafa Ozçelîk: Ji ber wefata xwedê jê razî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî em sersaxîyê ji hemû malbatê re dixwazin
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji ber wefata Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî peyameke sersaxîyê ji Serok Mesûd Barzanî û Malbata Barzanî re şand.
Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de wiha got
Ji ber wefata xwedê jê razî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî em sersaxîyê ji hemû malbatê re dixwazin
Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bi daxuyaniyeke fermî mirina wî ragihand û diyar kir ku "birayê mezin ê malbatê" û neviyê kesayetîya neteweyî û olî ya navdar Şêx Ebdulselam Barzanî xwedê jê razî Ebdulwahid Ibrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, roja 4ê Îlona 2026an de ji ber nexweşîya xwe koça dawî kirîye.
Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.
Em ji ber wefata xwedê jê razî Ebdulwahid Ibrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, ji Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û hemû malbatê re sersaxîyê dixwazin.
Serê gelê me sax be.
05.09.2026
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kuristanê (PWK)
:

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin