Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Di Navbera Rastiya Jiyanê û Bi Cîh Neanîna Hiqûqê De: Psîkolojîya Veger û Nevegera Welat

A+A-

Destpêk

Koçberiya me Êzdiyên Bakurê Kurdistanê (Tirkiyeyê) ya ber bi Ewropayê ve, her çend di destpêkê de wekî revîna ji zextên civakî û polîtîk xuya bike jî, ew îro veguheriye krîzeke kûr a hiqûqî û psîkolojîk. Dema ez li rewşa me Êzdiyên li diyasporayê dinêrim, paradoksek (nakokiyek) pir balkêş dibînim: Di her guhertineke siyasî an axaftineke li ser "pêvajoya aştiyê" de, çapemenî nûçeyên mezin li ser "vegera Êzdiyan a ser axa bav û kalan" belav dike. Lê belê, ez dibînim ku li ser erdê ne qanûneke taybet a vegerê heye, ne jî hiqûqa heyî tê bicîhanîn. Li gorî ez dibînim, her çend Êzdî bi dilê xwe venagerin û qebûl dikin ku vegera fîzîkî êdî ne mumkin e jî, ne razî ne di mirinê de di axa Almanyayê de bêne parastin. Ez dixwazim di vê gotarê de li ser van hestên tenik ê di navbera rastiya tal a jiyanê, valahiya hiqûqî û psîkolojîya çaresernekirî ya koçberiyê de rawestim.

1. Xapandina Medyayê û Rastiya Siyasî ya Bêhiqûqiyê

Her gava ku li Tirkiyeyê behsa nermbûneke siyasî an "pêvajoyeke nû" tê kirin, ez dibînim ku çîroka me wekî amûreke propagandaya polîtîk di medyayê de tê bikaranîn. Medya "serdanên havînê", betlane an çend nimûneyên çêkirina xaniyên luks wekî "vegera bi dehan hezar kesî" nîşan dide.

Lê li gorî analîza min, rastiya hiqûqî pir cuda ye: Dewletê tu carî "Plana Vegerê" ya fermî, bi garantî û bi binesazî ji bo me amade nekiriye. Ya herî xirab rawestandina hiqûqa heyî ye. Bi nêrîna min, Êzdiyên ku îro bi serê xwe hewla vegerê didin, li gundên xwe rû bi rûyî dîwarekî hişk ê bêhiqûqiyê dibin. Erd û zeviyên ku me li pey xwe hiştine, ji aliyê hinek hêzên herêmî, eşîr an parêzvanên gundan (kororperest) ve hatine dagirkirin. Dema Êzdî serî li dadgehan didin, ez dibînim ku sîstema hiqûqî dozan bi salan dirêj dike û biryarên dadgehan li ser erdê nayên bicîhanîn. Ev valahiya hiqûqî, tirs û bêbaweriyeke mezin di nav civaka me de ava dike. Nexwe, eger ez dizanim qanûn nayê bicîhanîn û hiş dibêje veger nîn e, çima hîn jî cenaze vedigerin?

2. Êşa Gunehkariyê: Deynê Dawî yê li Ser Milê Koçberan

Ji bo ku ez psîkolojîya ne vegara saxbûnê û vegera bi mirinê fêm bikim, ez li cîhana hundirîn a me koçberan dinêrim. Ez dibînim di hişê me Êzdiyên ku neçar bûne gundên xwe vala kirine de berpirsyariyeke giran heye; em êşeke gunehkariyê (suçluluk acısı) dikişînin ku me ji bo parastina can û paşeroja zarokên xwe, axa bav û kalan "bêxwedî" hiştine.

Li gorî dîtina min, ev êşa gunehkariyê di jiyana rojane ya li Ewropayê de di bin şert û mercên madî û rehetiyê de tê veşartin. Lê ez dibînim ku gava dor tê ser mirinê, ev reva fîzîkî bi dawî bibe. Vegerandina cenazeyan ji bo gund, bi nêrîna min ne tenê daxwazek e; ew "aktorekî lêborînê" û dayîna deynê herî dawî yê li hemberî kok û nasnameyê ye. Mirovê Êzdî bi vî rengî rihê xwe ji vê êşa gunehkariyê paqij dike û vedigere cihê ku jê dûr bûye.

3. Goristan Wekî Mertala Hiqûqî û Tapûya Herî Dawî

Di bin şert û mercên ku hiqûqa dewletê mafê milkî yê zindiyan naparêze, Tirkiye mîna nûjenkirina ziyaretgeha Şêx Hevinda bi awayekî stratejîk bi kar tîne da ku ew navûdengê xwe yê navneteweyî di warê mafên kêmaniyan de "baştir" bike. Ez bawer dikim Êzdî jî goristanan wekî "hiqûqeke alternatîf" û "tapûya herî dont" ya sînorên gundên xwe bikar tînin. Bi dîtina min, ev tevgerek pir stratejîk e. Ez dizanim ku eger li gundekî gor û goristanên nû çênebin, piştî demekê şop û navê Êzdiyan ji dîrokê re dibe xewnek û dagirkirina erdan bi temamî fermî dibe.

Ez weha difikirim ku bi rêya şandina miriyan, ew peyameke hişk didin dagirkerên erdan û sîstema bêhiqûq a dewletê: "Hûn bi qanûnên xwe rê nedin jiyana me ya zindî jî, kok û navê me di binê vî erdî de ye. Ev ax hîn jî aîdî me ye." Bi nêrîna min, goristan êdî ne tenê cihê bêhnvedana miriyan e; ew dibe amûreke berxwedanê ya hiqûqî, mertalê parastina herêmê û sînorê herî dawî yê parastina hebûnê.

4. Tevlîhevbûna di Hiş de: Şerê Di Navbera "Jiyana li Ewropayê" û "Parastina Rihê Êzdîtiyê" de

Bi dîtina min, ev tevlîhevbûna hiş nîşan dide ku her yek ji me di navbera jiyana rasteqîn de perçebûyî ye. Li aliyekî, hişê me yê rojane li Ewropayê rawestiyabe jî, serê me dibêje ku ji ber bêhiqûqî, faşîzm û metirsiyên siyasî, vegera fîzîkî xwekujî ye û pêşeroja zarokên me li vir e.

Lê li aliyê din, her çend di baweriya me ya Êzdîtiyê de tu cudatî di navbera axa Bakur, Başûr, Lalişê an Berlînê de tune be û axa her derê dinyayê weke hev pîroz hatibe afirandin jî, qanûn û binyada jiyana fîzîkî li her welatî cuda ne. Li gorî ez dibînim, fikar û tirsa mezin a civaka me ya li diyasporayê ji ber pergala hiqûqî ya goristanan e. Li welat-gundên me yên qedîm, ji ber ku civak li ser axa xwe dijî, pirsgirêka "demankirina cîhê goran a demkî" tune bû; goristan herdemî bûn.

Lê pratîka li diyasporayê (bi taybetî li Almanyayê) dijberî vê ye. Êzdî ji vê pergala demkî ya ku piştî 20-25 salan goran hildûşîne yan qut dike, ditirsin. Ew derfetên kevneşopên (rîtuelên) ku li gundên welat hebûn li vir winda dibin û parastina wan dikeve ser milê nifşê nû. Ji ber ku bêhiqûqiya li welat rê nade ku em her du aliyan bikin yek, em neçar dibin biryareke bi êş bidin: Jiyana xwe ya zindî teslîmî mantiqê parastina Ewropayê dikin, lê mirina xwe vedigerînin gundên xwe da ku di bin sîstema xwe ya kevneşopî de, mîna parçeyekî ji axa bav û kalan her zindî û herdemî bimînin.

5. Bangawaziya Ji Bo Çareseriyê: Rûmeta Jiyanê Di Ser Her Tiştî Re Ye

Li hemberî van her du rewşên jiyanê yên ku me ji hev qut dikin, pêwîst e desthilatdar bihêlin ku, her mirov li gorî azadiya xwe bijî. Divê ew girîngiyê bidin jiyana mirovan; sîstemên xwe yên hiqûqî, berjewendiyên polîtîk û nirxên madî di ser jiyana mirovan re bilind nekin. Çareseriya rasteqîn tenê gava ku rûmet û azadiya jiyana mirovî bibe pîvana herî bilind a hiqûqê, dikare pêkan bêt.

Encam

Di encamê de, bi nêrîna min, ev diyardeya ku gelek ji me di saxiya xwe de venagerin, lê di mirinê de her berê xwe didin welat, ne xapandina xwe bixwe ye; ew rûbirûbûneke birîndar û bêçare ye. Em baş dizanin ku polîtîkayên dewletê yên mîna nûkirina ziyaretgeha Şêx Hevinda tenê şanoyeke ji bo çavên Ewropayê ne. Lê belê, gava em miriyên xwe dişînin gundan, em hişmendiyeke polîtîk û dîrokî nîşan didin.

Bi dîtina min, her goreke nû ya ku em li Bakur çêdikin, li hemberî bêhiqûqiya dewletê û hovîtiya dagirkeran, dibe xeta herî dawî ya berxwedanê. Ev qêrîna me ya herî dawî ye ku dibêje: Em li ser vê axê bûn, em niha jî di binê vî erdî de ne û em ê tu carî jê winda nebin.

Kemal Tolan, Nivîskar û Lêkolînerê Êzdîtiyê

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin