Banga ji bo Zîndana Hejmar 5 a Amedê: Bila wekî Mîrata UNESCOyê bê qebûlkirin

Banga ji bo Zîndana Hejmar 5 a Amedê: Bila wekî Mîrata UNESCOyê bê qebûlkirin

.

A+A-

Grûba Însîyatîfa Muzeya Hafîzayê ya Zîndana Hejmar 5 a Diyarbekirê daxuyand ku divê ev zîndan li gorî rastiya xwe bibe muzeyeke hafîzayê û şertên salên 1980-1984an nîşan bide.

Grûba Însîyatîfa Muzeya Hafîzayê ya Zîndana Hejmar 5 a Diyarbekirê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Divê Zîndana Hejmar 5 bibe muzeyeka hafîzayê ya rastîn!

Zîndana Hejmar 5 di dîroka nêzîk a gelê Kurd da, pêvajoyeka pir girîng e. Di çaryeka dawî ya sedsala bîstan da, Zîndana Hejmar 5 ji bo gelê Kurd bû qada hebûn an jî tunebûnnê. Cûntaya faşîst a 12ê Îlonê, zîndana hejmar 5 bi armanca ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bitepisîne, wekî laboratuwarek bi kar anî. Ewladên têkoşer ên gelê Kurd, li vê qadê bi berxwedan û nirxên xwe bersiv dan polîtîkayên zordar û zalim ên hêzên faşîst.

Ji ber ku Zîndana Hejmar 5 bandorek pir mezin û bi êş li ser jiyana bi sed hezaran kesan kir, em hem şahidê wan rojên reşûtarîne û hem jî tekoşerên wan roja ne!

Êş, birîn û trawmayên wan rojan di jiyana me ya civakî da bûne sedema zirar û şikestinên cidî. Deng, qîrîn û hawara me hîn jî di hundirê wê zindanê da deng vedide. Em baş dizanin ku rejîm/serdestan, bi texmîna ku ew dikarin pirsgirêka Kurd ji holê rakin, Zîndana Hejmar 5 veguherandine laboratuwarekê. Ev îşkence li Zîndana Hejmar 5 wekî encama sîyasetek stratejîk û sîstematîk ji alîyê rejîm/serdestan ve hatine kirin. Ji ber vê yekê, rejîm/serdest û yên ku ji alîyê wan ve hatine tayînkirin îşkencekar û sûcdar in.

Ji ber van sedeman, divê zîndana Dîyarbekirê ji nû ve were dîzaynkirin da ku şert û mercên serdema di navbera 1980 û 1984an da, zilm û îşkenceyên wê demê nîşan bide.

Divê pirsgirêkên ku me di civînan da anîne ziman, rexne û pêşnîyarên me û raporên ku me bi nivîskî pêşkêş kirine, werin berçavgirtin. Bi vî awayî, divê kesên ku serdana Zîdana Hejmar 5 dikin bandora wê serdemê hîs bikin û ji wan re bêjin, "Careke din qet nabe."

Di dawiyê da, zîndan hene ku ev yek bi dest xistine. Û ev zîndan hêjayî cihgirtina di lîsteyên Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê da bûne. ESMA li Arjantînê, ku di navbera salên 1976 û 1983an da di dema dîktatorî û cûntaya sivîl-leşkerî da wekî navendeka nehênî ya girtin, îşkence û tunekirinê dihat bikaranîn; Muzexaneya Jenosîdê ya Toul Sleng li Kamboçyayê, ku di dema rejîma Khmer Rouge da wekî ofîsa lêpirsînê û girtîgeh dihat bikaranîn; û Girava Robben li Afrîkaya Başûr di nav muzexaneyên ku di lîsteya Mîrata Cîhanê da cih girtine.

Bi heman awayî, divê kampên Naziyan li Almanya, zîndana EMNA SOR li Silêmaniyê li Herêma Federal a Kurdistana Iraqê û pratîkên bi vî rengî li welatên din werin nirxandin.

Di vê çarçoveyê da, em dixwazin spasiya xwe ji sazî, rêxistin û kesên sivîl û fermî re diyar bikin ku beşdarî, piştgirî û hewldana veguherandina zîndanê bo muzeyekê bûne û em bi rêzdarî hêviya xwe ya berdewamîya vê hesasiyetê pêşkêşî raya giştî dikin.

Û careke din di 43. salvegera berxwedana 5ê Îlona 1983yan da, em şehîdên Zîndana Hejmar 5 bi rêzdarî bi bîr tînin; Necmedîn BUYUKKAYA, Mehmed Hayrî DURMUŞ, Yilmaz DEMÎR, Remzî AYTURK, Kemal PÎR, Cemal ARAT, Eşref TURSUN, Medet OZBADEM, Bedî TAN, Orhan KESKÎN û hemû hevalên din ên ku navê wan ê li zîndanan nehatine tomarkirin, bi bîr tînin. 05/09/2026

GRÛPA ÎNSÎYATÎFA MUZEYA HAFÎZAYÊ YA ZÎNDANA HEJMAR 5 A DIYARBEKIRÊ

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin