
Festîvala Fîlman a Kobaniyê li Almanyayê dest pê kir: 913 fîlm beşdar in
.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobaniyê li bajarê Gelsenkirchenê yê Almanyayê bi beşdariya 913 fîlmên ji 102 welatan dest pê kir.
Festîvala 7emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Kobaniyê deriyên xwe vekirin.
Ev festîval dê 3 rojan berdewam bike û di navbera 4 û 6ê Îlonê de hezkiriyên sînemayê tîne ba hev.
Tora Medyayî ya Rûdawê jî yek ji sponsorên vê festîvalê ye.
Di festîvalê de li gel hunermendên Kurd û biyanî, gelek sînemager û mêhvan amade ne.
Di bernameya festîvalê de li gel nîşandana fîlman, çalakiyên curbicur ên folklor û muzîkê jî tên lidarxistin.
Hozan Dîno: Rola sînemayê gelekî girîng e
Hunermendê Kurd Hozan Dîno yê ku di festîvalê de amade ye ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser girîngiya sînemayê ya ji bo naskirina gel û civakan û got:
“Sînema di naskirina gel û neteweyaN de xwedî cihekî mezin e.
Her civak bi çanda xwe ya dewlemend, mîrat û şaristaniya xwe tê naskirin.”
Hozan Dîno diyar kir ji bo ku Kurd karibin xwe bi cîhanê bidin naskirin û daxwazên xwe yên azadiyê bînin zimên, pêdiviya wan bi sînemayeke xurt û profesyonel heye û wiha li pey çû:
“Ji bo ku em karibin xwe ji cîhanê re bidin naskirin û daxwaza azadiya xwe bikin, divê sînemayeke dewlemend û profesyonel hebe.
Gavên bi vî rengî yên ku îro tên avêtin, dê ji bo paşerojê bibin bingeheke saxlem.”
Dîno her wiha got ku divê li her çar parçeyên Kurdistanê jî festîvalên cuda werin lidarxistin.
“Pêdiviya me bi sînemayê heye”
Dîno anî zimên ku Kurd ji bo naskirina xwe bêhtir sûdê ji muzîk û stranan werdigirin lê şaxên din ên hunerê jî xizmetên girîng pêşkêşî civakan dikin û da zanîn:
“Mixabin gelê Kurd ji bo naskirina xwe her tim xwe dispêre muzîk û stranê lê belê şaxên cuda yên hunerê jî dikarin xizmeta civakan bikin.”
Dîno destnîşan kir ku sînema di van qadan de roleke sereke dilîze û got:
“Sînema amûrek e ku pê mirov dikare êş û şahiyên her gelekî, rewşa siyasî û civakî û hemû aliyên din bîne zimên.
Ji ber vê yekê pêdiviya me ya mezin bi sînemayê heye.”
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin