Berxwedana Emîrxanê Lepzêrîn û xiyaneta Mehmûdê Alekanî

Berxwedana Emîrxanê Lepzêrîn û xiyaneta Mehmûdê Alekanî

.

A+A-

Mehmet Gur

Kela Dimdimê, li ser wê deşta bilind, wekî dilê berxwedanê lê dida. Emîrxanê Lepzêrîn, bi şervanên xwe yên wêrek, heft salan li hemberî artêşên Sefewî şer kir. Di nav vê destanê de ne tenê mêrxasî, fedakarî û dilsoziya gelê Kurd jî bi awayekî wêjeyî tê vegotin. Dengbêj dibêjin: “Mêrxas bimirin lê bila Kurdistan bê şeref nemîne!” Ev gotin ruhê şerê Kela Dimdimê bi kûrahî diyar dike.

Di nav wê dorpêçê de ku artêşa Şah Ebas wekî deryayekê kelê dorpêç kiribû, her Kurd di nav kelê de bûbû şevkeke agir. Lelîxan, diya Emîrxanê Lepzêrîn, bi gotinên xwe yên wekî şûrê tûj, kurê xwe teşwîq dikir: “Kurê min, destê xwe bide şûrê xwe, bi mêranî şer bike da ku navê te di dîrokê de nemir bimîne.” Emîrxan, bi wêrekiya xwe, ne tenê şer kir lê bû sembola berxwedaneke ku heta îro di dilê Kurdan de zindî ye.

Di efsaneyê de, Lelîxan wisa gazî Emîrxanê Lepzêrîn dike:

Xanê, daw tu bes bikêşe rezîliyê, 

Bi destê şûr here ordiyê. 

Heke tu neçî, ez ê biçim, 

Tu bes bike evê domê. 

Bi destê şûr here komê, 

Heke tu neçî, ez ê biçim.

Li vir Emîrxan biryara şerî da:

Xanê Kurdan rabû ye, 

Xanê Mukrî dabû dû ye, 

Qesta cîhadê kiriye.

Di dîroka Kurdan de, jinan her dem cihekî girîng girtiye. Jinên Kurd, bi taybetî dayikên Kurd, sembola wêrekî û lehengiyê ne. Li cihê ku cesareta mêran kêm bibe, ew cesaretê didin kur, mêr û evîndarên xwe. Bi tilîliyan mirinê bêşwazî dikin û bi tilîliyan mêran teşwîqî şer dikin.

Lelîxan, diya Emîrxan, heftê û heft rayên mêrxasiyê di dilê Emîrxanê Lepzêrîn de vedişewitîne, tirsê di dilê wî û şervanên wî de dikuje û wan ji bo şer amade dike. Li kêleka mêran, wekî sembola wêrekî, di destan û efsaneyên Kurdan de cih digirin.

Di efsaneya Kela Dimdimê de, ketina kelê bi xiyaneta navxweyî ve girêdayî ye. Mehmûdê Melekanî (an Mehmûdê Alekanî) aciz dibe û cihê serekaniya avê ji Qizilbaşan re eşkere dike. Artêşa Qizilbaşan serekaniya avê digire, kûçik û ajalan li serekaniyê ser jê dikin û laşên wan diavêjin nav avê. Ava ku diçe kelê herimî û lewîtandî dibû ku neyê vexwarin. Bi vî awayî, dixwazin şêniyên kelê ji bêaviyê bikevin tengasiyê û teslîm bibin.

Di destanê de, xiyaneta Mehmûdê Alekanî wiha tê vegotin:

Sibê ronî bû, şev hilatine hev dû. 

Heft salan li ser kelê şer kirin, nekarîn kelê bistînin. 

Mehmûdê Melekanî, belkî dilê wî xeyidî, nizanim wê şevê ku çûbû, 

Xanê jî şîv xwaribû. 

Xatûna wî şîv jê re anîbû, got: “Mehmûd, xanê şîv xwariye.” 

Wî got: “Min devê bavê te xan da ha kiriye, ez bixevim, tu xan bixwe.” 

Jinikê fêm kir, çû ji mêrê xwe re got, lê mêr guh neda wê. 

Kaxezek tîrê beş kirî, 

Avît nav ordiya wî kafirî, 

“Serê serkaniyê bin kevirî.” 

Xwe ji reviya, hat nav ordiyê. (Folklora Kurmancan, Heciyê Cindî û Emînê Evdal, r: 660)

Mehmûdê Alekanî li ser hizirên xwe fikirî û got: “Dumahiya xanan ne, ma ez çima xwe ji vê tengasiyê xilas nakim? Ez ê cihê serkaniya avê ji xelîfeyî re nîşan bidim, dê min efû bike.” Wî hemû agahiyên Kela Dimdimê li ser kaxezekê nivîsî û bi vî awayî ji xelîfeyî re şand.

Ew Mehmûdê bab nemayî, 

Kaxezek di tîrî wer kirî, 

Bo xelîfeyî firê kirî, 

 Serkaniya avê ya li bin berê nîşan kirî.

Bi rastî, serkaniya avê ya Kela Dimdimê ji aliyê mîrzadên Biradostan ve hat eşkerekirin. Dema şerê Kela Dimdimê dest pê kir, mîrzadên Biradost û hin kes ji kelê reviyan, çûn xwe avêtin ber lingên Qizilbaşan. Ji bo ku bên efûkirin, agahiyên kelê dan serkirdeyên artêşa Qizilbaşan lê dema Emîrxan û Ebdal Xan ketin nav Qizilbaşan û serkirdeyên wan kuştin, ev kesên ku xizmet kiribûn jî ji aliyê Qizilbaşan ve hatin kuştin. Mehmûdê Alekanî van kesan temsîl dike. Dîrok nîşan dide ku tu çi qasî xulamî û xizmetê ji dijminê axa xwe re bikî, gava karê wî bi te qediya, dê te bikuje.

Efsaneya Kela Dimdimê dibêje ku Şah Ebas ferman da ku têzaba li deştê bireşînin û agir lê bişewitînin, da ku “toxmê xanan biqelînin.” Ev bûyer talan û wêrankirina Kela Dimdimê taswîr dike. Qizilbaşan tiştek zindî di kelê de nehişt, hemû kuştin, mal û milkê Kurdan talan kirin. Kevir li ser kevirî nehiştin, serî li ser milan nehiştin. Komkujiyeke mezin kirin. Dilê wan yê hovane têr nehat, êriş birin ser herêm û gundên nêzî Kela Dimdimê.

8.Mehmûdê Alekanî û Xiyaneta Kela Dimdimê

Li gorî destana Kela Dimdimê, kelê bi salan li hemberî dorpêça Sefewiyan li ber xwe da. Yek ji sedemên vê berxwedana bihêz, serkaniya ava kelê bû ku bi awayekî veşartî dihat dabînkirin. Sefewî bi salan nekarîbûn cihê vê serkaniyê bibînin. Lê Mehmûdê Alekanî, ku ji avakirina kelê agahdar bû, şevekê ji kelê reviya û çû ba Şahê Sefewî. Wî cihê serkaniya ava kelê eşkere kir û ev agahî da Sefewiyan.

Di destanê de tê gotin ku Mehmûdê Alekanî, di berdêla xiyaneta xwe de, daxwaza Xan Perî, jina Ebdal Begê (kura Emîrxanê Lepzêrîn) kir, ku keça Şah Ebas bû. Ev daxwaz Şahê Sefewî hêrs kir, ji ber ku Xan Perî keça wî bû. Di encamê de, Şah ferman da ku Mehmûdê Alekanî bê kuştin. Li gorî çavkaniyan, serê Mehmûdê Alekanî danîn ber devê topê û wisa kuştin. Lê xiyanetê karê xwe kiribû, Sefewiyan serkaniya ava kelê birîn û kele piştî wê zû ket destê wan.

Xiyaneta Mehmûdê Alekanî bû sedema têkçûna berxwedana Kela Dimdimê. Birîna ava kelê, ku bingeha berxwedanê bû, hişt ku Emîrxanê Lepzêrîn û şervanên wî di rewşeke zehmet de bimînin. Destan dibêje ku sirîcxaneyên kelê bi xwînê tije bûn û av jî nemabû. Ev rewş bû sedem ku kele bikeve destê Sefewiyan, û berxwedana Kurdan li wir bi dawî bibe.

Di çanda Kurdî de, navê Mehmûdê Alekanî wekî sembola xiyanetê tê bibîranîn. Di destana Kela Dimdimê de, ew wekî kesekî xwedî hirs û bêbext tê nîşandan, ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, dest ji nirxên neteweyî û exlaqî berdaye.

Xiyaneta Mehmûdê Alekanî, di dîroka Kurdan de wekî qonaxeke trajîk tê bibîranîn. Ev bûyer, ne tenê ketina Kela Dimdimê lê girîngiya yekîtî, dilsozî û berxwedanê jî destnîşan dike. Destana Kela Dimdimê, bi hemû hêmanên xwe yên lehengî û xiyanetê, di wêjeya Kurdî de cihê xwe yê taybet diparêze. Mehmûdê Alekanî, wekî sembola xiyanetê, ji Kurdan re bûye hişyariyek ku divê her dem li dijî xeteriyên navxweyî hişyar bin.

Di efsaneya Kela Dimdimê de, xiyaneta Mehmûdê Alekanî bi van gotinan tê vegotin:

Çav dane Şah Ebas, 

Got: “Yê tîr avêtiye, hat.” 

Şah Ebas gazî kir, 

 Got: “Te çima şahidî da?” 

 Em jî wê sibê rabûn, 

 Got: “Min heft salan şer kir, 

 Me tiriyê xwe xwar.” 

Got: “Te çima wisa kir?” 

 Got: “Welle, tu kêm qusûr tune bû, 

Hespê min mîna hespê kurê wî bû, şûrê min temam zêr bû.” 

Şah Ebas got: “Kuro, bilezînin, 

Topa mezin ji min re bînin, 

Ji Mehmûd ve bişidînin, 

Burcê kelê bireşînin, 

De, devê kelê, singê kelê bişkînin.” 

Got: “Te wî re çi kir, tu min re çi bikî.”

Çavkanî:

Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdimê, Elî Teter Nêrweyî

Dîroka Kurd û Kurdistanê, Mihemed Emîn Zekî Beg

Folklora Kurmancan, Heciyê Cindî û Emînê Evdal

Ji bo beşên yekem û duyem ên nivîsê bitikînin: Beşa yekembeşa duyem

Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin