Bariş Yildirim: Armanca Festîvala Munzûrê parastina xwezayê bû lê rewş berevajî ye

Bariş Yildirim: Armanca Festîvala Munzûrê parastina xwezayê bû lê rewş berevajî ye

.

A+A-

 Parêzer Bariş Yildirim li ser Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê got "Armanca Festîvala Munzûrê parastina xwezayê bû lê rewş berevajî ye."

Bariş Yildirim her wiha nerazîbûn nîşanî Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê da banga xwe ya boykotê dubare kir.

Yildirim bi bîr anî ku armanca festîvalê parastina xwezaya Dêrsimê û çemên wê yên pîroz e û got, “Lê şaredariyên me li şûna ku van avan paqij bikin festîvalê li dar dixin. Ev yek nakokiyeke eşkere ye.”

Li Dêrsimê Festîvala 23yemîn a Çand û Xwezayê ya Munzûrê bi dirûşma “Dêrsim Jiyan e; Dest Mede Xweza, Vîn, Ziman û Baweriya Min” dest pê kir û dê heta 27ê Tîrmehê bidome.

Parêzer Bariş Yildirim beşdarî bultena Rûdawê bû derbarê lidarxistina Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê û bandorên wê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

“Hewzeya Munzûrê mîrateyeke cîhanî ye”

Bariş Yildirim diyar kir ku Hewzeya Munzûrê ne tenê nirxekî xwecihî ye, di heman demê de mîrateyeke xwezayî ya gerdûnî ye û wiha anî zimê:

“Hewzeya Munzûrê qadeke girîng a xwezayê ye. Zêdetirî 2 hezar û 250 cureyên riwekan hatine tespîtkirin û nêzîkî pêncan yek ji wan endemîk in, yanî tenê li vê hewzeyê dijîn.

Her wiha cureyên wekî pezkovî, sagav, teyrê zinaran yên ku li gorî Peymana BERNê ya parastina xwezayê ya Ewropayê di bin parastinê de ne, li vir dijîn.

Heta şopên Pilingê Kurdistanê ku dihat fikirîn ku li cîhanê neslê wî qediyaye jî hatine dîtin.”

Yildirim bi bîr anî ku beşek ji Hewzeya Munzûrê di sala 1971an de wekî Parka Neteweyî hatiye îlankirin û di sala 2023yan de jî hinek deverên wê ji aliyê Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve wekî qada sita xwezayî hatine nasîn û got:

“Ev der hem hewzeyeke ekolojîk û hem jî çandî ye. Pêwîst e bikeve Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê.”

“Armanca festîvalê parastina avê bû, niha tê qirêjkirin”

Yildirim diyar kir ku armanca destpêkê ya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê bi demê re xera bûye û bi awayê xwe yê îro zererê dide xwezayê:

“Armanca vê festîvalê parastina çem, mîrateya çandî û xwezaya me bû.

Lê îro şaredarî, dema ku qirêja kanalîzasyonê diherikînin çeman, di heman demê de festîvaleke xwezayê li dar dixin.

Ev nakokiyeke nayê qebûlkirin. Bi taybetî kanalîzasyona hemû navçeyan tev li Çemê Munzûrê û Çemê Pilûrê dibe.

Li erdnîgariyeke bê binesazî, hewldana mazûvaniya bi sed hezaran mirovan tê wateya îxaneta li xwezayê.”

“Ji aliyê baweriya Elewîtiyê ve çem pîroz in”

Yildirim tekezî li ser wê yekê kir ku çemên li erdnîgariya Dêrsimê ne tenê ji aliyê jîngehê ve, di heman demê de ji aliyê baweriyê ve jî xwedî girîngiyekê ne:

“Hemû çemên me yên wekî Munzûr, Pilûr, Tagar, Mercan û Haskarê ji aliyê baweriya Elewîtiyê ve pîroz in. Divê ev çem li gel ziyaretan bên fikirîn.

Tevlihevkirina qirêja kanalîzasyonê ne tenê sûcekî jîngehê ye, di heman demê de bêrêziyeke mezin e li hemberî baweriya Elewîtiyê.

Ziyaretên me bi qirêjbûna çeman ji holê radibin. Di sala 2017an de pezkovî yên ku ji Çemê Pilûrê av vexwarin, jehrî bûn û mirin. Em nikarin vê tabloyê ji nedîtî ve bên.”

“Festîval ji bo bipêşketina gel ti tevkariyê nake”

Parêzer Bariş Yildirim diyar kir ku festîvala ku tê lidarxistin bi salan e ti tevkariyeke berbiçav ji gelê Dêrsimê re nekiriye, berevajî ekosîstem hatiye texrîbkirin:

“Heta îro ti tevkariya festîvalê ji bo pêşketina parêzgehê çênebûye. Sedema ku em li dijî festîvalê derdikevin ev e.

Tişta ku em ji şaredariyan hêvî dikin ne lidarxistina festîvalê ye, çareserkirina kêmasiyên binesaziyê ye ku zererê didin xwezayê û çavkaniyên avê yên pîroz.”

“Mafê ava paqij mafekî mirovan e”

Parêzer û çalakvanê jîngehê Bariş Yildirim tekezî li ser wê yekê kir ku ava paqij mafekî mirovan e û got:

“Li cîhanê hema bêje çemên paqij nemane. Li Tirkiyeyê jî heman rewş heye.

Ji ber vê yekê, parastina avên paqij ên kêm ên wekî Munzûrê berpirsyariyek e.

Av nebe, jiyan jî nabe. Ava paqij misogeriya jiyanê ye.”

Di dawiyê de Yildirim diyar kir ku ev têkoşîna ekolojîk dê bi hişmendiyekê mezin bibe û ji Rûdawê re ji ber hestyariya ku di warê nûçegihaniya xwezayê û çandê de nîşan daye spas kir.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin