Daniel Gunther: Em hewl didin ku Êzidî neyên dersînorkirin

Daniel Gunther: Em hewl didin ku Êzidî neyên dersînorkirin

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Schleswig-Holsteinê da zanîn ku ew hewl didin ku Kurdên Êzidî ji Almanyayê neyên dersînorkirin.

Serokwezîrê Herêma Schleswig-Holsteinê ya Almanyayê Daniel Gunther ji Rûdawê re nêrînên xwe yên zelal ên li ser pirsgirêkên germ ên Almanya û Ewropayê anî ziman.

Daniel Gunther diyar kir ku hejmareke zêde ya Kurdan li herêma wan heye û ew hemû hewla xwe didin da ku Kurdên Êzidî ji Almanyayê neyên dersînorkirin.

Guntherê ku wekî kesayetiyekî navendî û pragmatîk tê naskirin, tekezî li ser çend mijarên girîng kir ku di nav de parastina jîngehê û veguherîna ji bo enerjiya nûjenbar hene.

Gunther derbarê pirsa koçberiyê ragihand ku Almanya hîn negihîştiye armancên xwe yên di vî warî de û pêwîst e ku bi berdewamî li ser xweguncandina koçberan a bi civakê re kar were kirin.

Ew piştgiriyê dide siyaseteke mirovane lê di heman demê de tekezî li ser sînordarkirina hejmara koçberan û dersînorkirina wan kesên ku pêbendî yasayan nabin yan jî tawanan dikin, dike.

Li gorî Gunther parastina qebûlkirina civakî ya ji bo wergirtina penaberan di rêza pêşîn de ye.

Gunther ezmûna dîrokî ya Schleswig-Holsteinê ya di wergirtina penaberan de ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem wekî mînak nîşan da û rola berbiçav a Kurdên diyasporayê, bi taybetî ya Seyran Papoyê wekî nûnereke serkeftî ya li parlamentoyê bilind dinirxîne.

Gunther her wiha dilgiraniya xwe ya derbarê bandorên neyînî yên torên civakî yên li ser zarok û ciwanan anî ziman û daxwaza qedexekirina bikaranîna wan ji bo kesên di bin 16 saliyê re dike. Vê yekê wekî berpirsyariyeke mezin a li hemberî nifşê paşerojê dibîne.

Gunther li ser pirsgirêka Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ducare kir ku Almanya roleke berbiçav di vegerandina aramiyê de dilîze û ew piştgiriyê didin Êzidiyên li herêma xwe û li ser asta federal jî.

Hevpeyvîna Ala Şaliyê ya bi Serokwezîrê Herêma Schleswig-Holsteinê Daniel Gunther re:

Rûdaw: Dembaş, ez Ala Şalî ji Almanyayê bi we re me, di hevpeyvîneke gelekî taybet de li gel siyasetmedarekî diyar ê Almanyayê, birêz Serokwezîrê Herêma Schleswig-Holsteinê Daniel Gunther. Birêz Gunther ji Partiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) ye û ji sala 2017an ve di vê postê de ye. Ew di qada siyasî de wekî kesekî navendî û pragmatîk tê naskirin, ev yek kiriye ku bibe yek ji serkirdeyên herêmî yên herî populer ên Almanyayê. Loma ez gelekî kêfxweş im ku di vê hevpeyvînê de bi me re ye. Birêz Serokwezîr, nexwe em dest pê bikin. We geşta xwe ya havînê li ser kompaniyan kir û we serdana gelek kompaniyan li herêma xwe kir. Piraniya kompaniyên li Schleswig-Holsteinê gihîştina (Keşûhewaya Sifir Karbon) heta sala 2040an wekî astengiyeke mezin dibînin. Hûn çawa bi awayekî diyar rê li ber wê yekê digirin ku kompaniyên biçûk û navîn di vê pêvajoyê de têk neçin?

Daniel Gunther: Gelek spas, bi xêr hatî. Me ev mijar zelal kir, bi taybetî li gel wan kompaniyên Schleswig-Holsteinê yên ku min di geştên xwe yên havînê de serdana wan kir. Ew ji kûrahiya dilê xwe piştgiriyê didin vê armancê. Li welatekî ku me enerjiya nûjenbar bi awayekî berfirehtir ji beşên din damezrandiye, baweriyeke xurt heye ku em dikarin wekî dewleteke pîşesazî ya xwedî keşûhewayeke hevseng bimînin. Gelek kompaniyên biçûk û navîn jî vê derfetê dibînin. Em li Schleswig-Holsteinê niha dikarin 200% ji pêdiviya xwe ya enerjiyê ji çavkaniyên nûjenbar hilberînin, ango du qat zêdetir. Em dikarin wê hinarde jî bikin. Lewma, em herêmeke gelekî serkeftî ne. Ji ber vê jî kesên kêmtir ji vê armancê dilgiran in. Bê guman, armanceke bilind e, lê li gorî min, em wekî herêmeke di navbera du deryayan de, herêmeke enerjiya nûjenbar, dikarin bigihîjin armanceke wiha.

Rûdaw: We çawa karî bigihêjin vê yekê?

Daniel Gunther: Ji ber ku ne tenê di vê hikûmeta niha de, ne tenê ez wekî serokwezîrê herêmê, lê hemû yên beriya min jî girîngî dan enerjiya nûjenbar. Li gorî min, tiştekî gelekî binirx e dema ku mirov ji bo armanceke bi vî rengî kar dike û her hikûmeteke nû nayê û armancên nû diyar nake. Belê, mirov bi awayekî demdirêj li ser bernameyên xwe dixebite û bi vî awayî bi rêya gelek hikûmetan ber bi heman alî ve gav tê avêtin. Ev bi awayekî berbiçav alîkariya herêmekê dike. Hemûyan heman dirûşm kiribû armanc, ku ew jî xebata ji bo enerjiya nûjenbar bû. Di nav Parlamentoya Herêma Schleswig-Holsteinê de jî ev lihevkirineke demokratîk e. Îro ti partî nîne ku ji bo parastina jîngehê, ne hevalbend û hevrêya hêza aborî be. Dema ku bawerî hebe, dema ku çarçoveya kar zelal be, eger her carê rê neyê guhertin, wê demê mirov dikare bigihîje armancên bilind.

Rûdaw: Birêz Serokwezîr, wekî hûn dizanin kabîneya hikûmeta federal biryara damezirandina Encumena Ewlehiya Niştimanî da. Hûn bawer dikin ku bi rastî ev dê ewlehiyeke zêdetir ji bo Almanyayê peyda bike? Hûn bi awayekî diyar li benda çi ne ji rewşa ewlehiya niştimanî?

Daniel Gunther: Em berpirsyariyên nû bi cih tînin. Ez bawer im serdem hebûn ku mijara encumena ewlehiyê girîngiya xwe winda kiribû, lê di rewşeke ku em li Ewropayê rasterast di bin gefê de ne, dema ku divê em ji bo ewlehiya parzemîna xwe bixebitin, Almanya jî wekî dewleteke mezin a ji aliyê hejmara niştecihan ve, divê wî erkî bi cih bîne. Li gorî min, baştir e ku mirov wan çalakiyan kom bike. Çawa ku li herêman komên me yên erkê ji bo hemû beşên bi hev ve girêdayî hene, bi heman awayî li hikûmeta federal jî girîng e ku mijareke sereke ya wekî peydakirina ewlehiya xelkê li welatê xwe kom bike û ofîsa şêwirmendiyê jî li wir were bicihkirin. Li gorî min, ev di salên borî de kêm bû û niha li gel şêwirmend Friedrich Merz tê bicihanîn.

Rûdaw: Koçberî pirseke girîng e li Almanyayê. Ji bo min bi xwe jî taybet e, ji ber ku bi salan e min li ser vê mijarê kar kiriye. Niha, piştî deh salan ji gotina navdar a Merkelê, gelo hûn serkeftî bûn? Ez dixwazim bizanibim hûn çawa li siyaseta hikûmeta federal a derbarê dersînorkirin û kontrolkirina sînorên Almanyayê dinêrin. Hûn bi dersînorkirin û kontrolkirina sînoran re ne?

Daniel Gunther: Bi dîtina min, em nikarin bibêjin em gihîştine armancên xwe; mirov nikare biryareke wiha bide. Belê, ev mijar bi giştî, koç û xweguncandin (entegrasyon), erkek e ku qet bi dawî nabe. Belê, li gorî min, pêwîst e em her tim li ser bixebitin. Me rêyeke dûr biriye. Her wiha ez bawer im ku me gelek yasayên xwe li welatê xwe guhertine da ku her tişt bi rêkûpêk bi rê ve biçe û hejmareke zêde ya wan kesên ku hatine ba me, me di bazara kar de bi cih kiriye û di wî warî de gelek tişt baş bi rê ve diçin. Lê astengî her dimînin. Ez bawer im di mijara koçberan de pêwîst e mirov rûbirûyî rastiyan bibe. Mirov çawa dikare rewşê birêkûpêk bike eger—wekî min bi xwe û wekî hikûmeteke herêmî—mebesta me ew be ku em siyaseteke mirovane bişopînin û xweguncandinê bi awayê herî baş pêk bînin, ji baxçeyên zarokan û dibistanan bigire heta bi peydakirina cihên niştecihbûnê? Ev kar bi hejmareke zêde ya xelkê nayê bicihanîn. Ji ber vê û bê guman ez piştgiriyê didim wê yekê ku em hewl bidin hejmara kesên ku tên ba me heta radeyekê sînordar bikin. Ev jî bi tedbîrên guncav pêk tê. Helbet rast ev e ku em yên baş ji yên xirab cuda bikin. Ango, em dixwazin welatekî pêşkêşî wan kesên ku pêbendî rêkarên asayî û yasayên me dibin bikin, wekî ku her dewleteke din dixwaze bike. Bi dîtina min, pêwîst e li Almanyayê jî em bi vî awayî bikin. Kesê ku nexwaze pêbendî rêkarên me bibe, mafê wî nîne ku li welatê me were wergirtin. Eger em hinekî tund jî bin, li gorî min gelekî girîng e, da ku em karibin qebûlkirina civakî ya ji bo wergirtina penaberan biparêzin.

Rûdaw: Siyaseta koçberiyê ya li herêma we heta çi radeyê ji herêmên din cuda ye?

Daniel Gunther: Kontrolkirina sînoran tedbîrek e ku ji aliyê hikûmeta berê ve jî dihat bikaranîn û bandora wê heye, ji ber ku mafê her dewletê ye ku bizane kî tê nav welatê wê. Me di dema xwe de dît ku ji destdana kontrolê—eger xelk hest bike ku kes nizane çi cure kes tên welatê wan—ti carî ji bo civakê ne baş e. Ev ne tenê ji bo wan kesên ku demeke dirêj e li vir dijîn, lê ji bo wan kesên ku bi xwe paşxaneyeke koçberiyê hene jî wisa ye. Ez bi xwe gelek kesan nas dikim ku xwedî paşxaneya koçberiyê ne û di serdemeke din de hatine, ew jî dibêjin "Em dixwazin li welatekî ku demeke dirêj e tê de dijîn, hest bi ewlehiyê bikin." Eger niha bi tundî kontrol were bicihanîn, ez piştgiriyê didim hikûmeta nû. Em alîkariyê didin wê da ku dersînorkirin bi awayekî baştir bi rê ve biçe, bi taybetî eger kes tawanê bikin. Ji ber ku bi dîtina min, ne girîng e mirov bi çi paşxaneyê tê welatê me, lê yê ku zirarê bide kesekî din, yê ku pêbendî yasayên me nebe, yê ku bibe tawankar, ew kes mafê mana daîmî li welatê me ji dest dide. Baş e, eger wê demê xatir ji wan were xwestin û ji wan re were gotin ku dema we li vir bi dawî bûye, ez bawer im tundkirina tedbîran karekî baş e û me li Schleswig-Holsteinê hejmara dersînorkiriyan bilind kiriye. Em piştgiriyê didin siyaseta nû ya hikûmetê.

Rûdaw: Derbarê herêma we min gelek tiştên erênî bihîstine. Siyaseta koçberiyê li herêma we çawa ye?

Daniel Gunther: Na, ez bawer im gelek sedemên cuda li hev dicivin. Ya yekem, bi dîtina min ciddîbûna di vê mijarê de alîkar e. Wekî ku min berê amaje pê kir, ev ji bo naskirina mijara koçberiyê li herêma me gelekî alîkar bû. Bi dîtina min, ev dibe kilîta serkeftinê ji bo Schleswig-Holsteinê ku xelkê deverên din bizanin em li herêma xwe pêşwaziya wan dikin. Em negihîştine wê rewşê ku kargehên me bibêjin kêmbûna karmendên pispor tiştekî xerab e, lê berî ku ez kesekî ji çandeke din, ji welatekî din bînim kargeha xwe, baştir e ez bê karmend bimînim. Bê guman ev rewş li hinek cihên din heye, lê li cem me li Schleswig-Holsteinê nîne. Li vir amadebûneke xurt heye ji bo wergirtina xelkê ji welatên cuda bo kargehên Schleswig-Holsteinê. Bi dîtina min ev taybetmendiyeke girîng e. Wekî ku ez dibînim, ev li Schleswig-Holsteinê di nav kevneşopiya me de ye. Çîroka koçberiyê di malbata min de heye, ji ber ku reh û rîşên me ne li Schleswig-Holsteinê ne. Bavê min li Wiesenburgê li herêma Mecklenburg-Vorpommernê ji dayik bûye, dayîka min ji Rendsburgê ye, lê dê û bavê wê wê demê ji Prûsyaya Rojhilat (Ostpreußen) reviyabûn û hatibûn Schleswig-Holsteinê. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, nîvê niştecihên Schleswig-Holsteinê ne xelkê wê herêmê bûn. Ango, em wan serdeman nas dikin ku penaber dihatin ba me, ew ezmûna me bûye. Ji ber vê jî, ev di vê serdemê de gelekî alîkar e dema ku xelk li deriyê me dide û dibêje, "Ez ji şer reviyame, ez aware bûme, min mal û milkê xwe ji dest daye, ji kerema xwe alîkariya min bikin." Xelkê Schleswig-Holsteinê bi çavekî din li vê yekê dinêre û, bi dîtina min, ev alîkar e ku em mijara xweguncandinê jî bi erênî bibînin.

Rûdaw: Belê, bê guman divê ji bo xweguncandinê ji her du aliyan ve hewl bê dayîn, wekî din sernakeve. We amaje bi xaleke girîng da. Li gorî agahiyên min, Kurdekî zêde li herêma we dijîn. Her tim tê gotin ku Kurd baş tevlîhev dibin. Nêrîna we li ser vê yekê çi ye? Her wiha ez dixwazim bizanibim ku Seyran Papoya ku parlamentereke Kurd e di partiya we de, gelo bandoreke wê li ser gihandina daxwazên taybet ên civaka Kurd li herêma we heye?

Daniel Gunther: Wekî ku ez dibînim, amadebûna ji bo xweguncandinê gelekî xurt e. Ez nizanim gelo ew hejmar li gorî herêmên din li Schleswig-Holsteinê bilindtir e yan na. Ez bawer im em di heman astê de ne. Bi deh hezaran Kurdên me li Schleswig-Holsteinê hene û ev gelekî baş bi rê ve diçe. Ez gelekî kêfxweş im ku keseke wekî Seyran Papo heye û me ew gihandiye asteke bilind; jineke me ya Kurd di fraksiyona Partiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) de heye ku wan mijaran tîne nav siyaseta rojane. Her wiha çalakiyan dike û xelkê xwedî wê paşxaneyê nêzîkî siyasetê dike. Wê ez jî vexwendime çalakiyan û ez wekî serokê herêmê bûme mêvan. Ez bawer im gelekî girîng e ku mirov ji kîjan derê tê vir, fêhm bike ku ne tenê dikare kesên pêwendîdar bi siyasetê re bibîne, lê dikare bi xwe jî çalak be. Seyran Papo yekem beşdar bû, lê Seyran Papoyê selmand ku Partiya CDU dikare li herêma kenarê rojhilat jî serkeftinê bi dest bixe. Ji piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ve me nikarîbû vê destkeftiyê bi dest bixista, lê wê karî, ji ber ku navûdengeke wê ya mezin heye û gelek alîgirên wê li wê deverê hene. Ev navûdeng me aciz nake, hevkariya bi wê re bi awayekî gelekî baş bi rê ve diçe û ez bawer im ev alîkariya civaka Kurd jî dike ku berpirsekî wan di nav desthilatê de heye.

Rûdaw: Ez dixwazim amaje pê bikim ku ew li cem gelek Kurdên diyasporayê gelekî hezkirî ye û her wiha hemû kes pê serbilind in û ez jî pê serbilind im, ji ber ku wê karî wekî jineke Kurd di partiya we de serkeftî be. Ev bi rastî ji her kesî nayê. Yek ji daxwazên diyasporaya Kurdî ew e ku zimanê Kurdî li hemû herêman di dibistanan de bi fermî were hînkirin. Li hinek herêman heye û li hinek herêman nîne. Hînkirina zimanê dayikê li cem we çiqasî girîng e?

Daniel Gunther: Pêwîst e mirov piştrast be ku birêxistinkirina vê mijarê ji bo mirovan hatiye peydakirin. Li cem min heta radeyekê nîşaneya hêzê ye ku mirov zimanê dayika xwe piştguh neke, belê ew jî rola xwe bilîze. Bi dîtina min, erka hikûmetê ew e ku lihevtêgihiştinê li welatê me çalak bike. Xweguncandineke serkeftî bi wê yekê ve girêdayî ye ku mirov zimanê wî welatî bizane ku tê de dijî. Pêwîst e ev bibe armanca me. Lê duzimanî her tim xaleke bihêz e ji bo welatê me. Herêmeke ku diselmîne mafê kêmneteweyan tiştekî erênî ye, ku em zimanê Danîmarkî ji ber nêzîkbûna me ya bi Danîmarkayê re û zimanê Frîzî li herêma xwe bi pêş dixin, ev helbet ji bo wî beşî jî rast e. Tiştê ku ji aliyê birêxistinkirinê ve were kirin, ez bi temamî piştgiriyê didimê. Lê divê ev yek xwedî şiyana bicihanînê be, bi taybetî di demekê de ku rewşa budceya me di rewşa herî baş de nîne.

Rûdaw: Hûn ji dersînorkirina malbateke Kurdên Êzidî ya li Almanyayê agahdar bûn. Ev di medyayê de deng veda. Eger ev li herêma we rû bida, we dê rê bida vê kiryarê? Niha hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî tirsa dersînorkirinê heye. Hûn vê yekê rast dibînin?

Daniel Gunther: Me helwesta xwe ragihandiye û bi piştgiriyeke berfireh jî li Parlamentoya Herêma Schleswig-Holsteinê me biryar daye ku em piştgiriyeke zelal didin Êzidiyên welatê xwe û çi pêwîst be em dê bikin da ku neyên dersînorkirin. Me li ser asta federal jî bi vî awayî helwesta xwe anî ziman. Her wiha di Encumena Federal de jî helwesta me heman e. Di nav hemû partiyên Schleswig-Holsteinê de helwesteke hevpar heye.

Rûdaw: Hûn bi dersînorkirin û kontrolkirina sînoran re ne?

Daniel Gunther: Belê, ma min bi zelalî negot? Na, ez im, bê guman.

Rûdaw: We behsa kêmbûna karmendên pispor kir. Almanya ji ber nebûna karmendên pispor dinale. Min bi xwe çend roj berê li ser vê mijarê kar kiribû. Hinek ji herêman planên wan ên anîna karkerên destan ji Kurdistanê hene. Gelo we ti planek heye ku hûn bi Herêma Kurdistanê re ji bo anîna karmendên pispor bixebitin?

Daniel Gunther: Em ji bo wê mijarê gelekî vekirî ne û wekî serokwezîrê herêmekê jî ez gelek danûstandinan dikim da ku dewlet û deverên ku karmendên wan ên pispor hene û dixwazin li Schleswig-Holsteinê bixebitin bibînim. Li gorî amarên cuda, heta sala 2035an dê di navbera 300 hezar û 350 hezar karmendên me kêm bibin û valahî çêbibe. Eger em bixwazin ji aliyê aborî ve bi vê serkeftina niha ya li Schleswig-Holsteinê berdewam bikin, wê demê pêdiviya me bi karmendên pispor heye. Helbet ez piştgiriyê didim wê yekê jî ku em wan kesên li vir in fêr bikin û di nav bazara kar de erkên xwe bi cih bînin. Lê bê guman pêdiviya me bi koçberan jî heye. Wekî ku min di destpêkê de amaje pê kir, em welatek in ku me xwe li ser asta navneteweyî û niştimanî selmandiye, wekî welatekî ku hesta pêşwazîkirinê tê de gelekî xurt e. Ez bawer im bi rastî em dikarin derfetan ji wan re biafirînin. Ji ber vê jî me biryar da ku em di vê kabîneyê de "Navenda Pêşwaziyê" li Schleswig-Holsteinê damezirînin û niha kar dike, da ku rasterast pêwendiyê bi xelk, herêm û hikûmetan re deynin û bi kêmtirîn rêkarên îdarî, derfeta kar ji bo xelkê li Schleswig-Holsteinê birêkûpêk bikin û ew karibin li vir dest bi jiyanê bikin.

Rûdaw: Belê, burokrasî li Almanyayê gelekî aloz e, ev yek rêyê dijwar dike.

Daniel Gunther: Belê, rast e. Eger mirov ji nêzîk ve li dosyayê binêre, ku çiqasî dem digire, heta bi rêya Wezareta Derve jî, bi taybetî derbarê bawernameyan û eger ew kesan hînbûna pîşeyekê jî temam kiribin, em li Almanyayê di vî warî de nagihîjin asta navneteweyî. Ev pirsgirêk e, pêwîst e li ser asta federal jî çaksazî were kirin. Lê me saziyên taybet bi rêya "navendên pêşwaziyê" hene. Li wan deran kesên pispor hene ku dizanin çawa bi wan mijaran re tevbigerin û karbidest hene ku şîretan li xelkê dikin û alîkariya wan dikin da ku bikevin nav bazara kar a Herêma Schleswig-Holsteinê.

Rûdaw: Ez gelekî li hevpeyvînên we dinêrim. Di yek ji wan de ku ez gelekî pê kêfxweş bûm biryara qedexekirina torên civakî ji bo kesên temenê wan di bin 18 saliyê re bû. Ev ji min re gelekî baş bû. Ez gelekî bi hêvî me ku ev li Almanyayê were bicihanîn. Ji min re rave bikin bê çima ew qasî girîng e li cem we ku bikaranîna torên civakî ji bo zarokan were qedexekirin?

Daniel Gunther: Em bandorên wê dibînin û eger mirov bi rastî xwe bi vê mijarê ve mijûl bike, mixabin karesat çêdibin. Bi dîtina min, pêwîst e ev ne tenê li Almanyayê, lê li Ewropayê jî were çareserkirin. Ez tenê dikarim pêşniyar bikim ku li ser asta cîhanî jî hewl jê re were dayîn, ji ber ku bandora torên civakî ya li ser kesên di bin 16 saliyê re bi rastî tirsnak e. Ji ber ku em wekî dewlet û wekî dê û bav derfeta me nîne ku em rê li ber tiştên ku ciwan rûbirûyî wan dibin bigirin. Ew di wî temenî de nikarin xwe biparêzin. Ez bawer im zelal e ku di hemû rapirsiyan de piraniya kesên di temenê 10 heta 16 saliyê de û her wiha 16 heta 18 saliyê de jî, piştgiriyê didin qedexekirineke bi vî rengî. Ango, ew bi xwe ji bandorên neyînî agahdar in, ku bi awayê herî hêsan rê ji bo bilindbûna tundî, radîkalbûn û tundrewiyê vedike. Ew kesên ku hest bi berpirsyariyê dikin, dizanin ku pêwîst e em ciwanên xwe biparêzin. Ez bi xwe wekî serokwezîrê herêmê hest bi wê berpirsyariyê dikim, ji ber ku du keçên min jî hene, ku temenê wan neh û şeş sal in. Ew jî ne alîkar e ku em bi temamî li wan qedexe bikin. Belê, divê em ji xwediyên torên civakî re bibêjin ku pêwîst e derfetên xwe ji bo zarokên di bin 16 saliyê re sînordar bikin. Pêwîst e li ser asta navneteweyî em li ser vê rêyê bimeşin. Eger na, herî kêm pêwîst e em li Ewropayê biryarê li ser bidin, ji ber ku berpirsyariya me li hemberî nifşên paşerojê heye. Ev tê kirin, Awistralya vê biryarê bi cih tîne, heta bi hevkariya bi platforman re, mekanîzmayek afirandine ku rê li ber bikaranînê ji bo zarokên di bin temenê 16 saliyê re digire. Divê em wisa nefikirin ku ev dê bibe rêgiriyeke temam, ji ber ku tevî qedexeyan jî, her tim kes hene ku yasayan binpê dikin, dê û bav hene ku alîkariya zarokên xwe dikin da ku medyaya civakî bi kar bînin. Lê dê alîkar be ji bo ku gelek kes ji bandorên neyînî rizgar bibin. Ev ji aliyê teknîkî ve pêkan e. Ne tenê em li Schleswig-Holsteinê bi vê mijarê ve mijûl in, lê serokatiya Danîmarkayê ya ji bo Encumena Yekîtiya Ewropayê jî ev kiriye mijareke girîng. Emmanuel Macron ragihand ku eger Ewropa vê pirsgirêkê çareser neke, ew dê li Fransayê çareser bike. Di vî warî de însiyatîfên din jî hene. Ez piştrast im ku di dawiyê de em dê ji bo parastina zarokan bi ser bikevin.

Rûdaw: Bi kêfxweşî ez li benda wê rojê me û dê bernameyê li ser çêbikim. Birêz Serokwezîr, ez dixwazim derbarê rewşa niha ya Sûriyeyê de ji we bipirsim. Hûn ji rewşa niha ya Sûriyeyê agahdar in, hûn dizanin ku Kurd hêza tekane ne ku aramiyê li Rojavayê diparêzin. Hûn bawer dikin ku Almanya bi têra xwe rol heye di vegerandina aramiyê de ji bo Sûriyeyê, yan hûn bawer dikin ku divê bihêztir be û zêdetir piştgiriyê bide Sûriye û Rojavayê Kurdistanê?

Daniel Gunther: Bi dîtina min, belê, baldariya me dê li ser wê mijarê be. Hikûmeta federal, şêwirmendê Almanyayê û wezîrê derve, Johann Wadephul, hemû li ser dixebitin. Em roleke berbiçav li vê herêmê dilîzin. Ez bawer im ew ji bo me dê girîng be. Bi giştî jî, li Ewropayê pêwîst bû ku Almanya wekî dewleta herî mezin di nûnertiya hemû berjewendiyan de li Ewropayê roleke guncav bilîze. Piştî guhertina hikûmetê, ev bi awayekî berbiçav guherî; Almanyayê helwesta xwe li hemberî hemû mijaran heye û di hinek mijaran de rola wê ya sereke jî heye. Bi dîtina min, tiştekî baş e ku ev rê hatiye hilbijartin û Komara Federal a Almanyayê li vê herêmê bi bawerî bi xwe bûye xwedî helwest li herêmê û di Yekîtiya Ewropayê de.

Rûdaw: Gotûbêj li ser wê yekê tê kirin ku rê bê dayîn welatiyên Sûriyeyî biçin serdana Sûriyeyê û paşê biryarê bidin ka dê vegerin Sûriyeyê yan na. Hûn piştgiriyê didin vê planê?

Daniel Gunther: Bi dîtina min, li Almanyayê ji bo vê gotûbêjê hîn zû bû, ji ber ku xelk wisa difikirî ku piştî rûxandina Esed her tişt asayî bûye û her kes dikare vegere. Ez li dijî vê yekê sekinîm, ji ber ku li cem min ti sedem nîne ku ez pêşniyarê li wan kesên ku baş xwe guncandine bikim ku vegerin. Digel vê yekê, ez baş fêhm dikim ku kes hebin bibêjin "Ez hest bi metirsiyê nakim û hez dikim vegerim welatê xwe yê kevn." Divê rê li ber ti kesî neyê girtin. Piştî guhertina hikûmetê, ev bi awayekî berbiçav guherî; Almanyayê helwesta xwe li hemberî hemû mijaran heye û di hinek mijaran de rola wê ya sereke jî heye. Bi dîtina min, tiştekî baş e ku ev rê hatiye hilbijartin û Komara Federal a Almanyayê li vê herêmê bi bawerî bi xwe bûye xwedî helwest li herêmê û di Yekîtiya Ewropayê de.

Rûdaw: Baş e, eger kesekî Sûriyeyî yan Efxanistanî tawanek kir, hûn bi wê re ne ku ew werin dersînorkirin ji bo Sûriye û Efxanistanê?

Daniel Gunther: Belê, helwesteke min a zelal heye. Ez piştgiriyê didim siyaseteke lîberal lê eger xelk bibe tawankar, wê demê ez ne bi wan re me. Li vir ez piştgiriyê didim wê yekê ku kesê ku pêbendî rêkaran nebe yan kesekî din bi giranî birîndar bike û li Almanyayê were cezakirin, ew kes divê ne di tirsa wê de be ku dê li wî welatî ku jê re tê dersînorkirin di rewşeke xerabtir de be. Ez bawer im pêwîst e mirov berê bifikire. Eger kesek xwedî statuya mêvan be—ji ber ku di destpêkê de mirov mêvan e û bi temamî xwe neguncandiye û mafê wergirtina hemwelatiyê nîne—divê gelekî baş tevbigere. Eger ev neyê kirin, wê demê dersînorkirin tiştekî rewa ye û ti pirsgirêka min bi wê re nîne ku em ji bo Efxanistan û Sûriyeyê jî xelkê dersînor bikin. Mirov dikare berpirsyariya wê hilgire. Ji perspektîfa têgihiştina xwe ya Xiristiyanî û exlaqî, ez bi germî piştgiriyê didim wê biryarê.

Rûdaw: Pêşniyarek heye ku xizmetguzarî wekî deyn bidin koçberan ku divê paşê bidin. Gelo ev çareseriyek e? Nêrîna we li ser vê yekê çi ye?

Daniel Gunther: Belê, amûreke me li welatê xwe di hinek warên din de hebû, ku eger mirov alîkariya darayî ji bo hînbûna pîşeyekê werbigirta, pêwîst bû beşek ji wan alîkariyan vegerîne.

Rûdaw: Min jî deynê xwe yê xwendinê hemû da...

Daniel Gunther: Min mehane tenê 78,15 Mark werdigirtin. Derfet hebû ji bo vegerandina wî pereyî. Bi dîtina min, baş e eger werin vegerandin.

Rûdaw: Gelekî rast e.

Daniel Gunther: Eger kesek di destpêkê de alîkariya civakî li ser bingeha yasaya alîkariya penaxwazan werbigire, paşê alîkariya wekî "alîkariya hemwelatîbûnê" (Burgergeld) werbigire, paşê bixebite û bacê bide, ez bawer im ew rêyeke rast e ku em mirovan bigihînin wê astê ku bi xwe dahata xwe peyda bikin. Kesê ku li Almanyayê dixebite, li ser wî bingehî bacê jî dide. Mirov dikare bibêje ew qerebûkirina wê ye. Eger li Almanyayê rewşeke me hebe ku mirov ji ber revînê yan sedemeke din tê welatê me û ji ber rêkaran, xebitîn ji bo beşek ji wan qedexe be, wê demê mirov nikare ji aliyekî ve bibêje "Em wan ceza dikin û divê wekî deyn vegerînin." Ez ji wê pêşniyarê bi guman im. Gelo ew rêyeke rast e? Ez ji bingehê wê fêhm dikim. Ez bawer im eger mirov ji roja yekem ve rê bide wan kesan ku ji bo peydakirina debara jiyana xwe bixebitin, ew dê bibe rêyeke serkeftîtir, ji ber ku bi vî awayî qebûlkirina civakî ya ji bo vê mijarê zêdetir dibe.

Rûdaw: Hînbûna ziman jî girîng e, çend sal berê rê nedidan koçberan.

Daniel Gunther: Belê, ew jî tê ser. Her wiha ez bawer im mirov di dema xebatê de fêrî zimên dibe. Bi dîtina min, pêwîst e mirov bi vî awayî bike: Ne ku di destpêkê de nikaribe bixebite, paşê divê fêrî ziman bibe û hingê pêwîst e bixebite. Ez piştrast im ku gelek kargeh li herêma me hene ku berpirsyariya wê yekê hildigirin ku eger kesek zimanê xwe baş jî nizane, her beşek heye ku bikare li wir xizmeta me bike. Di heman demê de mirov dikare fêrî ziman jî bibe. Mirov di jiyana rojane û di kargehê de fêr dibe. Ez ji ezmûna xwe dizanim ku di dersa Îngilîzî de jî, me bi xwendina peyvan û hilbijartina wan fêrî wî zimanî bûn. Eger ez îro li wê yekê binêrim ku ciwan çawa fêrî Îngilîzî dibin dema ku di dibistanê û li cihê kar de bi kar tînin-bi wî awayî zûtir fêr dibin. Ez bawer im divê em li herêma xwe nermtir bin.

Rûdaw: Mixalefeta herî mezin a Almanyayê Partiya AfDyê ye. Divê çi were kirin da ku Partiya AfDyê bihêztir nebe?

Daniel Gunther: Bi dîtina min, ew alîkariya partiyên demokratîk dike. Pêwîst e em hevkariya hev bikin. Divê em di ziman û axaftinê de ji tundrewan cuda bin. Pêwîst e em bi awayekî erênî behsa herêma xwe bikin û girîngiyê bidin wan tiştên ku baş bi rê ve naçin û wan çareser bikin. Bi dîtina min, ew li dijî tundrewan ji hemûyan girîngtir e. Me sala 2022yan li Schleswig-Holsteinê selmand, me şerê hev nekir, belê em ji hev fêhm bûn. Me li hemberî mixalefetê û berovajî wê heman ziman bi kar anî. Kes neêşiya. Me mijar mezin nekirin, em ji bo çareserkirina wan xebitîn. Encama hilbijartinên herêmî yên li Schleswig-Holsteinê yên sala 2022yan ew bû ku em bûn parlamentoya tekane ya bê tundrew e. Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AfD) di Parlamentoya Schleswig-Holsteinê de nîne. Wan nekarî sînorê ji sedî 5 derbas bikin. Ez bawer im ev modelek serkeftinê ye ku li cihên din ên Almanyayê jî dikare kar bike, her wiha li Parlamentoya Federal jî, bi wê hêviyê. Bi dîtina min, gelek tişt guherîne. Niha jî payîza çaksazî û biryardanê tê. Merz ev yek ragihandiye. Ez bawer im eger gelek tişt ber bi rêyeke rast ve biçin û ev dilê xelkê xweş bike, wê demê di gava din de dê dengên ji bo AfDê kêm bibin.

Rûdaw: Birêz Serokwezîr, pirsa min a dawî ji we ev e ku karê we gelekî dijwar e, bernameya we her roj tijî ye. Hûn çi dikin da ku tendurist bimînin û her wiha hûn çi dikin ku ew qasî hezkirî bin? Min jî gelekî hez dikir bibim serokwezîr, lê dema min bernameya we dît, min got na, gelek spas.

Daniel Gunther: Karê te jî dijwar e, lê dîsa jî tu bi çalakî xuya dikî, lewma dibe ku nihêniyek te hebe, ku ez nizanim. Lê ez nihêniya xwe eşkere dikim, ez gelekî bi rêkûpêk im. Ango, di dema derveyî karê fermî de, malbata min heye, du zarokên min hene. Her wiha derfeteke min a binirx heye ku rojekê di dawiya hefteyê de siyasetê nekim, belê tenê bi malbata xwe re bim da ku hevsengiyek min hebe. Her wiha li ser bloga xwe dixebitim û hinek caran diçim derve ji bo bazdanê. Ez vê yekê bi berdewamî ji roja yekem a di posta serokwezîriyê de dikim. Eger tu bibêjî ku wisa xuya dike ku ez kesekî çalak im, wê demê ez vê yekê wekî pesindayînê werdigirim.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin