
Piştî azadbûna lêkolînera Îsraîlî, rola hikûmeta Iraqê ya bi milîsan re ket rojevê
.
Piştî zêdetirî du sal û nîvan ên ji dîlgirtinê, lêkolînera Îsraîlî-Rûsî, Elizabeth Tsurkov ya ku di Adara 2023yan de li Bexdayê hatibû revandin, hate berdan. Berdana wê ya ku piştî zexteke tund a siyasî û gefên Amerîkayê pêk hat, careke din têkiliyên aloz ên di navbera hikûmeta federal a Iraqê û milîsên çekdar ên di bin sîwana wê de ne, xiste rojevê.
Hûrgiliyên bûyerê
Elizabeth Tsurkova xwendekara doktorayê ya Zanîngeha Princetonê ya Amerîkayê, ji bo lêkolînên xwe yên akademîk bi pasaporta xwe ya Rûsî derbasî Iraqê bûbû. Ew di 21ê Adara 2023yan de li taxa Kerade ya Bexdayê ji aliyê milîsên Ketîb Hizbullah (Hizbullaha Iraqê) ve hat revandin. Ketîb Hizbullaha ku ji sala 2009an ve ji aliyê Amerîkayê ve weke rêxistineke terorîst tê naskirin, beşeke ji Heşda Şeibî ye ku bi fermî girêdayî dewleta Iraqê ye û mûçe û çekan ji hikûmeta Bexdayê werdigire.
Zexta Amerîkayê û rola Iraqê
Berdana Tsurkovê ne bi hewldanên hikûmeta Iraqê, lê bi gefên rasterast ên Amerîkayê pêkan bû. Nûnerê serokê Amerîkayê Donald Trump yên ji bo karûbarên rehîneyan, Adam Boehler, gefên "encamên siyasî û aborî" li hikûmeta Iraqê û serokwezîr Mihemed Şîa el-Sûdanî xwaribû û ew ji ewlehiya Tsurkovê berpirsyar girtibû.
Tevî ku hikûmeta Iraqê ragihandibû ku ji bo dîtina çarenivîsa wê "tîmeke taybet" ava kiriye jî lê malbata Tsurkovê û çavdêrên siyasî hikûmeta Sûdanî bi hevkariya bi wan kesan re tawanbar dikirin ku ew revandibûn. Xwişka wê, Emma Tsurkovê, di çalakiyekê de ya li Washingtonê rasterast Sûdanî rexne kir û got: "Hûn ji bo rizgarkirina wê tiştekî nakin, ji ber ku yên ew revandine hevparên hikûmeta we ne."
"Dewleta di nav dewletê de"
Hate destnîşankirin ku ev bûyer careke din rastiya hebûna "dewletekê di nava dewletê de" li Iraqê nîşan dide. Hate gotin: "Ew milîsên ku lêkolînera Îsraîlî revandin, bi fermî li ser hikûmeta Iraqê tên hesibandin, mûçe, pere û çekan jê werdigirin, lê di pratîkê de weke rêxistinên terorîst tevdigerin û mirovan direvînin."
Ev yek zerareke mezin digihîne navûdengê Iraqê di asta navneteweyî de û hikûmeta federal dike hevparê van tewanan. Herweha hişyarî hate dayîn û hate gotin: "Divê hikûmeta Bexdayê demildest piştgiriya xwe ya ji bo van milîsan rawestîne, berî ku tevgerên wan ên neqanûnî bibin sedema hilweşîna aboriya Iraqê û ziyaneke mezin bigihîje tevahiya welat."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin