
Macron Serokwezîrê nû yê Fransayê destnîşan kir
.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Sebastien Lecornuyê ku di hikûmeta François Bayrou ya hilweşiyayî de Wezîrê Parastinê bû, wekî serokwezîr destnîşan kir.
Di daxuyaniya Koşka Elyseeyê de hat diyarkirin ku Macron, Lecornu wekî serokwezîrê nû destnîşan kiriye.
Hat ragihandin ku Macron ji Lecornu xwestiye ku bi hemû hêzên siyasî yên li Parlamentoyê re bicive, ji bo welêt budçeyekê bide qebûlkirin û ji bo biryarên mehên pêş me lihevkirinên pêwîst pêk bîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji Lecornu hatiye xwestin piştî şêwirînên xwe navên hikûmeta nû pêşkêşî Macron bike.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Çalakiyên Serokwezîr dê li ser bingeha parastina serxwebûn û hêza me, xizmetkirina gelê Fransayê û misogerkirina îstîqrara siyasî û sazûmanî ya ji bo yekîtiya welêt bin."
Lecornuyê ku di hikûmeta Bayrou ya duh hilweşiya de Wezîrê Parastinê bû, sala 1986an li parêzgeha Val-d'Oiseyê ji dayîk bûye û di 19 saliya xwe de wekî cîgirê parlamenter dest bi siyasete kiriye.
Lecornu di 27 saliya xwe de bû şaredarê bajarê Vernonê û ji sala 2017an û vir ve ku Macron bû serokkomar, di wezaretên cuda de kar kiriye.
Sebastien Lecornu di 31 saliya xwe de di sala 2017an de wekî Sekreterê Dewletê, di sala 2018an de wekî Wezîrê Berpirsê Herêman, di sala 2020î de wekî Wezîrê Herêmên Derveyî Welêt û herî dawî jî di sala 2022yan de wekî Wezîrê Parastinê hatibû tayînkirin.
Lecornuyê endamê Partiya Ronesansê, di serdema serokkomariya Macron de bû 7emîn serokwezîr.
Li Fransayê hikûmeta navendî ya rastgir a Michel Barnier, piştî 3 mehan ji ber nakokiyên di dan û standinên budçeya 2025an de, 4ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi pêşnûmeya bêbaweriyê ya mixalefetê hatibû hilweşandin.
Piştre Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, 13ê Kanûna Pêşîn a 2024an François Bayrou wekî serokwezîr destnîşan kiribû.
Dan û standinên li ser budçeya nû, ji ber deynên giştî, yek ji mijarên sereke yên nakokiyê yên di navbera hikûmet û mixalefetê de bû.
Bayrou ragihandibû ku ew dê beriya danûstandinên li ser budçeya 2026an hikûmetê bibe dengdana baweriyê.
Ew budçeya ku tê de bi rakirina hinek betlaneyên fermî re nêzîkî 43 milyar euro teseruf dihat plankirin, rastî berteka Fransiyan hatibû.
Hikûmeta François Bayrou di rûniştina doh de bawerî wernegirt û hilweşiya.
Di dengdanê de 194 parlamenteran dengê baweriyê da hikûmeta Bayrou, 364 parlamenteran dengê bêbaweriyê da û 15 parlamenter jî bêalî man.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin