
Şirnexî li dijî talana xwezayê bûn yek: ‘Pişta we şikestno, êdî bes e’
.
Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li dijî birîna daran û talana xwezayê meşeke berfireh hat lidarxistin.
Bi salan e jîngeha Şirnexê bi hinceta ewlehiyê û gelek sedemên din tê têkdan û darên daristanên wê tên birîn.
Doh li Şirnexê bi tevlîbûna Hevseroka DEM Partiyê, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), saziyên jîngehê û bi sedan welatiyan li dijî birîna daran û talankirina xwezayê meşeke berfireh hat lidarxistin.
Nobeta li herêma Bestayê
Girse piştî meşê çû herêma Bestayê ku yek ji wan deveran e ku herî zêde dar lê hatine birîn.
Xwenîşanderan li wir agir pêxist, konên xwe vedan û wan dest bi çalakiya nobetê kir.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li ser çalakiyê axivî û got:
“Em hatine xwedî li wan darên ku li Bestayê tên birîn derkevin û nobetê bigirin.
Em dê heta dawiyê xwedî li darên xwe derkevin.”
"Divê ewilî bi xwezayê re aştiyê pêk bînin"
Xwenîşanderan xwest ku talana xwezayê demildest bê rawestandin.
Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir jî wiha axivî:
“Eger ev desthilat û dewlet bi zimanê me re, hebûna me re û civaka me re lihevhatin û aştiyekê pêk bîne, divê destpêkê li gel xweza, daristan, av û rûbarên me aştiyê pêk bîne.”
"Bes e, êdî bes e"
Dayîkên ku beşdarî çalakiyê bûn jî berteka xwe anîn ziman.
Dayîkekê got, “Dema em koçer bûn, ev der rê û rêbiwarê me koçeran bû. Me digot em ne quling in û ne jî ûlis in.
Bihar û payîzan xwîsara li mezelê Besta tê li ser çengikê min qerisî. Xwezî hakimekî edaletê hebûya, li heq û hiquqê gênc û xortên Kurdistanê bipirsiya.”
“Çima tenê Kurd?”
Dayîkeke din jî wiha got, “Ji bo Xwedê û Pêxember li talana Kurdan meyzênin. Çima tenê Kurd, çima ne Tirk.
Li talanê meyzênin û ji xwe re bigirîn. Pişta we şikestno. Bes e, êdî bes e.”
Di çalakiyê de berpirs û endamên rêxistinên jîngehê yên Mêrdîn, Amed, Riha û Sêrtê jî amade bûn.
Xwenîşanderan ji bo ku balê bikşînin ser parastina xweza û daristanên Şirnexê, şeva xwe li herêma Bestayê derbas kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin