Nêçîrvan Barzanî: Diyarkirina Nûnerê Taybet ê Îmaratê yê Herêma Kurdistanê gaveke girîng e

Nêçîrvan Barzanî: Diyarkirina Nûnerê Taybet ê Îmaratê yê Herêma Kurdistanê gaveke girîng e

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê bi şandeyeke Îmaratê re civiya û destnîşankirina Nûnerê Taybet ê Îmaratê yê ji bo Kar û Karên Aborî yê Herêma Kurdistanê wekî "gaveke girîng" bi nav kir ku giringiya pêwendiyên her du aliyan nîşan dide.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybet ê Îmaratê yê Kar û Barên Aborî yê Herêma Kurdistanê Seîd Hacirî û heyeta pê re qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de "her du aliyan pesnê dîroka dostanî û pêwendiyên xwe da, kêfxweşiya xwe bi asta pêwendiyên di navbera her du aliyan de anîn ziman.

Aliyan tekezî li ser daxwaza dualî ya ji bo bipêşxistina zêdetir û berfirehkirina hevkariya hevbeş kir, bi taybetî di wan warên ku ji bo her du aliyan girîng in."

Di heman çarçoveyê de, her du aliyan hebûna yasayeke hander û jîngeheke alîkar ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê wekî "girîng nirxand."

Nêçîrvan Barzanî spasiya serkirdayetî û hikûmeta Îmaratê kir ji bo "alîkarî û piştgiriya wan a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê".

Barzanî her wiha destnîşankirina nûnerê taybet ê Îmaratê yê ji bo kar û barên aborî yê Herêma Kurdistanê wekî "pêngaveke girîng bi nav kir ku giringiya pêwendiyên her du aliyan nîşan dide."

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya xwe ji bo Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayed El Nehyan ducare kir ku Nîsana borî di civîneke dualî de li Ebû Dabiyê tekezî li ser şandina nûnerê taybet ê Îmaratê yê ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê kiribû.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Seîd Hacirî behsa derfetên sermayeguzarî û veberhênanê û kar û çalakiyên kompanyayên Îmaratî û sektora taybet a li Herêma Kurdistanê kir û li ser asoyên berfirehkirina wan di warên cuda de nêrînên xwe parve kirin.

Di heman demê de, Serokê Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ya ji bo pêşkêşkirina "hemû piştgirî û alîkariyên pêwîst ên aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ducare kir."

Cûrbecûrkirina aboriyê, hebûna dîtineke zelal ji bo veberhênana Îmaratê li Îraq û Herêma Kurdistanê, aboriya berdewam, pêwendiyên Îraqê yên bi Îmaratê re û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin