Artêşa Tirkiyê li Efrînê binkeyeke leşkerî ava dike

Artêşa Tirkiyê li Efrînê binkeyeke leşkerî ava dike

.

A+A-

 Li gundekî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê artêşa Tirkiyê kar li ser avakirina binkeyeke leşkerî dike.

Li gor zanyariyên xwecihî ji 8ê vê meha Çile ve, artêşa Tirkiyê muxtarên nahiyeya Raco û gundê Etmana agahdar kirine ku xwediyên zeviyên zeytûnan li nêzîkî girê şûnwarî yê li ber dergehê û nahiyeyê amade bike ji bo ku li ser destjêberdana zeviyên xwe îmze bikin, bi mebesta avakirina binkeyeke leşkerî ya Tirkiyê li şûna wan zeviyan.

Li gorî zanyariyan, çekdarên grûpa bi navê “Polîsên Sivîl” gefa girtin û revandinê dane xwediyên wan zeviyan, eger wê yekê red bikin.

Ew zevî derdora 300 darzeytûnê li xwe digirin û yên herdu malbatên Izzet Ebdo û Omer Bilal Neisan in.

Di heman çarçoveyê de, Ofîsa Ragihandinê ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê, ya ser bi Rêveberiya Xweser ragihandiye ku, hêzên artêşa Tirkiyê 72 demjimêr dane wan welatiyan ji bo qebûl bikin ew binkeya leşkerî li nav zeviyên wan bê avakirin, û eger qebûl jî nekin, çarenivîsa wan dê kuştin yan girtin be.

Ji 20ê Çileya 2018yan ve, hevdem ligel êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, heta niha, artêşa Tirkiyê bi dehan binkeyên leşkerî li wê herêmê ava kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin