Amerîka gavên nû diavêje: Tom Barrack bû Nûnerê Taybet ê Kar û Barên Sûriyeyê

Amerîka gavên nû diavêje: Tom Barrack bû Nûnerê Taybet ê Kar û Barên Sûriyeyê

.

A+A-

Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack bû Nûnerê Taybet ê Kar û Barên Sûriyeyê.

Barrack eşkere kir ku rakirina cezayan dê ewlehiya Amerîkayê ya li Sûriyeyê biparêze.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di serdana xwe ya Kendavê de li Erebistana Siûdî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya bû û biryar dabû cezayên li ser Sûriyeyê rake.

Tom Barrack ragihand ku ew dê wekî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê dest bi kar bike.

Dîplomatê Amerîkayî Barrack ji ser hesabê xwe yê Xê got, "Rawestandina cezayên li ser Sûriyeyê dê ewlehiya armanca me ya sereke biparêze ku ew jî têkbirina berdewam a DAIŞê ye.”

Tom Barrack behsa paşeroja Sûriyeyê kir û wiha domand:

“Serok Trump xewna xwe ya Rojhilata Navîn a dewlemend û Sûriyeyeke aram ku li gel xwe û cîranên xwe aştiyê pêk tîne, bi eşkere daniye holê.

Di 13ê Gulanê de, Serok Trump soza rakirina cezayên giran ên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê da, da ku hikûmeta nû karibe welêt aram bike.

Wezîrê Karên Derve Mike Rubio niha berpirsyariya bicîhanîna vîzyona Serok e û gotiye: ‘Rakirina cezayan derfetên bêhempa li seranserê herêmê ji bo her cureyê aştî, ewlehî û bidawîkirina nakokî û şeran vedike.’

“Em dê bi Tirkiye û Kendavê re bixebitin”

Wekî Nûnerê Serok Trump ê li Tirkiyeyê, ez serbilind im ku ez erkê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê werdigirim û piştgiriya Wezîr Rubio di pêkanîna vîzyona Serok de dikim.

Rawestandina cezayan li dijî Sûriyeyê dê yekrêziya armanca me ya sereke biparêze - têkbirina mayînde ya DAIŞê - û dê derfeta paşerojeke çêtir bide gelê Sûriyeyê.

Bi vî rengî, em bi hevkariya hevparên herêmî yên wekî Tirkiye û Kendavê, Hikûmeta Sûriyeyê dixin rewşeke ku aştî, ewlehî û hêviya geşbûnê vegerîne.

Bi gotinên Serok, em dê bi hev re bixebitin û bi hev re serbikevin. Guhertinên li Sûriyeyê dikarin wekî destpêkeke nû were dîtin ji bo aramî û geşepêdana herêmê.

Di heman demê de pêwîstî bi gavên mayînde hene ji bo dabînkirina ewlehî û aştiya demdirêj.

Di vê çarçoveyê de, hevkariya di navbera hemû aliyan de, ji Hikûmeta Sûriyeyê bigire heta hêzên mixalefetê, civaka sivîl û hevkarên navneteweyî girîng e.

"Dê rola Amerîkayê roleke sereke be"

Rola Amerîkayê wekî aktorekî sereke dibe ku di vî warî de bibandor be, nemaze di alîkarîkirina pêvajoya veguhastina siyasî û aramkirina rewşê de.

Her wiha divê bala xwe bidinê ku rakirina cezayan tenê gavek e û divê were şopandin bi reformên siyasî û civakî da ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê were misogerkirin.

Rêyeke dirêj li pêşiya hikûmeta nû heye lê bi piştgirî û hevkariya civaka navneteweyî ev rê dikare were kurtkirin.”

Divê were gotin ku Amerîka hewl dide krîza Sûriyeyê di demeke nêzîk de were çareserkirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî diyar kir ku ew biryara Donald Trump a rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê pêşwazî dike.

Li aliyê din, Yekîtiya Ewropayê (YE) jî 20ê Gulanê bi armanca alîkariya vejîna aborî ya Sûriyeyê biryar da ku cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê rake.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin