
Amerîka cezayên li ser Sûriyeyê radike: Bertekên cuda hene
.
Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a rakirina cezayên li ser Sûriyeyê, ji Neteweyên Yekbûyî bertekên cuda hatin.
Di aliyekî de Nûnerê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî got ku hîn jî gelekî zû ye ev biryar were dayîn û di aliyê din de jî Ofîsa Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî biryar pêşwazî kir.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê rawestandina cezayên li ser Sûriyeyê pêşwazî kirin.
Ev yek li gorî banga wî ya berdewam ji bo çalakiyek watedar di vî warî de ye.
Pedersen got ku rakirina dorpêçan ji bo îhtimala pêşkêşkirina xizmetên bingehîn girîng e.
“Em dê li kiryarên rejîmê temaşe bikin”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Danny Danon ji Rûdawê re got:
“Ez difikirim ku divê em li kiryarên rejîma nû ya li Sûriyeyê binêrin, li tiştên ku ew bi rastî dikin, ne li tiştên ku ew dibêjin.
Bi taybetî li awayê ku ew bi kêmaniyan, kêmaniyên Durzî, Kurdan re tevdigerin. Ji ber vê yekê em dê li kiryarên rejîmê temaşe bikin û em ê li gorî wê tevbigerin."
Li ser pirsa ka ew piştgiriya biryara Amerîkayê dike an nake, Danon got:
"Baş e, ev biryareke Amerîkayê ye, ne ya me ye. Em vê meselê hêdî hêdî, bi baldarî digirin.
Em li herêmê dijîn, ji ber vê yekê mijarên din hene ku em nîqaş bikin."
Di aliyê din de jî ne tenê cezayên dewletan li ser Sûriyeyê hene her wiha cezayên Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî jî hene ku bi bîryarnameyan hatine hildan.
Ango Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî jî ji bo rakirina dorpêçan divê wê bîryarnameyê carek din bîne rojeva xwe ku eger ew hez dikin dorpêçan rakin.
Nûnera Guyanayê Carolyn Rodrigues Birkett li ser biryara Amerîkayê wiha got:
"Ez difikirim ku di Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî de, heke we di civînên dawî yên Sûriyeyê de bihîstibe, ez difikirim ku piraniya endamên Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî, heke ne hemî be jî, banga rakirina dorpêçan dikin.”
Piştî ku Rûdawê da zanîn ku Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî jî biryarek heye ku cezayên li ser Sûriyeyê didomîne, Birkett got, "Ji ber vê yekê divê em li wê meselê jî binêrin."
Cezayên Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî bi giranî ji bo kes û saziyên ku mafên mirovan bin pê kirine.
Di nav de têkilîyên çekên kîmyawî û kesên bi terorê ve girêdayî yên wekî bi El Qaîde, DAIŞ û HTŞ hene.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin