Agirbesta sistokî û egerên çaverêkirî yên kirîza Iraqê - Yasîn Teha*

Agirbesta sistokî û egerên çaverêkirî yên kirîza Iraqê - Yasîn Teha*

.

A+A-

Yasîn Teha

Pevçûna xwînî ya dawiya meha tebaxê li Navçeya Kesk a Bexdayê di navbera Sedrî û hin komikên çekdar ên Heşda Şeibî de, bi kuştina nêzîkî 50 kesan bi dawî hat. Lê pêşhatên siyasî yên piştî wê aloziya ewlehî diyar dikin ku tiştê qewimî zêdetir dişibe gereke pevçûnê ku her du aliyên kirîzê bi hêla kûrbûna zêdetir a nakokiyan ve bir, bêhtirî ku pendê jê werbigirin û ber bi çareseriyê ve gav bavêjin.

Rawestana pevçûnên Navçeya Kesk (29-30î Tebaxa 2022) ne li ser bingeha ti peymaneke siyasî û tew jihevfêmkirineke ewlehî û leşkerî bû jî ku qonaxa piştî wî şerê bixwîn raber bike. Ev jî ji sedî sed dişibe destpêka vêxistina şerî ku ji nişka ve û bi sedema zêdebûna şepêla nerazîtî û girevgirtina Sedriyan û paşê biryara ji nişka ve ya devberdana Sedr ji siyasetê wek yekem karvedana bilez li ser biryara mamosteyê wî derbarê devberdana ji karê lêvegerî û rêbertîkirina olî.

Di demekê de ku xwenîşanderên Sedr çûn ser qesrên hestyar ên Navçeya Kesk û nêzîkî mal û baregehên sereke yên Malikî û Xezelî bûn, nobedar û çekdaran bi tundî bersiva wan da. Wan jî ji bo parastina xwe û her wisa da bêhtir bi pêş de herin, çekên xwe anîn û ji ber vê yekê jî şerekî rûbirû derket holê.

Lê gurmînî û teqteqên şeva dirêj a pevçûnan gelek aliyên din anîn ser hêlê. Ji ber ku li hêlekê metirsî li ser balyozxane, navend û baregehên biyanî çêbû, li hêla din jî pêkhateya şîe nêzîkî egera şemitîna nav şerekî hemûgir û dorfireh bû.

Ev tişt jî ji bo lêvegera bilind a şîeyan Elî Sîstanî û qutb û aliyên têkildarî dosyeya Iraqê, ne cihê bêdengîlêkirinê ye. Hevdem tevî vê jî, Sedr fêm kir ku hejmara qurbaniyên tevgera wî her diçe zêdetir dibe, terazûya hêzê xwar e û şer ne hemkûf e.

Berevajî kolanê, di rûbirûbûna çekdarî de, kefa mêzînê bi hêla Sedr de mêl nabe. Çimkî rast e tevgera wî xwediya "Seraya Selam" û cengawerên kevnar ên "Artêşa Mehdî" ye, lê şiyanên wan nagihin şiyanên kom û grubên çekdar ku di bin sîwan û navê Heşda Şeibî de hemû çekên kujer û çeperên stratejîk li Bexdayê di destê wan de ne.

Di pevçûnan de jî, dezgehên Heşda Şeibî tekez kirin ku ew parêzvanên "sîstema siyasî ya 2003" û berjewendiyên "Çarçoveya Hemahengiyê" ne. Di demekê de ku berî nêzîkî heşt salan, hemû hewldanên wan ji bo yekalîkirina wêneyê dezgeha wan bû wek pêkhateyeke emnî ya niştimanî ku ser bi "fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê" ye.

Agirbesta vêga di bin sê bandoran de ye. Ya yekem: Hêzên zextê ne (Sîstanî li Necefê û Tehran ji dûr ve). Ya duyemîn jî, qada leşkerî ya nehevseng e. Ya sisêyan jî hatina pêş a seredana "Çilrojiya Îmamê Hisên" e ku hilkefteke giring, movikî û giyanî ya şîeyan li seranserê cîhanê ye.

Her demekê jî her du kelemên dawî di çend rojên bê de biguherin, her dem egera "pevçûna sînordar" û pevketina sînordar vekirî ye. Wek pevketinên ku çend demjimêran piştî vekişîna Sedriyan li Bexdayê, di navbera çekdarên Sedr û Esaiban de li derdora koşkên serokatiyê li bajarê Besrayê qewimîn.

Di van çend salên dawî de, ti carî qasî vêga Sedriyan hest bi dilşikestinê nekiriye. Çimkî ji bilî ku bi tenê bi hemû hêzên şîe yên bandorker û xwedî desthilat re rûbirû ne, di wê baweriyê de ne jî ku ji hêla Îranê ve bi bêgavkirina Ayetulayê Hairî bi devberdanê, tûşî komployeke olî û rêolî bûn û rêberê wan hatiye dorpêçkirin. Di warê ziyan û encamên pevçûnan de jî, hejmara qurbaiyên Sedriyan çend qatan li yên hevrikên wan e. Berî vê jî destê wan ji parlamentoyê hat qutkirin û kursiyên wan bi bayê bezê hatin dagirtin.

Ev jî ji bo aloztirkirina rewşê û haveyna rik û bingeha çend gerên din ên tolvedanê bes in. Li hêla din jî, her çiqasî Çarçoveya Hemahengiya şîeyan Sedr di çarçoveyeke berteng da asê hiştine, lê belê hîna karê wan jî nameşe û ne hikûmet di destê wan de ye û ne jî parlamento çalak e da ku piraniya wan a nû piştî vekişîna Sedr, bi havil li wan vegere û bi lez in ku hindek armancên xwe pêk bînin.

Heya ku "seredana çilrojiyê" piştî du hefteyên dî bi dawî bibe, rewşa aloz a şîeyan bi egereke mezin her wek Şerê Sar dimîne. Lê paşê awaza gotara hevrikên Sedr û daxuyaniyên wan ên vê dawiyê gereke nû ya pevketinan nîşan didin, çimkî wê çaxê dest dirêjî pêkanîna hikûmeta nû ya bi dilê xwe dikin.

Careke din birîna vekişîna Sedriyan ji parlementoyê û mana wan bi destê vala di proseya siyasî de dest bi jan û arihînê dike û wê demê ti çare ji wan re namîne ji bilî ku vegerin kolanê û êrişî berjewendiyên hevrikên xwe bikin.

Çareseriya kêrhatî ji vê aloziya dawî re, di zanatiya hewldana razîkirina Sedr de ye. Ev jî bi hilweşandina parlementoyê û hêlana Mistefa Kazimî yan avakirina hikûmeteke temen 12-18 mehî pêk tê ku erkê wê derbaskirina budceyê û amadekariya hilbijartina nû be. Bêyî ku parlamento guhertineke mezin di yasaya hilbijartin û komisyonê de bike.

Lê arîşeya sereke ev e ku vêga hevrikên Sedr di Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan de xwe wek serkeftî dibînin û bi sûdwergirtina ji pêşhatên vê dawiyê, dixwazin wî bêhtir îzole bikin.

Ev jê tê wateya kar û karvedanên zêdetir. Heke pêşhateke bilez û neçaverêkirî vê rêyê bi kêmanî ber bi jihevtêgihiştin û lihevhatinekê nebe ku nakokiyan heya demeke din dereng bixe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin