Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Zanîngeha Rojava û Tezeke Nû li Dor Berhemên Min

A+A-

Konê Reş

 

  Berî 4 salan Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor min bi navê: (Min Konê Reş Evîndarekî Welat Dît), pêşkêşî mamosteyên xwe di Zanîngehê de kir û bi pileyeke baş teza wê hat pejirandin. Sala derbasbûyî 2022, Sîlva Şêxê jî ev teza xwe bi navê: (Çîroka Nivîskarekî Ziman û Çanda Kurdî; Konê Reş), ji zanîngehên Zanîngehê re pêşkêş kir, teza wê jî bi pileyek zor baş hat pejirandin.

Sîlva Şêxê jî di pêşgotina teza xwe de wiha dibêje:

  (..Kêfxweş dibim ku min karîbû çîroka nivîskar, helbestvan û heskerekî ziman û çanda kurdî bi xwendekaran bidim nasîn. Herwiha di riya hevpeyvîn, çavpêketin û xwendina pirtûkên nivîskar û helbestvan (Konê Reş) re, evê ku xema wî her dem di xizmeta Kurd û Kurdistanê deye, min keda wî, di riya nivîs û helbesên wî de bi we daye naskirin. Konê Reş; ev ê ku bi hewildan û berdewamiya xwe a dor 40 salî xizmeta ziman û çanda gelê xwe kiriye û dike..   Min ew, ji nivîskarên pêşeng, piştî nivîskarên HAWARê dît.. Ew ên ku bi kurdiya latînî di kovara Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr de dinivîsandin wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û yên mayî, ez wî di pey wan re dibînim..). Sîlva Şêxê/ Qamişlo

  Hêja ye gotinê ku, rêveberiya Zanîngeha Rojava li Qamişlo tekezkirina xwe bo teza wê wiha diyar kiriye: (Em tekez dikin ku projeya nîşankirî ya bi navê: (ÇÎROKA NIVÎSKAREKÎ ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ; KONÊ REŞ), ku ji hêla xwendekar (Sîlva Şêxê) ve hatiye amade kirin, bi şêwirmendiya Menan Cafer hatiye erê kirin, li Zanîngeha Rojava/ Qamişlo, di beşê Ziman û Wêjeya Kurdî de, fakulteya Wêje û Zanistên Civakî û şêwirmendî û îmzekirina van mamostayên zanîngehê: Menan Cafer, Merwa Îlyas û Fehîm Melek.. 2022).

  Ez jî, ji dil û can spasiya Zanîngeha Rojava/ beşê Ziman û Wêjeya Kurdî û mamosteyên wî dikim, herweha spasiya qutabiya hêja Sîlva Şêxê dikim û rojên xweş bo wê hêvî dikim.

Qamişlo 8/3/2023

1-015.png

Önceki ve Sonraki Yazılar