Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Yekitî û hevkarî çawa pêk tê?

A+A-

Bûbê Eser dibêje:

Me dît, guhdarî kir, xwend û bihîst ku Tifaqa Welatperwer û Demokrat ya ji du partiyên bakurê Kurdistanê pêk tê (PAK û PSK) namzetên xwe yên şaredariya çend bajarên kurdistanê diyar kirin. Li gor min ya girîng ew e ku ev Tifaqa Welatperwer û Demokrat dikare bibe dengê kurdistaniyan û di rojên pêşde bi hêztir û qawetir bibe.

Ya girîng ew e ku em ne li ser navên namzetan rawestin, ya girîng ew e ku em vê Tifaqa Welatperwer û Demokrat bi hêztir bikin da ku tevgera neteweyî li bakurê kurdistanê bibe xwedî gotin.

Ji berî salên 1980 û heta roja îro her partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê di nava tevgerê de ne ku yekîtiyeke neteweyî li bakurê kurdistanê pêk bînin. Lê heta niha bi serneketine. 

Nebiserketina partî û rêxistinên me nayê wê watayê ku ev ê heta û hetayî bidome. Divê partî û rêxistinên me di cihekî, ji derekê de dest pê bikin. Vaye em dibînin ew destpêk hate destpêkirin.

Li gor min ev destpêkirina Tifaqa Welatperwer û Demokrat ku ji Partiya Azadiya Kurdistan û ji Partiya Sosyalist a Kurdistan pêk hatiye, destpêkek baş û hêja ye.

Em vê yekê baş dizanin ku di her yekîtî û hevkariyan de her tiştek li gor dilê mirov nabe. Ji xwe tiştekî weha ne pêkan e. Lê mirov ji tevger û yekîtiyên weha re bibe alîkar ew dikare bi serkeve û bibe dengê gel.

Heta niha me kurdan ji ber neyekîtiya nava xwe, ji ber nelihevkirina xwe, me hemiyan bi hevre wendakiriye û dikin. Heta niha tu partî, rêxistin an tevgereke nikare bêje ez bi serketime.

Divê êdî kurdên me yên bakurê kurdistanê ji vê yekê dersekê derxin, da ku bikaribin li ser xeta neteweyî yekîtiyeke xurt, tevgereke çalak pêk bînin.

Îro her çiqasî ji bona hilbijartina şaredariyên li tirkiyê û li bakurê kurdistanê ya sala 2019an de du partiyên me Tifaqa Welatperwer û Demokrat pêk anîbin jî ev têr neke. Lê ev dibe destpêkek ya daxwaza gelê me ya bisalan.

Ev Tifaq dikare rêya ji bona bi hêztirîn û bi qawetirîn tevgera Kurdên bakurê Kurdistanê veke. Ev dikare bibe sedema rakirina bê dengiya partî û rêxistinên me. Ev dikare bibe dengê gel.

Em, rêxistinên me, partiyên me, em baş dizanin û dibêjin; Heta yekîtiyeke xurt, eniyeke neteweyî li bakurê kurdistanê pêk neyê, dê hemî partiyên kurd û kurdistanê jî bê qawet û di gelek waran de dê bê deng bin.

Ji bona rakirina bêdengiyê, ji bona rakirina bêtifaqiyê, divê ev Tifaqa Welatperwer û Demokrat bê parastin û ji bona xurtkirin û bi hêzkirina wê, çi bikeve ser milên kê divê bikin.

Heger em dixwazin bibin xwedî dewleta xwe, heger em dixwazin bibin xwedî bajarên xwe, ev ji şaredariyan de destpê dibe. De fermo em jî çi weke gel, çi weke, rewşenbîr û welatparêzên vî gelê vê pêk bînin.

Dest bidin hev, ne li navan, li armanca û hedefan binêrin. Bi xurtkirina Tifaqa Welatperwer û Demokrat gava xurtkirina gel, rakirina bêdengiyê û bi hêzkirina tevgera bakurê kurdistanê ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar