Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Di mêha Avrêlê de Guldexwîn -Şilêr- (Gula Kurdistan)

A+A-

Abuzer Bali Han (Lêkolîner-Kurdolog)

 

 

(guldexwîna sor- guldexwîna zer- guldexwîna tirincî)

 

Li dinê bi hezaran kulîlk (gul) hene. Her yek bi teybetmendiyên xwe têne nasîn. Çawa kudema behsa "lale" tê kirini, wê demê navê "Holand" têye bîra mirov. Lê welatê "lale"yê neHoland e. Welatê wê Anatolî û Mezopotamya ye. Dema behsa Îranê bêye kirinî "gul", diKurdî de navê gulê "kulîlk" e. Meksîka bi "kaktûs", nîvgireva Îberyayê bi "nergisan",Kafkasya bi "kulîlka berfê" û Kurdistan jî bi "guldexwînan" têye nasîn.Kulîlka di dilê Kurdan de, di nav hezaran kulîlk de ya ber bi çav bê guman guldexwîn(şilêr) e.Di nav Kurdan de, li zozan û çiyayên Kurdistanê yên bilind de ciyekî vê kulîlkê teybetî heye.Bi Latiniya xwe navê guldexwînê "Fritillaria Kurdica" an jî "Fritillaria Imperialis", yanê"kulîlka Kurd" e. Elman vê gulê re dibêjin "Umgedrehte Tulpe". Ew kulîlk di zimanê Fransizîde "tulipe", Îtalyanî "tulipano", Îspanyolî wek "tulipan" bi kar tê. Tirk jî bi çendek navan wênav dikin û jê re dibêjin "ters lale, boynu bükük lale, ağlayan gelin". Di vê wateya Tirkî de, lihin ciyan Kurdistan vê gulê re dibêjin "gula stûxwar". Lê cih bi cih di nav Kurdan de, ji boguldexwînê (şilêr) gotinên dîn jî hene. Wek navên "gulale, alale, helale, guldexun, şile" jî ewkulîlk têye bi nav kirin. Ciyê ew kulîlka lê bûyî, li cihanê cara yekem li Şemdînan û li deveraHakkariyê hatiye dîtin. Ji bo vê jî pir kes jê re dibêjin "Laleya Şemdînan -Şemzînan-" an jî"Laleya Hakkariyê- Laleya Çolemergê-". Gotina "lâle" ji zimanê Farisî derbasî zimanên dînbûye. Di zimanê Kurdî de "lâle"ya Farisî bi "a"ya kurt wek "lale" tê gotin û bi kar tê. Li pirciyan Kurd bi laleyê re dibêjin: "gulsor, gulzer, gulspî". Gelên Îranî ji bo vê gulê her çiqasdibêjin "lâle", lê ji bo guldexwînê dibêjin gula "Kerbela". Ji ber ku ew laleya bi navêguldexwîn wek bûyera Kerbela ya leşkerên Yezît li dijî Hz. Husên û ehlî beyt kirin, ew gul dinav gulan de xwîn digîre! Ji bo vê jî Aceman navê wê kirine "Kerbela". Hemî kulîlk bi mirovre dikenin. Ewna şahî, kêfxweşiyê û bextewariyê temsîl dikin. Bes di nav gulan de guldexwînhem dikene û hem jî bi dilop dilop digîre. Ji ber van sedeman pir caran, li pir ciyan ew binavên cuda cuda têye bi nav kirin.

Mînak: Kulîlka xwîn digîre, kulîlka digîre, kulîlka Kurdan, kulîlka Şemdînan, kulîlkaHakkarî, laleya kejan, laleya dernexwîn, laleya erdê meyzî dike, laleya digîre, bûka digîre,kulîlka xemgîniyê, tacê şah, laleya qral, qîza zozanan, laleya çiyayê bînboxa, bûka ÇiyayêZagros ûhw. navên dîn... Kulîlkek dîn bi ewqas navan li cîhanê têye bi nav kirin nîn e!..

Di meha Avrîlê de, li paytextê Elmanyê, di parkek gelerî de, min ew gula Kurdistan carek dîndît. Ez ketim nav miteleyan. Gelo ew gula bes li Kurdistanê şîn dibe, çawa bûye ku ew hatiyêEwrûpa? Çawa ew kulîlka bi rengên sor û zer, tirincî û bi pelikên xwe yên kesk, dema mirovdibîne, ew tesirek neyîniya xemgîniyê û bi dilkeseran mirovan ber bi xwe dikişîne! Minguldexwîn çi mixabin li Kurdistanê nedîtiye. Çiyayên Meletyê bi gulsor û gulzeran hatinexemilandin. Lê min di zaroktiya xwe de ew kulîlka nedît. Ez li welat rastî wê kulîlkê nebûm.Lê min dizanî ew kulîlka li cîhanê bi navê "kulîlka Kurd" têye nasîn. Tirk pir li ber xwe didin,wê bikin gula Tirkan. Lê cîhan guldexwînê bi navê "Fritillaria Kurdica-gula Kurd-"dinase.Dema min ew kulîlk li Ewrûpa dît, wê tesîrek xemgînî li ser min jî peyda kir. Çil sal ji welatêxwe dûr bûyîn, ji xwe ew agir ber dilê mirov dide. Dil ji wê diperite lîme lîme dibe. Bi ewhesreta niştîman, min dest avêt makîneya xwe ya wênekêş û çendek dîmenên ew guldexwînênsor û zer di nav bexçeyê Berlînê yê gelerî de kişandin. Min gazî ew gula xemgîn ya li ber xwemeyzî dike kir û min jê re wusa got:

 

 

Kulîlka Hustîxwar

(Şilêr)

 

Ey şaha kulîlkan, ji bo çi tu wûsa hustîxwar e?

Ma tu bi derd û keserên Kurdan ewqas neçar e?

Ew çi hal e, bi derd û keseran, tu ewqas dinale,

Belav bûye li cîhan, çavên te dîsa li Kurdistan!..

Bi xemgîniya işqa dilê xwe tu bûye gula cîhan!

Ey sertaca çiyayên Kurdan, tu ezîza ber dilan!

Navê te, ez jî datînim, dikim "Gula Kurdistan"!..

Ey gula Kurdistan, carek veger rengên xwe biner,

Tu bi ew rengên kesk, sor û zer, wek ala gewher!

Stûyê xwe xwar neke, berjor carekê  meyze bike,

Hêdî tu ne hustîxwar e, biken, tu gula bermiraze!..

 

 

 

Kulîlka Zer-Kulîlka Tirincî

 

Wargehê "Gula Kurdistan" (kulîlka Kurd, guldexwîn, şilêr) Çiyayên Cîlo yên li herêmaHakkariyê (Çolamerg) û herêma Şemdînan (Şemzinan) e. Lê belê derdorên Kurdistan liGeverê (Yüksekova), Çelê (Çukurca), Şirnak, Qilaban (Uludere), Basa (Gü.lükonak), CezireBotan, Elk (Beytuşşebap), Girîgê Amo (Silopi) û Hezex (Îdîl), herêma Behdînan, Hewlêr,Semsûr, Meraş, Avşîn, Qamîşlo, heya Senendec û Mahabadê, ew di meha Adar, Avrîl ûGulanê de şîn dibe. Wusa tê xuya kirin ku mirov li pir ciyên welat rastî ew kulîlka efsûn tê.Ew kulîlk ji her cihî û hewayî hez nake. Dema cihê diçe jî, reng û şikla xwe li gora wî cihê nûdiguhêre.

 

HİN TEYBETMENDİYÊN GULDEXWÎNÊ EW İN

 

Di destpêkê de ew kulîlk bes li Kurdistanê hebûye. Lê îro li hemî cîhanê hatiye belav kirin.Kurd bi vê kulîlkê re dibêjin "guldexwîn", yanê "kulîlka xwîn digîre"! Gelo çawa dibe kukulîlkek xwîn digîre? Hemî kulîlk berjor meyzî dikin. Bes guldexwîn berjêr dinêre û her demstûyê wê xwar e. Ji bo vê jî, ava di hundirê wê de peyda dibe, wek hêstirên çavan dibare. Ji boew teybetmendiya vê kulîlkê, jê re gotine "gula xwîn digîrî, guldexwîn". Lê navê wê li başurêwelat kirine gula "şilêr".Guldexîn ji bilindahiyê gelek hez dike. Ew riwekek (nebat) li paş berfê, di demsala sar de şîndibe. Cihê ew lê şîn dibe, zozan û çiyayên bilindahiya xwe 1400 heya 3500 metro ye.Mezinahiya guldexwînê 60 santîm heya 120 santîman dirêj dibe. Li ser koka guldexwînê 3heya 8 kulîlkên serê xwe xarkirî yên bi rengekî wek hev û du hene. Rengê gulexwînê betir sore. Lê rengên sorgewez, tirincî û zer jî hene. Her çiqas navê vê kulîlkê bi navê "lale" têye binavkirin jî, lê şikla we sedesed ne wek lale ye. Şikla wê di navbeynê lale û gulê de ye.Guldexwîn her çiqas ew di bin lijney parastina resmî ya çand û hebûnên siruşta de be jî, ew birêyên dizî ji welat têye der. Ew li sranserê Tirkiyê têye belav kirin û heya wê dibin welatênEwrûpayê. Li wir jî li hemî cîhanê têye belev kirin. Li Ewrûpa hin ciyan bi guldexwînê re"kulîlka qral" an jî "laleya qral, laleya împarator" jî têye gotin.

Hilberana (îhtîhsal) guldexwînan di salên dawî de bûye rêya qezenca gelek malbetên Kurd.Guldexwîn di karanîna bizîjkiyê de, di çêkirina derman û kozmetîk de gelek bi kar têye. Dinav bexçeyan de, bi xemilandinan kulîlkên ji hev cuda û bi renga reng de, cihekî guldexwînanteybetî girîng heye. Ji bo van sedeman jî, girîngiya pîvaza guldexwîne û tovên wê her ku rojdiçin, bi nirxek mezin, ew hêjatir dibe. Bi kurtahî girîngiya guldexwînan ya aborî (tîcarî) disalên dawî de zêdetir bûye.

 

 

Zeviya Bexçê Guldexwînan