Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Resensîyonek li ser pirtûka nivîskar Carina Bergfeldt

A+A-

Nuri Aldur

Navê pirtukê : En bra dag att dö Bokförlag Forum, 2023. /

 Pirtûk 268 rûpele                                                                      

Ev pirtûk ji hevpeyvîneke dûr û dirêj çêbûyîye û hatîye amadekirin, balam ne hevpeyvîneke rûtînîye anjî ne hevpeyvîneke ku pirs û bersiv kinin anjî bersiv zû tên dain. Hevpeyvîn ketîye formeke weha ku merov karêt wê bi navê mîna rapor anjî raporek binav bike û heta heta eve rapor bûyîye mîna romanek jî. Çima roman? Ewe mîna romana ji ber ku sohbetên wan(qahramanê berhemê û nivîskar) gelek caran șikl û forma naveroka berhemê digûherê û eve ji metoda hevpeyvînê digûherîne û berhem dibe mîna dîyalogê û babet ferehtir dibe.                                                                       

Tema pirtûkê li ser kesên ku li Amerîka cezayên mirinê girtine û ewên bên îdamkirin û li benda cezayê xwe ne anjî bi gotinekedin ewan li benda îdama/mirina xwe ne. Qahramanê romanê, ku navê wî Jim Prazzil e û ewe bi xwe keșeye – yanî ewe mîna keșe li girtîgehan kardike. Li gor qanûnê; mafên wan kesên ku ewên bên îdamkirin heye ku gotinên xwe yî dawî ji keșêre bibêjin, anjî çend gotinan li gel keșê biaxivin. Ewan ne mecbûrin ku vî mafî bikarbînin, lê piranîya wan vî mafî bikartînin. Helbet ev kêlîyên keșê li gel wan bi mesela dîn û mesîh ve girêdayîye. Armanca keșê ewe ku ewan kesên li ber îdamêne, piștî sohbeta wan, bide xwîyakirin ku ma wî (piranî zilamin) di derheqê dîn û mesîhde dîtinên xwe gûhertine anjî tiștekî ku nû hebê bo wî kesî ku ew bo keșê bidê dîyarkire. Ecêbe anjî balkêșe ku piranîya wan, dawî qala mesîh û dinyadin dikin û bê guman bêyî ku eve tesîrek li ser dad/hûqûqê bike anjî planên îdamê bigûherîne.                                                                             

 Eve keșe/Jim Brazzil beșdarî 276 îdaman bûyîye û bandoreke xwe li ser van dem û kêlîyên heye. Beșdarî dibêjim ku Jim Brazzil li gel van kesan rûniștîye, axivîye û ew gûhdarîkirine. Bandor jî eve ku wî belkî motîvas- yonek dayîya wan kesan ku ewan tiștne nû di dawîya jîyana xwe de bibêjin.                                                         

Ha divêt eve jî bêt gotin ku piranîya van kesên ku wên bên îdamkirin sûcên mezin û pîs krine;  qatilin/kûjerin, zalimin, bê dilșewatin û ewan dilên gelek kesan êșan- dine û jîyana wan tar û mar kirine. Di dema yek ji van îdamande, li ber veșartinê, keșe ji wan kesên ku hatine ser cenaze dipirsê ku me kesek heye ku bixwazê gotinek bo yên mirî bibêjê? Piștî bêdengîyekê xortek hate pêș, li tirbê/gorê meyîzand û weha got:”Tenê sebeba ku ez hatime vir, dixwazim bizanim ku ma bi rastî evê pîs mirîye. Ew bavêminbû û wî tecawûzî min dikir”. (1)       

suc.webp                                                  

Carekedin jî di dema veșartina kesekîdinde ku seremonî xilasbûbû ”…kurekî biçûk 3-4 salî bi lez hate cem tabûtê û pêde mîzkir.Keșe șaș me, lê tu kesêndin ji malbatê ew kurik ne sekinandin anjî tiștek ne gotin û eve dîyardikir ku malbatê his ji yên mirî(kalikê kurikbû) nedikirin”.(2) û belkî jî hemîyan dixwestin ku bi gora wî de bi mîzin.  Di pirtûkêde bêyî ku meselên politîkî bibne fokus, lê her dîse jî politîka têt axaftin, fena/weke mîna dad/hûqûq, aborî û ekonomîya kes- û mentîqan her di prosesa dîyalogêdeye. Ji ber ku qahramanê vê berhemê keșeye û xwedî roleke giringe, li ser jîyana wî ya ferdî/prîvat gelekî têt axifitin û têt qalkirin: xweșî û nexweșîyên wî, xêr û gûnehên wî tên îzahkirin. Nivîskar gelek caran pirsên rexnegirî li wî dike û ew jî her çiqas dikevê rewșên zahmet de jî, lê ew bersivên xwe vekirî û rasteqîn dide û di heman demêde ew dixwazê xwe mîna beșerekî normal, ji xwîn û goșt anjî ji goșt û hestû, bide xwîyakirin û nasîn.                                                       

Çavkanî 

1) rûpela 15 an                                                                 

2) rûpela 16 an 

                                                                           

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin