Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Xeta statûxwazan û neheqîya ku li hev dikin

A+A-

Li Bakûrê Kurdistanê çep, oldar, azadîxwaz, sosyalîst, niştîmanperwer, mihafezakar, komûnîst, lîberal zêdeyî deh rêxistin û partiyên kurd xebat û tekoşîna xwe ya siyasî didomînin...

Bi sedan qadro, rewşenbîr û sîyasetmedarên serbixwe ji bo azadî û rizgarîya welatê xwe di nav refên vê tekoşînê de cîhê xwe digrin.

Lê her çiqas bername û hedefên wan ji hev cuda bin jî, bi awayekî aktuel wek di eslê xwe de du xetên sîyasî tên tarîf kirin.:

"Kurdîstanî" û "Tirkîyeyî."

Yên serkêşîya xeta alîyên "Tirkîyeyî" dikin di xwestek û hedefên xwe de ne pir zelal in. 

Lê rastîyek heye ku ji bo serdestîya xwe hemû enstruman û kesayetan bi kar tînin.

Ji "CHP"yê bigrin heta Îyî Partîyê bi herkesî re eşkere yan vekirî sergirtî hevkarîyê dikin û bi wan re helwest digirin...

 

Di derheqê wan de mirov dikare gelek tiştan binivsîne. 

Mijara nivisa min î iro ne ev e.

Mijara nivisa min î îro "alîyên Kurdistanî" û vatiniyên wan in. 

"Alîyên Kurdîstanî’’, di hedef û xwestekên xwe de pir zelal in.

Mixabin di helwestgirtinê de hesûd, çavnebar, newêrek û tiral in..

 

Ezê bi du mijarên aktuel fikra xwe binivsînim.

1. Doza girtina PAK, PSK û partiyên din.

 2. Parastin û helwesta PAKê. 

 Difikirim...

 Dipirsim...

Em gişk ji tunebûyîna mixalefeteke xurt bi gilî û gazinc in..

 

Wê demê çima yên wek hev difikirin di bûyerên ax, ziman û welatê xwe de ne xwedî helwestek müşterek in?

 Sedema lawazîya vê hişmendîya bi hev re helwest girtinê çi ye? 

 Siyaseta xeta yekemîn ya ‘’Tirkîyeyîbûn’’ê: Dibêje "pêwistiya kurda ji bi dewleteke din tuneye", siyaseta "Komara Demokratik", "Netewa Demokratik", ‘’Welatê Hevbeş’’, hûn çi navî lêdikin lêbikin, nexşerêyeke wan heye û ev jî pir vekirî ye. Ji Miletê Kurd re otonomîyê, federasyonê, serxwebûnê, dewletê, statuyeke sîyasî naxwazin; lê bi organîze ne.

 Xeta duyemîn, ya ‘’Kurdistanî’’ ye: Xeta Kurdistanî, ji Kurdistanê re otonomî, federasyon, serxwebûnê dewletbûyinê, statuyeke sîyasî dixwazin.; lê ne organîze ne.

 Sedema organîzenebûna wan çi ye?

 Di pratikê de derket holê ku hin doralîyên ‘’Kurdistanî’’ bo berjewendiyên xwe yên şexsî, rêxistinî, piştgirîya xeta Tirkiyeyîkirin û nîşan dan ku dikarin ji bo berjewendîyên şexsî û grûbî pê li prensîbên xwe yên Kurdistanî bikin.

 Helbete ku ev jî tercîhek e. 

 Îro di medyaya civakî de bi hezaran însan hene, bi sedan qadroyên xwedî fikir û ramanên Kurdistanî hene, qet nebe em dikarin di mijarekê de bi hev re gav bavêjin.

 Di doza girtina partîyên Kurdistanî de, li Dadgeha Qanûna Bingehîn fikrên wan yên Kurdistanî têne parasin, di pratikê de ji bo wan fikran kar û xabat tê kirin; lê mixabin van kadrona bêdeng in.

 PAKê bi naveroka xwe parastineke dirokî peşkeşî dadgehê kir û di dîroka dewleta Tirkîyeyê de cara yekem e ku partîyekê, ku ew jî PAK e, di Dadgeha Qanûna Bingehîn de bi zimanê Kurdî parastin kirîye.

 Baş e, dixwazim bipirsim: Gelo çend rewşenbir, siyasetmedar, nivîskar û rûsipîyên kurdan, çend partî, û rêxistinên kurdan bal kişandin ser vê helwesta PAKê û çendan ji wan piştgirîya PAKê, PSKyê û partîyên ku di derheqê wan de doza girtinê hatîye vekirin kirin?

 Gelo çima piranîya van sîyasetmedar, rewşenbîr û rêxistin û partîyên Kurdan di vê derbarê de bêdeng man, bêdeng dimînin?

Baş e, ma di mijareke weha girîng û hesas de em piştgirîya hev nekin emê di kijan mijarê de pêkve xebata xwe bidomînin, piştgirîya hev bikin?

 Divê em ji cihekî destpê bikin.

Dewleta Tirkîyeyê bi plan û projeyên xwe yên ku vê hêza xwe ji siyaseta dagirkerîyê digre, bi stratejiyek nû xwe reorganîze dike.

Rojekê dibêje ezê li Rojavayê Kurdistanê operasyonê bikim; roja din behsa korîdora ewlekarîyê dike.

Tenê hedefeke wan heye.

Ew jî, li Bakurê Kurdistanê fikrê dewlet, statû û li ser axa xwe xwe idarekirinê bi planên nû ji holê rakirine.

Dewlet bi qedexekirina navê Kurdistanê dixwaze vîna miletê me lawaz bike, perçe bike.

Ev konseptek e.

Mixabin baskê statûxwazan ne xwedî konsept û helwesteka hevpar in.

Li Rojhilata Navîn muhasebe û dîzayina sed salên derbasbûyî û sed salên nû tê kirin.

 Ev bêdengîya mirovan qehir dike.

 Dadgeh dixwaze navê welatê me qedexe bike. PAK bi parastina xwe ders dide dadgehê, dadgehê dadirizîne...

 Em bêdeng in...

 Emê ji bo xurtkirina xeta Kurdistanî ji ku destpê bikin?

 Hin mijar hene ji partîtîyê wêdetir, mijareka miqedes û mezintir e...

 Wek navê Kurdistanê...

Bi hezaran rewşenbîr, sîyasetmedar, niviskar û akedemîsyenên kurd di vê mijarê de temaşevanîyê tercîh dikin.

 Çend gotar û peyv ne tê de ev bêdengîya tê çi wate yê?

 PAKê bi parastina xwe sûçdariyên ku dadgeh hebûna welatê me înkar dike û dixwaze navê wê qedexe bike pûç û vala derxist.

 Belê, divê em ji cihekî destpêbikin..

Gelek caran em ji dijberên xwe zêdetir bi kesên ku di qûlwara me de siyaset û tekoşînê didomînin dikin hedef..

 Di vê pêvajoya dijwar de partîyên ku di nav û bernamên wan de navê Kurdistanê derbasdibe, ji Kurdistanê re statû dixwazin di derheqê wan de doza girtinê tê vekirin "axa mirî" li ser civatê hatiyê reşandin

 Di dîrokê de cara yekemîn partiyek(PAK) di hizura Dadgeha Makezagonê de bi zimanê xwe parastina xwe ya siyasî dike...li navê xwe û welatê xwe xwedî derdikeve

Bala tu kesî nakşîne.

Emê bi kîjan rê û rêbazê xeta Kurdistanî xurtir bikin?

 Hîn wext heye. Em dereng nema ne

 Divê em ji cihekî destpê bikin.

 Derket holê ku di nav xeta Kurdistanî de yekitiyek berfireh pêk nayê.

 Wê demê çi dimîne hasasîyet û pêkve organîzebûyin di destê me de dimîne.

 Mixabin hasasiyet û reaksîyona ku ji bo "her tişt dê pir xweş bibe", em nişanî qedexekirina navê welatê xwe û partîyên xwe nakin.

 Em di çepera yên welatê me digirkirine de siyasetê dikin.

 Di qedexekirina navê welatê xwe de em bêdeng in…

Sedem?

 Dibe ku hinek di dilê xwe de dixwazin van partîyên bi navê Kurdistanê ne, bêne girtin.

 Heger yên weha difikirin hebin; ev jî bi tena serê xwe wehametek e, trajedîyek e..

 Fikreke weha întixarek siyasî ye jî...

Divê em ji bîr nekin ku, kî li navê Kurdistanê xwedî derkeve, dê her bibe hedefa dewleta Tirkîyeyê.

 Belê divê em yên xeta Kurdistanî bi hev re rêyeke xurtbûyînê biafirînin.

10.08.2019

 

Önceki ve Sonraki Yazılar