Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê

Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê

.

A+A-

Nivîskara fransizî Annie Ernaux hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelî ya 2022yê hatiye dîtin. “Ji ber cesareta wê ya ku kok, biyanîbûn û sînordarkirinên bîra şexsî derdixe holê û sextbûna wê ya objektîf” nivîskar xelat kirine.

Akademîya Zanistan a Mirnişîna Swêdê gotiye ku “Rêya wê ya ber bi nivîskariyê ve, dirêj û dijwar bû” û bi van gotinan dewam kiriye: “Di nivîsên xwe de jiyaneke ku ji hêla zayend, ziman û polan ve newekheviyan mohra xwe li wan xistiye, bi rengekî hevgirtî û ji hêlên cida dinirxîne. Ernaux dibêje nivîsandin çalakiyeke polîtîk e û çavê me li newekheviyên civakî vekir. Bi vê armancê, zimanî ji bo perdeyên xeyalên xwe bidirîne bikar tîne, ango bi gotina wê, mîna ‘kêrê’ bikar tîne.”

Li Tirkiyeyê Weşanxaneya Canê û Weşanxaneya İletişimê pirtûkên nivîskarê weşandine.

Derbarê Annie Ernauxê de

Di 1ê Îlona 1940ê de li Lillebonneyê di nava malbateke karker de ji dayik bûye. Zaroktiya wê il Yvetot û Normandiyayê derbas bûye. Perwerdeya wêjeyê xwendiye. Salên dûdirêj dersdariya wêjeyê kiriye. Hîmên tecrûbeyên şexsî û dîroka civakî, di romana xwe ya yekem ya bi navê “Armoires vides” (Dolabên vala) têkel kir. Mijarên mîna ji çînekê derbasî çîneke din bibe, zewac, azadiya jinan, zayendîtî, kurtaj, nexweşî, ixtiyarî mirinê, ji tecrûbeyên xwe sûd werdigirt û dinivîsan. Di nivîsên wê de li paş perdê her dem cih dida jiyana civakî, bûyerên çandî, siyasî û dîrokî yên ku wan wê ava kiriye. Xelata Renaudot di serî de gelek xelat wergirtine. Hîna li Cergy dijî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin