PAK: Bi dronan êrişî baregehên me hat kirin

PAK: Bi dronan êrişî baregehên me hat kirin

.

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku bi 4 dronan êrişî baregehên wan hatiye kirin.

Di heman demê de li navçeya Koyê ya Hewlêrê jî teqînek çêbû.

PAKê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku bi 4 dronan êrişî Baregeha Çemşarê ya Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê û Baregeha Pakşarê ya partiya wan hatiye kirin.

PAKê derbarê mijarê de dîmenên êrişê belav kirin. Di dîmenan de xuya dibe ku ji ber êrişê agir bi pûş û palaxê derdorê ketiye.

Li Koyê jî teqîn çêbû

Çend demjimêran beriya vê êrişê, li navçeya Koyê ya Hewlêrê jî teqînek çêbû.

Dîmenên ku gihîştine destê Tora Medyayî ya Rûdawê nîşan didin ku dûman ji quntara çiyayekî Koyê bilind dibe.

Çavkaniyekî ji Rûdawê re da zanîn ku bi dronê êrişî wê herêmê hatiye kirin.

Li Koyê Kampa Azadiyê heye û endam û malbatên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) li wê kampê dijîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin