
Axios: Cooper ji Trump re gotiye ‘Êdî hedefên ku em li wan bixin nemane’
.
Hat angaştkirin ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) pêşniyar kiriye ku êrişên li derdora Tengava Hurmizê werin rawestandin.
Li gorî nûçeya Axiosê, Fermandarê CENTCOMê Amiral Brad Cooper ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotiye ku “Êdî pêdivî bi bombebarankirina derdora Hurmizê nîne.”
Hat gotin ku ev pêşniyar bûye sedem ku Trump roja înê biryara rawestandina êrişên li ser Îranê bide.
Cooper diyar kir ku êrişan şiyana Tehranê ya ji bo hedefgirtina keştiyên bazirganî "bi awayekî berbiçav lawaz kiriye."
Cooper her wiha aniye zimên ku berdewamiya êrişan bêyî ku veguhere şerekî berfireh, nakeve xizmeta armanceke stratejîk.
“Hedef nemane”
Di nûçeyê de hat gotin ku şêwirmendên leşkerî û sivîl jî heman pêşniyar daye Trump.
Wan destnîşan kiriye ku bi taybetî ji asman ve "ti hedef nemane ku serkeftineke bêhtir bînin."
Trump nêzîkî du hefteyan her roj planên êrişan ên artêşê pesend kirin û ev plan bi dema Rojhilata Navîn derdora nîvê şevê dihatin pêkanîn.
Hîn ne zelal e ev navbera ku Trump roja înê daye êrişan dê çi qas biajo.
Diyalog û vebijêrkên li ser maseyê
Trump şeva înê li Washingtonê di xwarina Komeleya Nûçegihanên Koşka Spî de axivî.
Trump got ku Îran niha ji bo peymanekê ne amade ye.
Di heman demê de şandeya Umanê ji bo vekirina Tengava Hurmizê gihîştiye Tehranê.
Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz jî diyar kir ku Trump bi rawestandina êrişan "derfet daye diyaloga dîplomatîk."
Waltz her wiha destnîşan kir ku Serok hîn jî "hemû vebijêrkan li ser maseyê dihêle."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin