
YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
.
Şandeyeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Berpirsê Ofîsa 3yê çû serdana Ofîsa Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
Berpirsê Ofîsa Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Hewlêrê ragihand ku ew dê bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Şandeyeke YNKyê bi serokatiya Rêbaz Bêrkotî ku Berpirsê Ofîsa 3yê yê Hewlêrê û endamê serkirdayetiyê ye çû serdana Ofîsa Rêxistina Hewlêrê ya PDKyê.
Şande ji aliyê Piştîwan Sadiq ve hat pêşwazîkirin û wan civînek li dar xist.
Piştî civînê Piştîwan Sadiq di konferanseke rojnamegeriyê de got:
"Pêwendiyên me yên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re kûr û dîrokî ne û dê berdewam bin.
Di hinek qonaxan de pirsgirêk û nakokî hebûn lê bi rêya diyalogê hatine çareserkirin.
Em dikarin bi hev re gavên paşerojê jî biavêjin."
Piştîwan Sadiq ku di heman demê de Endamê Ofîsa Siyasî ya PDKyê ye, li ser civîna di asta bilind de got ku ji bo civîneke di asteke bilindtir de xebat hatine kirin lê hîn dem ji bo civînê nehatiye diyarkirin.
Rêbaz Bêrkotî jî di konferansa rojnamegeriyê de anî ziman:
"Serdana me ji bo aramî, biratî û yekrêziyê ye.
Heger medya alîkar be, dê di vê demê de kar baş bi pêş ve herin."
Ofîsa 3yê yê Hewlêrê yê YNKyê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn:
"Rewşa îro ya herêmê hat nirxandin.
Tekezî li ser hevahengî, biratî û xebata bi hev re hat kirin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin