Xamineyî soza tolhildanê da

Xamineyî soza tolhildanê da

.

A+A-

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî li ser kuştina zanayê atomî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade, soza tolhildanê dide û dibêje: “Kesên Muhsîn Fexrîzade kuşt, dê bigihîjin cezayê xwe.”

Elî Xaminêyî îro şemiyê 28ê Mijdara 2020an, li ser hesabê xwe yê Twitterê, kuştina zanayê atomî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade şermezar kir.

Xaminêyî daxwaz dike ku kesên ev kar encam dane, bilez werin cezakirin û Rêberê Îranê ji rayedarên welatê xwe dixwaze ku xebatên rêya Fexrîzade bidomînin.

Muhsîn Fexrîzade, zanayê atomî yê Îranê bû û weke bavê atomê li welatê xwe dihate binavkirin. Fexrîzade duh dema ji mala xezûrê xwe vedigeriya, hat kuştin.

Li aliyê din, Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Husên Selamî, Amerîka û Îsraîlê bi kuştina Muhsîn Fexrîzade tohmetbar dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin