
CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandin
.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîkayê 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandine.
Artêşa Pasdaran a Îranê di 2 rojên dawî de du caran mûşekên balîstîk avêtibûn keştiyeke şer a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de got, "Keştiya şer a Amerîkayê bi awayekî serkeftî ji hewldanên êrişan ên Îranê filitî û gerên xwe yên li avên herêmê domandin. Ti leşkerê Amerîkayê zerer nedît."
"Îran dê tankerên xwe ji dest bide"
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio doh diyar kiribû ku Îran dê ji bo her hewldana êrişkirina ser keştiyên deryayî yên Amerîkayê, tankerên xwe ji dest bide.
Marco Rubio dema li Kolombiyayê bû ji rojnamegeran re axivî û got:
"Îran hewldanên xwe yên ji bo lêdana keştiyên deryayî yên Amerîkayê didomîne.
Her cara ku ew vê yekê bikin an jî hewl bidin bikin, ew dê tankerên xwe ji dest bidin. Ez bawer im hûn dê îro careke din vê yekê bibînin."
Gelek tanker bûn hedef
Ajansa nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê ragihand ku li nêzîkî Girava Xarkê tankerek bûye armanc.
Hat diyarkirin ku di êrişê de ti kes nemiriye û xebatkarên keştiyê hatine veguhastin.
Saziya weşana dewletê IRIBê jî ragihand ku li nêzîkî bendera Caskê êrişî 2 tankerên petrolê hatiye kirin û xebatkarên wan bi keştiyên rizgarkirinê derbasî bejahiyê hatine kirin.
Ev rûdan di demekê de pêk tên ku di navbera Îran û Amerîkayê de aloziyên li ser Tengava Hurmizê zêde bûne.
Meha hezîranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê peymanek hatibû îmzekirin ku wekî destpêka peymaneke aştiyê ya berfirehtir dihat dîtin lê alozî heta vêga jî berdewam dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin