
Berxwedêra Rewşenbîr: Hûrî Alxas
Di nav Şerê Cîhanî yê Yekem de çi hat serê Kurdên Elbîstan û Kûracîkê? Rola Hûrî Alxas di nav tekoşînê û li hemberî Osmaniyan çi bû? Kê îxaneta berxwedanê kir? Rûmet Alxas nivîsand.
Hûrî Alxas bi Fadimeya biçûk re di dema revê de; ji wê demê pê ve Fadime bi paşnavê "Firar" (penaber) hat nasîn.
Rûmet Alxas
Neteweyên ku lehengên xwe ji bîr dikin, dibin koleyên neteweyên din...
A- JI EŞÎRA ALXAS
Di sala 1915’an de jinekê li dijî Osmaniyan berxwedanek pêş xist. Ev jin Hûrî Alxas bû.
Hûrî Alxas yek ji jinên Kurd ên herî xwendewar ên serdema xwe bû; wê dikarîbû bixwîne û binivîse û bi çend zimanan bi rewanî biaxive. Ew ji yek ji malbatên pêşeng ên eşîra Alxas bû, ji Mala Sîle ya gundê Bestapon ê Elbîstanê.
B- ÇIMA REWŞENBÎR BÛ
Bi zanîn, perwerde û hişmendiya xwe ew ji piraniya kesên serdema xwe pêşdetir bû. Wê bûyer û rastiyên borî û herwiha rewşa siyasî ya wê demê ji perspektîfeke rewşenbîrane dinirxand û lîstikên desthilatdariyê yên dewleta Tirk baş didît û fam dikir.
Herwiha ew ji koka û nasnameya xwe ya Elewî-Kurd û ji dîroka Kurdan û Elewiyan haydar bû.
Wê hem ji bo parastina zimanên Kurdî têdikoşiya û hem jî li hember zext û zordestiya civaka piraniya Tirk û dewletê, Kurdbûn û nasnameya Kurdî diparast.
C- ÇIMA TEKOŞÎN KIR
Di encama vê yekê de, wê helwesteke wiha pêş xist ku gotinên wê bûn gotinên navdar:
“Ji bo Osmaniyan leşker tune ye, ji bo artêşa Osmanî pere tune ye, ji bo Osmaniyan bac tune ye.”
Di van gotinan de hêza fikrî û rola wê ya pêşengiyê bi zelalî xuya dike.
Wê herwiha ji bo ewlehiya Ermeniyan jî têkoşîn kir; Ermeniyên ku bi fermana hukûmetê hatin komkujkirin û 1,5 milyon ji wan jiyana xwe ji dest dan.
D- LI KÛRACÎK Û ELBÎSTANÊ SERÎHILDANA 1914
Dema ku mijar ew bû ka divê li dijî Osmaniyan serî hilînin an na, wê ji mêrê xwe Mamadolî Axikê re got:
„Tu Mamadâlî Axikê yî, tu Elewî û Kurd î – û tu alîkariya Osmaniyan dikî? Ev çawa dibe!“
Bi vî awayî, di dawiya sala 1914’an de, serhildana mezin a dawî ya welatparêzane ya Kurdên Elewî li Kûracîk û Elbîstanê dest pê kir.
Kurd bi lehengî şer kirin. Mixabin, xiyaneta ji nav xwe bû sedema hilweşîna serhildanê. Mahmut Axa ji gundê Qubatan (Tataruşağı) bi Osmaniyan/Tirkan/Ciwanên Tirkan re hevkarî kir û cih û mewziyên şervanên Kurd ji wan re eşkere kir.
Xiyanetê têkçûn mor kir. Lehengên Kurd bi mêrxasî şer kirin, lê şer êdî bêhêvî bû. Memedalî Axikê reviya gundê Bestapon, ku xalên wî yên ji eşîra Alxas lê dijiyan. Wan Memedalî demekê veşartin.
E- QIYMETA SOZA TIRKAN?
Di heman demê de, peyrew û hevalên Memedalî xwe li deştan û zozanên çiyan veşartin. Xalên wî bi Osmaniyan/Ciwanên Tirk re danûstandin kirin. Osmaniyan/Ciwanên Tirk soz dan ku Memedalî neyê îdamkirin û tu ziyan negihêje ne şervanan û ne jî gelê sivîl.
Ji bo parastina gelê herêmê, Mamadâlî û hevalên xwe xwe radest kirin.
Lê Tirkan li ser soza xwe nesekinîn.
*Wek ceza, wan gundên li Kûracîk û Elbîstanê şewitandin.
*Gel kuştin.
*Heywan kuştin.
*Tiştên biqîmet talan kirin û her tişt bi erdê re kirin yek.
Di encamê de pêleke mezin a rev û koçberiya Kurdan ber bi herêmên din ve çêbû.
F- ÎDAM Û KUŞTIN Û KOÇBERÎ
Mamadâlî û hevalên wî, di nav wan de jineke bi navê Alte, ku bi awayekî çalak di şer de beşdar bûbû, û herwiha mêrê wê, li Xarpêtê hatin îdamkirin.
Ji sedî 15–20 ê Kurdên herêmê di dema serhildanê, di encama têkbirina serhildanê û di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Yekem de jiyana xwe ji dest dan. Herwiha rev û koçberiyeke girseyî pêk hat, bi taybetî ber bi Sarizê ve.
G- HÛRÎ ALXAS Û KURÊ XWE BOZO
Hûrî Alxas bi şîn û xem li pey wan ma û ji wê demê pê ve reş li xwe kir. Ew heta dawiya jiyana xwe êdî kêfxweş nebû. Paşê careke din zewicî, lê demeke ne dirêj piştî zewacê mir.
Ji Mamadâlî pênc zarokên wê hebûn: Asaf, Hacî Îbrahîm, Bozo, Fate û Fadime. Ji van pênc zarokan çar di temenê ciwaniyê de mirin; tenê Bozo gihîşt temenekî mezintir.
Şahideke ku van bûyeran bi çavên xwe dîtibû wiha got: „Zarok di temenê ciwaniyê de ji xemê mirin. Wan nikarîbû darvekirina bavê xwe ragirin. Yek bi yek çûn; tiştekî wiha nayê dîtin; mîna ku ji dinyayê aciz bûbin.“
Lê Bozo jî nikarîbû bi vê windahiyê re rû bi rû bimîne. Herwiha ew nikarîbû qebûl bike ku wî nekarîbû tola bavê xwe hilîne û rûmeta eşîrên herêmê vegerîne.
Di tevahiya jiyana xwe de wî şîn kir û stranên şînê gotin. Wî dewleta Tirk bi tevahî red dikir û leşkerî nekir: „Ez ji bo vê dewletê leşkeriyê nakim; vê dewletê bavê min darve kir.“
Piştî bi dehsalan êş û azarê, Bozo di dawiya pêncî saliya xwe de, bi tenêtiyê, mir.
Di straneke şînê de tê gotin:
Mamadâlî got ke ma ja bîr makan
Torenê ma hûn gir bikan
Ja Kurmancê fadî makan
Zimanî dujmin belî* makan
Torenê ma – ma ja bîr nakan**
* toren – nevî
** belî kirin – hîn bûn / fêr bûn
Jiyana Hûrî Alxas nimûneyeke ronahîdar a berxwedana jineke Kurd e. Bila em, neviyên Hûrî, mîrata wê ya berxwedanê li çiyayên Kurdistanê zindî bihêlin.
Çavkanî: Maraş Kürtleri

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin