
Brett McGurk: Ehmed Şer soz da ku mafên Kurdan têkevin destûrê
.
Nûnerê berê yê Amerîkayê yê ji bo kar û barên Rojhilata Navîn Brett McGurk ragihand ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer soz da ku mafên Kurdan têkevin destûra wî welatî.
Brett McGurk li New Yorkê pêşkêşkariya panelekê kir ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer jî tê de beşdar bû.
McGurk Piştî vê panelê, di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re axivî û naveroka civînê nirxand.
Wî eşkere kir ku Ehmed Şer bi zelalî soz daye ku Fermana (Mersûma) 13an bibe beşek ji destûra nû ya Sûriyeyê ku ev reşnivîs taybet e bi mafên Kurdan.
Lê li ser pirsên ku têkildarî rabirdûya wî ya tundrew hatin kirin, McGurk diyar kir ku Şer bersiveke rasterast nedaye.
McGurk pesnê biryara dîrokî ya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan da û anî zimên ku ew pêngaveke girîng e.
Wî her wiha destnîşan kir ku cîhan deyndarê qurbaniyên Pêşmergeyan e.
Naveroak hevpeyvîna Rûdawê ya li gel nûnerê berê yê Amerîkayê Brett McGurk wiha ye:
Rûdaw: Nêrîna te li ser bersiva Serok Şer çi bû, dema te çend caran ji wî pirsî ka gelo ew xwe ji rabirdûya xwe ya tundrew bêrî dike? Gelo wî bersiveke qanihker da te?
Brett McGurk: Ev, pirseke 'erê yan na' ye. Lê bi dîtina ew naxwaze qala rabirdûyê bike lewma bila bersiva wî bi xwe biaxive. Lê min ev pirs rasterast kir.
Rûdaw: Bê guman te wisa kir. Lê ji bo min û amadebûyên din, me wisa hîs kir ku wî bi rastî bersiva pirsa te neda û bi awayekî rasterast yan eşkere qal nekir. Gelo te jî ev yek wisa hîs kir?
Brett McGurk: Baş e, ez li vir moderatorê panelê bûm û bi dîtina min amadebûyan gelekî bi zelalî guhdarî kir. Min hewl da ku heta ji min bê pirsa herî rasterast bikim. Me ew bersiv wergirtin lê bila kesên amade bi xwe bersivan binirxînin.
Rûdaw: Lê tiştekî ku bi rastî gelekî bi zelalî bersiv da ew bû ku got Fermana Hejmar 13 dê di destûrê de bê bicihkirin. Bi dîtina min ev ji bo gelek Kurdên li Sûriyeyê pirsek bû û te ew pirs kir.
Brett McGurk: Bi dîtina min ew gelekî girîng bû û ez hêvîdar im bibe nûçe. Mebesta min ew e, wî pêbendbûna xwe nîşan da ku ew ferman bibe beşek ji pêkhateya destûrê. Bi dîtina min ew gelekî girîng bû.
Rûdaw: Pirsa dawî, li ser Îraqê ye. Ez dizanim te postek li ser Xê belav kir û te pîrozbahî li Kurdan kir ji bo yekkirina Hêzên Pêşmergeyan. Ji me re bibêje çima ev girîng e û gelo tu bawer dikî ku ev di pratîkê de çêbûye?
Brett McGurk: Bi rastî ez hêvîdar im wisa be. Ev tiştek e ku em demeke gelekî dirêj li serê xebitîne. Min got cîhan deyndarê Pêşmergeyan e. Ez gelekî ji nêz ve bi gelek serkirdan re xebitîme, hem li Silêmaniyê û hem li Hewlêrê, li seranserê Herêma Kurdistanê û bi Pêşmergeyan re li eniyên pêş ên şer.
Lê em demeke gelekî dirêj li ser wê yekkirina di navbera Pêşmerge û YNK û PDKyê de xebitîn. Bi rastî ji sala 2016an ve dest pê kir û bi dîtina min em ber bi bipêşketineke rastî ve diçûn.
Karekî zehmet e û wisa dixuye ku niha bipêşketineke çareser çêbûye. Bi dîtina min ev ji bo paşeroja Kurdistanê, paşeroja Herêma Kurdistanê gelekî girîng e. Lewma ez hêvîdar im lê ez hewl didim tiştê ku Pêşmergeyan di wan rojên gelekî dijwar de ji bo cîhanê kir bînim bîra xelkê û divê em ti carî ji bîr nekin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin