
Li zinarên Qersê berhemên 7 hezar salî: Çîroka pezkovî û mirovên berê
.
Wêneyên ku bi hezaran sal berê li ser zinarên bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê hatine xêzkirin, bûne mîrata dîroka kevnar û têkiliya mirovan a bi xwezayê re.
Ew wênesaziyên dîrokî serdemên beriya nivîsê ronî dikin.
Kurdistana ku di navbera Asya û Ewropayê de xwediyê cihekî stratejîk e û wekî dergehê derbasbûnê tê zanîn, di dîrokê de bûye şahidê gelek çand û şaristaniyên destpêkê.
Yek ji van şopan jî li ser zinarên Qersê yên asê xuya dibin.
Ew berhemên dîrokî yên ku fîgurên pezkovî, xezal û gelek ajalên din nîşan didin, wekî mîrateke giranbuha ya Bakurê Kurdistanê têne dîtin.
Wêneyên zinaran jiyana hezaran sal berê vedibêjin
Di van berhemên kevnar de fîgurên pezkovî, xezal û gelek cureyên ajalên din tên dîtin.
Pispor dibêjin ev wênesazî ne tenê berhemên hunerî ne lê di heman demê de agahiyên girîng li ser jiyana civakên wê serdemê didin.
Li gorî lêkolîneran, ev şopên li ser zinaran nêzîkî 7 hezar sal beriya niha hatine çêkirin û wekî beşek ji mîrata dîrokî ya herêmê gihîştine roja îro.
Zêdetirî 100 fîgur li ser zinaran
Mamosteyê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Kafkasyayê Doç. Dr. Mustafa Karageçî got ku ev wêne bi taybetî pêwendiya komên koçeran bi xwezayê re nîşan didin û wiha berdewam kir:
“Ev wêne, bi taybetî pêwendiya komên koçeran bi xwezayê re, tirs û baweriyên wan re nîşan didin.
Bi hezaran salan, bi taybetî di demên ku nivîs tunebû mirovan peyama ‘Em li vir bûn û li vir jiyan’ bi rêya wêneyan li ser zinaran tomar kirine.”
Karageçî her wiha ragihand ku di nav van wênesaziyan de ji 100î zêdetir fîgur hene û di wan de dîmenên pezkovî, xezal û ajalên din tên dîtin.
Qers di nav rêya şaristaniyên kevnar de
Qers li herêmeke stratejîk a navbera Asya û Ewropayê ye û di dîrokê de bûye cihê derbasbûna gelek kom, çand û şaristaniyên cuda.
Li gorî nêrîna pisporan, şopên wekî wênesaziyên ser zinaran, dîtinên li Girê Mirazan a Rihayê û şûnmayên ku bi Keştiya Hz. Nûh ve tên girêdan, hemû dikarin wekî parçeyên wêneyê mezintir ê dîroka kûr a herêmê bên nirxandin.
Mîrata kevnar çîrokên xwe hîn jî diparêze
Wênesaziyên li ser zinarên Qersê ji bo lêkolîna serdema kevnar girîng in.
Fîgurên ajalên cuda ne tenê şopên jiyana rojane ne lê di heman demê de raman, tirs, bawerî û pêwendiya mirovan a bi xwezayê re jî nîşan didin.
Ev şopên hezar sal berê li ser zinaran, heta roja îro çîroka civakên ku berî nivîsê jiyane ji nifşekî gihandine nifşekî din.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin