
Ehmed Şer: Mafên Kurdan dikevin destûra Sûriyeyê û perwerde bi Kurdî dibe
.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer li bajarê New Yorkê beşdarî paneleke Encûmena Atlantîkê bû û got, “Mafên Kurdan dikevin destûra Sûriyeyê û perwerde bi Kurdî dibe.”
Şer li vê derê nexşerêya paşeroja Sûriyeyê û pêwendiyên wê yên herêmî û navneteweyî xistin rojevê.
Serokê qonaxa veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şer destnîşan kir ku dê Fermana (Mersûm) 13emîn bikeve nav destûra nû.
Ev ferman taybet e bi naskirina mafên welatiyên Kurd ên li Sûriyeyê û dê bi awayekî fermî bibe beşek ji destûra nû ya welêt.
Mafên Kurdan û zimanê Kurdî
Ehmed Şer li ser pirs û mafên neteweyî jî peyamên girîng dan.
Wî da zanîn ku ku Kurd beşekî sereke û resen ê civaka Sûriyeyê ne û got, “Piştî sedsalekê cara yekem e mafên Kurdan ên çandî û zimanî bi awayekî fermî tên naskirin.
Me di çarçoveya dan û standinan de li ser xaleke girîng li hev kiriye. Li gorî wê lihevkirinê, dê li wan herêmên ku piraniya xelkê wan Kurd in perwerde bi zimanê Kurdî be.”
"Em pergala kotayê naxwazin"
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer diyar kir ku ew naxwazin pergala kotayê li Sûriyeyê were bicihkirin.
Li gorî Şerî, ev pergal dê bibe sedema parçebûna welêt a li ser bingeha nijadî, erdnîgarî yan jî olî.
Her wiha wî da xuyakirin ku dê pêvajoya nivîsandina destûra nû beriya ku qonaxa veguhêz a pênc salî temam bibe, bi dawî bibe.
Pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re
Şer li ser pêwendiyên aborî û herêmî destnîşan kir ku pêwendiyên wan ên bi Herêma Kurdistanê re "gelekî baş in".
Wî anî zimên ku di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de berjewendiyên mezin ên hevpar di navbera her du aliyan de hene.
Her wiha Şer eşkere kir ku pêwendiyên wan ên çandî û siyasî yên bi Îraqê re jî xurt in.
Wî di vê çarçoveyê de behsa wê yekê kir ku projeyeke wan a stratejîk heye da ku boriya petrolê ya ji qadên Îraqê bigihînin benderên Sûriyeyê.
Armanca vê projeyê ew e ku binesaziya enerjiyê ji krîzên Tengava Hurmizê were parastin û ji bo hinartina petrolê rêyeke ewle ava bibe.
Dan û standinên bi Îsraîlê re
Ehmed Şer mijara pêwendiyên bi Îsraîlê re û rewşa leşkerî jî nirxandin.
Wî Îsraîl bi destdirêjiyên ducare û dagirkirina hinek axa Sûriyeyê yên piştî ketina desthilata berê tohmetbar kir û got:
“Me bi Îsraîlê re gelek caran diyalog kiriye û di dan û standinan de heta ji sedî 90î lihevkirinek pêk hatibû.
Ev lihevkirin li ser wê bingehê bû ku Îsraîl vegere sînorên sala 1974an. Lê di dawiyê de Îsraîlê bi hincetên cuda ji peymanê bi paş ve gav avêtiye.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin