WHO: Ji Her Sê Jinan Yek Tundîtûjîya Fîzîkî yan Seksî Dibîne

WHO: Ji Her Sê Jinan Yek Tundîtûjîya Fîzîkî yan Seksî Dibîne

.

A+A-

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) do diyar kir, li cîhanê, ji her sê jinan yek jiyana xwe de rûbirûyê tundîtûjîya fîzîkî- laşî yan ya cinsî tê.

WHOyê da zanîn, tundîtûjîya li dijî jinê di pêvajoya şewba COVID-19 de, zêde bûye.

Rexistinê bang li hikûmetan kir, da ku pêşî li tundîtûjîyê bigirin, xizmetên ji bo qûrbaniyan baştir bikin û newekheviyên aborî hilînin, ku bi gelemperî dibin sedem ku jin û keç di nav têkiliyên wiha destdirêjkar de bêçaresêr bimînin.

Rayedarên WHOyê destnîşan kirin ku divê kur li dibistanan de ser pêwîstîya rêzgirtina hevpar ya di têkilîyan de û razîbûna hevpar ya têkilîyên cinsî de werin perwerdekirin.

Herwiha Berpirsê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus jî rewş wiha nirxand:

"Tundîtûjîya hemberî jinan li her welat û çandê nexweşîyeke hovane ye, zararê dide bi mîlyonan jin û malbatên wan, û bi pandemîya COVID-19 zêdetir bûye."

WHOyê diyar kir ku ev rapora wan ji pêzanînên neteweyî û anketên ji 2000an heya 2018an hatiye amadekirin û herwiha ev wekî lêkolîna herî mezin ya bi vî rengî ye.

Rapor nîşan dide ku ji % 31ê jinên cîhanê yên 15-49 salî, yan jî 852 mîlyon jin, tundîtûjîya laşî yan cinsî dîtine.

Rapor eşkere dike ku hevjînêke fermî yan hevjînêkî nêz, sûcdarê herî hevpar yê tawanên dijî jinê ye.

Hevdem, rapor balê dikşîne ku hejmarek bêpîvan ya qûrbanan li welatên herî xizan in.

Hejmarên rastîn ji ber kêm ragîhandina tawanên cinsî, îhtimal e ku zêdetir in.

Nivîskara raporê Claudia Garcia-Moreno ji Reutersê da zanîn, li hin herêman, ji zêdetirî nîvê jinan di xalekî de rûbirûyê tundîyê dimînin û Okyanusya, Afrîkaya bin-Sahrayê û başûrê Asyayê wek mînak nîşan da.

Garcia-Moreno got: "Ev hejmarana mirov gelek şok dikin û bi rastî bo hikûmetan banga hişyarbûnê ye da ku ji bo pêşîgirtina li vê tundîyê gelek tiştan bikin,"

WHO nîşan dide ku tundîtûjîya dijî jinan herî zêde li welatên Kiribati, Fîjî, Papua Gîneya Nû, Bangladeş, Komara Demokratîk a Kongo û li Afganistan pêk tê.

Rêjeyên herî kêm yên tundîtûjîya bo tevahîya jîyanê bi ji % 23 li Ewropa ye.

WHO dibêje, tundûtûjî di temenek ciwan ya ku dibe sedema fikaran de, destpê dike.

Garcia-Moreno destnîşan kir, ji her çar keçên ciwan yek yên 15-19 salî ku têkilîyek wan heye, yan rastî tundûtûjî laşî yan jî ya cinsî tên.

Moreno diyar kir: ‘‘Ev di jîyanê de demek pir girîng û damezrîner e. Em dizanin ku bandorên vê tundûtûjiyê bi dirêjî mayînde dibin û dikarin tenduristiya laşî û derûnî bandor bikin û bibin sedema ducanîyên nexwestî û tevlîheviyên din.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin