
Axios: Netanyahu ji nêzîkbûna rêkeftina Washington û Tehranê nîgeran e
.
Malpera nûçeyan a navdar a Amerîkî “Axios”, di raporekê de aşkere kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li hemberî pêşveçûnên dawî yên di peywendiyên navbera Washington û Tehranê de “matmayî” maye. Li gorî raporê, Netanyahu nîgeraniyên xwe yên kûr derbarê egera rêkeftineke nû û bandora wê ya li ser bernameya atomî ya Îranê nîşan dane.
Axios ji zarê berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê veguhestiye ku di peywendiyeke telefonî ya vê dawiyê de, Benjamin Netanyahu rûbirûyî zanyariyên çaverênekirî bûye. Di raporê de hatî destnîşankirin ku gava Serokwezîrê Îsraîlê pê hesiyaye ku Washington û Tehran nêzîkî lihevkirineke nû ne, tûşî “şokê” bûye, ji ber ku Tel Avîv li benda gaveke bi vî rengî ya bilez nebû.
Sedemên nîgeraniya Îsraîlê çi ne?
Li gorî zanyariyên ku berpirsê Amerîkî parve kirine, xala sereke ya nîgeraniya Îsraîlê ew e ku rêkeftineke bi vî rengî rê li ber daxwazên atomî yên Îranê negire. Rayedarên Îsraîlî ditirsin ku, bi sivikkirin an rakirina mueyideyan, aboriya Tehranê bihêz bibe, Îran di bin sîwana peymaneke fermî de, bi dizî an bi awayekî qanûnî pêngavên xwe yên atomî berdewam bike.
Tevî van fikarên stratejîk jî, tê gotin ku rayedarên Îsraîlî hîn jî bawer dikin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê di her lihevkirinekê de “metirsiyên ewlehiyê yên Îsraîlê” li ber çavan bigire û peymaneke “guncayî” îmze bike.
Ev geşedan di demekê de ne ku danûstandinên navbera Washington û Tehranê gihîştine qonaxeke pêşkeftî. Serok Donald Trump berî niha girîngiya vê pêngavê anîbû ziman û ragihandibû: “Dema wê hatiye ku dawî li girjî û aloziyan bê.” Trump destnîşan kir ku rêkeftina bi Îranê re ji bo aramiya herêmê xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Tê zanîn ku armanca sereke û bilez a Washingtonê di vê qonaxê de, ragihandina agirbesteke 60 rojan e. Bi rêya vê agirbestê, Amerîka armanc dike ku rageşiyê kêm bike û zemînekî guncayî amade bike da ku her du alî li ser maseyê dest bi gotûbêjên berfireh li ser hemû pirsên nakok bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin