Rêjîma Îranê bi fermî serwet û heyîya xelkê talan dike

Rêjîma Îranê bi fermî serwet û heyîya xelkê talan dike

.

A+A-

Cinayetkarekî rêjîmê yê bi navê “Esedullah Ceiferî” ku dadstanê rêjîmê li parêzgeha Îsfehanê de ye, bi nûçegihaniya Mîzan a ser bi dezgeha bêdad a rêjîmê ye ragihandiye ku dest bi ser heyî û milkê zêdetir ji 100 kesî li vê parêzgehê de girtine.

Herwisa wî dadstanê rêjîmê pêştir gotibû ku bo 3 hezar û 121 kesan bi tohmeta hevkarî digel dujmin dosye hatine vekirin û 2 hezar û 406 kes ji wan kesan hatine binçavkirin û %43 a wan dosyeyan pêwendîdar bi çalakiyên siyasî, çandî, ragihandin û propagande û %7 jî pêwendîdar bi alavên elektronîkî yên wek Star Lînk e ve heye.

Herwisa wî dadstanê rêjîmê ew kes bi îxanetkar û hevkarê dujmin binav kirine, ev yeka li halekê de ye ku pêleke dizîn û destbiserdagirtin bi ser darayiya xelkê Îranê ji aliyê dezgeha bêdad a rêjîmê ve dest pêkiriye û bi fermî serwet û darayî û milk xelkê bi hêcetên çewt bo berjewendiya xwe didizin û talan dikin.

Kurdistan Media

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin