Wezîrê Derveyê Sûriyê serdana Iraqê kir

Wezîrê Derveyê Sûriyê serdana Iraqê kir

.

A+A-

Wezîrê Derveyê Sûriyê Feysel Miqdad bi serdaneke fermî li Iraqê ye û dê îro bi hevtayê xwe yê Iraqî û berpirsên payebilind ên Iraqê re bicive.

Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di çarçoveya serdaneke fermî de gihîştiye Bexdayê û dê “ligel serkirdayetiya Iraqê û berpirsên pilebilind ên Iraqê gotûbêjan bike bi armanca bihêzkirina peywendiyên dualî di navbera her du welatên bira de û gotûbêjkirina rêyên pêşxistina wan peywendiyan.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê û şanda pê re ji aliyê Wekîlê Wezareta Derve ya Iraqê û hejmarek berpirsên payebilind ên wezaretê û Balyozê Sûriyê yê li Iraqê ve hatin pêşwazîkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf duh berî serdanê di daxuyaniyekê de gotibû, Feysel Miqdad dê êvara îro bigihe Bexdayê ji bo gotûbêjkirina peywendiyên du alî yên di navbera Bexda û Şamê de.

Li gor daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, bernameya serdana Feysel Miqdad ji sibeha Yekşemê ve dest pê bike û dê destpêkê bi Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê wî welatî Fuad Hisên re hevdîtinê bike û paşê jî bi her sê serokatiyên Iraqê, Serokwezîr, Serokkomar û Serokê Parlamentoyê re bicive.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Feysel Miqdad herwiha dê bi Serokê Desthilata Dadê ya Iraqê re jî hevdîtinê bike.

Serdana Feysel Mîqdad piştî vegera Sûriyê ji bo nava Komkara Erebî tê, ku dawiya meha derbasbûyî li Siûdiyê Lûtkeya Erebî birêve çû, Serokê Sûriyê Beşar Esed piştî 12 salan di wê Lûkeyê de beşdar bû.

Li gorî daxuyaniyê, di serdanê de dê tekezî li ser “têkiliyên dualî yên di navbera Bexda û Şamê de û rola Iraqê di vegerandina Sûriyê de bo ser kursiya wê ya di Komkara Erebî de” bê kirin, herwiha her du wezîr dê li ser “rêyên pêşvebirina peywendiyan li berjewendiyên her du gelên bira” gotûbêjan bikin.

Rojnama “El-Weten” ku nêzîkî hikûmeta Sûriyê ye, berî çend rojan ragihandibû, wezîr Miqdad dê ligel Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî bicive.

Heman çavkaniyê diyar kiribû, Feysel Miqdad “dê bi hevtayê xwe Fuad Hisên re hevdîtinekê pêk bîne, û gotûbêj dê li ser xurtkirina peywendiyên dualî, û pêşhatên dawî li navçeyê bên kirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin