Wezareta Çandê ya Tirkîyê gora hikumdarê Merwaniyan tescîl nekir

Wezareta Çandê ya Tirkîyê gora hikumdarê Merwaniyan tescîl nekir

.

A+A-

Cihê gora Hikumdarê Merwaniyan Nasirûddewle Mensûr û hevjîna wî Sitûnnas li Îçkaleya Amedê, ku ji aliyê dîroknas Dr. Arafat Yaz ve hat tespîtkirin, ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyê ve nehat tescîlkirin. Dîroknas Yaz got “Tevî ku cihê gorê ji aliyê dîroknasên navdar ên Îslamê ve bi nîşandana navnîşanê hatiye vegotin jî, gor ne hatiye tescîlkirin. Ez dixwazim aliyên pêwendîdar biryarên xwe ji nû ve binirxînin.”

Gora Hikumdarê Dewleta Kurd ya Merwaniyan Nasirûddewle Mensûr li navçeya Sûr a Amedê hat dîtin. Dîroknas doktor Arafat Yaz, di encama lêkolînên dirêj de gora hikumdarê dawîn ê Dewleta Kurd ya Merwaniyan Nasirûddewle Mensûr li devera Îçkale ya navçeya Sûra Amedê tespît kir. Gora Nasirûddewle Mensûr li kêleka koşka Waliyê Merwanî ye.

Li gorî hin çavkaniyan, Dewleta Kurd a Mervaniyan ji aliyê Bad B. Dostik ve li navçeya Farqînê ya Amedê di sala 978an de hatiye damezrandin. Merwaniyan Farqînê wek paytext bikar anîne, ji damezrandina wê heya hilweşîna wê 6 hikumdar hukum kirine. Hikumdarê dawîn ê Merwaniyan ku li Cizîrê jiyana xwe ji dest daye Nasirûddewle Mensûr e.

Arafat Yaz, piştî xebata 7 salan a li ser Merwaniyan û piştî diyarkirina cihê gora Nasirûddewle Mensûr, bi rapor û daxwaznameya ku ji bo tescîlkirina gorê di 10ê Berfanbara 2020an de amade kir, serî li Birêveberiy Çand û Geştiyariyê ya Parêzgeha Amedê da. Birêveberiy Çand û Geştiyariyê ya Parêzgeha Amedê bi hinceta "mijar ne di bin erka wan de ye" nivîsa fermî ji Desteya Parastina Mîrateya Çandî ya Amedê re ku ji tomarkirina navan berpirsiyar e re şand. Detseyê jî bi heman hincetê nivîsê ji Birêveberiya Giştî ya Mîrata Çandî û Muzeyan a Wezareta Çandê ya Komara Tirkiyê re şand. Wezaretê jî bi heman hincetê nivîsê ji Birêveberiya Giştî ya Weqfan ya Wezareta Çandê re şand û nêrîn xwest. Birêveberiya Giştî ya Weqfan jî diyar kir ku di nav belgeyên ku senifandina wan hatine temamkirin de qeyda gorê tune ye û ne mimkun e ku ew nirxandinê bikin.

 

Rûdaw

Di derbarê mijarê de dîroknas Dr. Arafat Yaz ji Tora Medyayî yaRûdawê re axivî û diyar kir ku ew ji ji ber bersivê fermî şaş maye û wiha berdewam kir. “Tê gotin ku cihê gorê li Îçkaleyê ye, li cihê ku ji aliyê dîroknasên navdar ên îslamê mîna Îbnul Ezrak, Sibt Îbnul Cevzî, ÎbnTaghriberdi, Îbn Şeddad û İbnul Esir ve hatiye destnîşankirin. Dîroknas bi eşkere dibêjin ku gora wî li Îçkaleyê ye, li kêleka koşkê li ser sûre aliyê li Çemê Dîceleyê dinêre ye. Ji ber ku Îçkale navenda birêveberiyê ye, ne mimkûn e ku kesekî rêzê li vir were veşartin an jî li ser navê wî gorek bê çêkirin. Tevî ku ev demek dirêj di ser de derbas bûye jî,  ji ber ku gor li Îçkaleyê ye li cihekî parastî ne, li ser piyan man. Ji ber ku hezar sal di ser de derbas bûye, navên wan hatine jibîrkirin û li ser gorê efsaneyên curbecur hatine çêkirin.”

 

Rûdaw

Dîroknas Arafat Yaz bi bîr xist ku di tomarên serdema dawîn a Osmaniyan de, navê goran wekî gora "Ewliyayên Cot" hatine binav kirin û wiha got “Piştre di nav gel de efsaneyek din wekî Gora Încîya Ereb hate afirandin. Navê weya niha li gorî efsaneya dawîn hatiye tomarkirin.”

Arafat Yaz tekez kir ku navlêkirin û bi şiklê ku hatiye tescîlkirin xeletî hatiye kirin û wiha berdewam kir “Tevî ku li vê derê du kes hatine definkirin, tecîlkirina gorê wek Încîya Ereb, tê wateya yek kesî. Lê li cihê navborî du gor li kêleka hev hene. Di vê rewşê de jî zelal e ku navlêkirin xelet e. Li gorî lêkolînan, nav ji bilî vegotinên diyarkirî yên dîroknasên îslamê, li ser bingeha efsaneya heyî hatiye tecîlkirin. Tevî vê yekê, divê wezaretê ji bo vekolîna vê mijarê komîteyek ava kiribe, û ger pêwîst bike, divê gor ji bo delîlan bêne vekirin.

 

Rûdaw

Tevî ku dîroka jidayikbûna hikumdarê dawîn ê dewleta Kurd Merwaniyan Nasirûddewle Mensûr, nayê zanîn, lê tê zanîn ku ew di navbera 1093 û 1096 de li Cizîrê jiyana xwe ji dest daye. Piştî mirina wî, hevjîna wî Sittûnnas bint Said b. Nasrûddewle cenazeyê xwe tîne Amedê.

Sînorên Dewleta Merwaniyan ji bakur li Xelatê destpê dike Bedlîs, Sêrt, Colemêrg, Mûsil, Cizîr, Nisêbîn, Serê Kaniyê jî di nav de, digihîje heta Rihayê.

 

Rûdaw

(Rûdaw)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin