
Îlham Ehmed: Bila Kurd û Ereb ji şer dûr bin
.
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê daxwaz ji her du gelên Kurd û Ereb kir ku ji her cure şer û aloziyê dûr bikevin.
Di heman demê de Parêzgarê Hesekê jî daxwaz kir ku rêz li sembolên neteweyî were girtin.
Îlham Ehmedê ragihand ku îsal cara ewil e cejna Newrozê li Sûriyeyê bi awayekî fermî hat pîrozkirin.
Îlhamê ev yek wekî "nîşaneya pêkvejiyan û lihevtêgihiştinê" ya li herêmê pênase kir.
Îlham Ehmedê bang li her du gelên Kurd û Ereb kir ku di vê demê de bi aramî tevbigerin.
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser her wiha got, "Hewcehiya herêmê bi şerekî nû nîne û divê rê li ber her hewldaneke ku bixwaze aramiya herêmê xera bike were girtin."
Li aliyê din, Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Îsa Ehmed di peyamekê de daxwaz ji welatiyan kir ku rêz li sembolên niştimanî bigirin û bi rûhê berpirsyariyê tevbigerin.
Parêzgarê Hisîçayê hişyarî da ku her tevgereke neberpirsyarane ya ku bibe sedema qelskirina yekîtiyê û xerakirina pêkvejiyana pêkhateyan dê bi tundî were redkirin û şermezarkirin.
Ev daxuyanî piştî ahenga Newrozê ya li devera Şêx Meqsûd a Helebê hatin.
Piştî ahengê, dema ku Kurd ji Helebê vedigeriyan Efrînê, li sînorê Tel Rifet û Ezazê ji aliyê bi dehan kesan ve rastî êrişê hatin.
Di wê êrişê de Ala Kurdistanê hat şewitandin, heqaret li welatiyan hat kirin û wesayîtên wan hatin têkbirin.
RÛDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin